Gorî yan jî Qurban

Peyva “qurban” peyveke îbranî ye, ji wir derbasî erebî bû ye, ji erebî jî ketiye zimanê welatên îslam. Em kurd peyva “gorî /gorîkirin” bikartînin, lê ji ber baweriya Îslamê peyva îbranî “qurban” jî di zimanê me de cihê xwe girtiye. Gelê me bi giranî di cîhê: “Ez goriya te bim” de biwêja; “Ez bi qurbana te bim!” bikartîne. Her wisa peyva biyanî; “boraq” jî ketiye zimanê me.

Dema em li dîroka mirovahiyê dinêrin, dibînin ku berê ji bo riza xwedawendan wergirtinê, xwe ji xişmên wan parastinê meywe û hêşînahî hatine pêşkêşkirin yan jî wek xûgî hatiye dayîn. Lê dû re çîna serdest yan jî çîna ruhaniyan mirov kirine gorî. Wan ev wek alaveke serdestî û serweriya xwe bi rêya baweriyê bi bindestan dane pejirandin. Mirovên hatine gorîkirin, bi giranî yan ji nava koleyan, yan jî ji nava çînên bindest, carna bi axaftinên xapandinê, carnan jî bi zorê girtine, birine û kirine gorî. Di rîtualên hin gelan de bi tiryaka tevizandinê jî hatiye bikaranîn. Li gel wê gorî bi giranî ji nava kesên xama, bêguneh, zarokan hatine hilbijartin. Mînak li Misrê çemê Nilê jiyan dide Misrê, ji wê pîroz dihat dîtin û ji bo wê keçên azev ên destlênegeryayî û zarok kirine gorî.

Li Mezopotamyayê jî mirovan mirov gorî kirine. Minaka herî balkêş di destana Gilgamêş de di hin gotinan de şopa wê xuya dike. Di destanê de gorîkirin bi gotinên ji bo pesna goriyan wek “şa naqab îmuru” (kesê kûrahî dît), yan jî “Şutur eli şarrî” (kesê ji hemû padîşahan mestir û pîroztir) zelal dibe. Li gel wê li Mezopotamyayê demekê nexweşiya “kotîbûnê” derdikeve, ji ber vê nexweşiyê pir mirov dimirin. Wê demê ew bawer dikin ku xwedayê xirabiyê Namtir /Namtar ev kareseta bi ser wan de aniye. Ji bo ku xwe ji xişmê wî biparêzin, ji bo demeke kurt be jî mirov kirine gorî. Her wiha ew gorî jî ji nava koleyan hatine hilbijartin. Têkiliya peyva Namtar û Nemrût bi hev re heye, tune, ne zelal e.

Em dizanin di çandên din de jî gorîkirina mirovan hene. Mînak ya Fenîkîyan, Grêkan, Romayiyan, Înkan (çermsor) û li Çînê jî ev gorîkirin hebûye. Ev form gorîkirina mirovan di naveroka çîrokên gelê Kurd de jî cihê xwe girtiye. Di çîrokan de dêweke bi hêz wekî Namtar pêşî li avê digire. Piştî gel keçeke azev dixemilînin didin dêw, yanê dikin gorî, hê dêw pêşiya avê berdide. Dibe ku ew ji baweriya xwedawenda xirabiyê Namtarê jî mabe.

Fîlozofan jî serê bi gorîkirinan re êşandine, li ser vê mijarê dîtinê xwe anîne ziman. Wek mînak Durkheim, gorîkirinê wekî êşa civakê daxistin, hêvî dayînê dibîne. Marksîst jî gorîkirinê bi awayê têkiliyeke civakî dinirxînin. Russel Gray gorîkirina mirovan wek kontrola têkiliyên civakê dibîne. Yanê armanc kole û civakên bindest di bin kontrol û karlêka hêza xwe de girtinê.

Îbrahîm Xelilah kesayetiyeke pirtûkên olî ye. Di rastiya dîrokê de kesayetiyeke wisa jiyaye, ne jiyaye, ne zelal e. Lewra ti belgeyên dîrokî vê raber me nake û her wiha di ti levhayên nivîsandî de navê kesayetiyekî wiha derbas nabe. Ev jî tê zanîn; Babîlonan her sal di demeke tespîtkirî de ji bo xwedayê xwe “Ea” Canegayeke reş gorî kirine. Ev gorîkirin piştî mijara Îbrahîm e, yan berê wê ye, mixabin nayê zanîn. Ev wêneyê gorîkirina canega, di nav relyef û peykerên gelê din, wek Grêkan de jî heye.

Mijara Îbrahîm pêximber ne di nava çavkaniyên Someran de, ne jî di nava çavkaniyên Zerdeştî de heye. Li ba Zerdeştiyan gorîkirina ajalan tune û navê Îbrahîm jî derbas nabe. Ev mjara mîtolojiya gorîkirinê berê di Talmût bi navê din Tewratê de cih digire, dû re derbasî baweriyên samî yên din wek Xiristiyanî û Îslamiyetê dibe. Di navbera têgîhîştina îslamî û cihûyan de tenê cudahiyeke piçûk heye. Cihû dibêjin; Îbrahîm Xelîl xwestiye kurê xwe Îshaq, îslam jî dibêjin, xwestiye Îsmaîl bike gorî. Bes mirov dikane vê bêje: Ev mîtolojî destnîşan dike ku berê mirov hatine gorîkirin, lê bi vê çalakiyê re cihê gorîkirina mirovan pez û bi giştî ajalan girtiye. Wek cejn pîrozkirina vê di Îslamê de heye. Dîsa ev jî baş tê zanîn ku berê Îslamê di dema cahîliyeyê de her eşîrek Ereban xwedanê pûtekî bûn. Di dema hecê de dihatin Mekkê pûtê xwe ziyaret dikirin, pezek dikirin qurban û dixwarin, pûte xwe dikirin hewşa bi navê Kabeyê hê diçûn. Dû re ev kevneşopiya Ereban wek şertek Îslamê rûnişt.

Di nava Kurdan de mijara Îbrahîm û Nemrût gelek bi nav û deng e. Dibe ji wê be, vê mijara Îbrahîm û Nemrût bi formên cûda di nava çanda me de ciheke taybet girtiye. Ji çîroka peyva “Ber-hîm” û şikefta ku li gor baweriyê Îbrahîm lê hatiye dunê bigire, hetanê çîroka gola masiyan, Kurdbûna Îbrahîm bi dehan çîrok li ser mijarê tên vegotin.

Li gor baweriyê Antîxos wek Nemrût tê dîtin ku ev ne rast e. Ji ber ku mijara Îbrahîm li gor daneyên dînî (daneyên arkolojîk tune) herî kêm 2000 sal berê serweriya Komeganê jiyaye. Antîxos serwerê Komeganê ye. Ew herdu stûnên mermer yên li Ruhayê jî di dema Romayê de hatine çêkirin. Lê li Mezopotamyayê bi navê Nemrût, bajarekî heye, her wisa xwedawendê cihana tarî û agir Namtaru /Nemrû heye. Dîsa tê zanîn ku demekê li mezopotamyayê mirov avêtine nava agir û şewitandine. Li gor daneyên heyî pişti xiristiyanî û îslamê ev çîrok di nava kurdan de belav dibe. Berê wê ev mijar peyda nabe. Bêguman ji bo rastiya mijarên wiha, lêkolînên hê berfirehtir divê.

Yazarın diğer yazıları