Gorîla, hirç û diktatorê dilxirç

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Cihana ajalan gelek balkêş e. Li gor zanyaran mirov jî ji wê cihanê tê, lewma mirov bi tevger helwêst û bi kirinên xwe dişibin ajalan. Dibe ji vê be, gava mirov wêneyên sikûmên ajal û mirovan li ser medya dijîtal dirûberîne, dibîne ku mirov dişibin pisik, kûçik, hirç, margîsan û û. Nivîskar û wêjevan di nivîsên xwe de gelek caran mirovan ji ber tevger û karekterên wan, dişibînin ajalan, ji bo vê venivisandinê gelek biwêjên balkêş bi kar tînin. Mînak; “mirovek wek margîse, wekî roviyan, mîna hirçan, bi awayê tuleyan, nola meymûnan û û”.

Gorîlayên kovî, ji her tevgera mirov û ajalan guman hiltîne û gelek êrişkar in, ji bilî xwe ti tiştî napejirînin. Dema mirov rasterast li çavên gorilayên kovî binêre, ew vê wek êrişeke li ser xwe hîs dike û ji bo xweparastinê yekser erişê mirovan dike. Zanyarên li ser gorîlayan lêkolînan dikin, dema cara yekem rastê gorilayekê tên, li çavên wê nanêrin, hêdî hêdî, xwe pê didin pejirandin, paşê lê dinêrin.

Hirç jî bi tevger û hêza xwe ve ajaleke xwerû ye. Ji ber ku geliyê Baskan/Gimgim pir kûr, 16 km dirêj û di navbera çiyayên Şerevdîn û Bîngolê de cihê herî çal û kûr e, tê de bê hêjmar şikeft hene, her payîz bi dehan hirç dihatin û li vir diketin xewa zivistanê. Di salên şêstî de gelek caran serbazên Tirk dihatin û li vî geliyî nêçira hirçan dikirin. Hima bigire, her kesê di salên min de bi kêmasî bi dehan caran rastê hirçan hatiye. Gelek bîranînên min û hirçan hene. Min hin ji wan nivisîne. Lê ez dixwazim tenê li ser karektereke hirçan rawestim.

Eger kudik li gel hirçê be, hirç birîndar be, hinekan gule di ser serê wê re berdabe, divê mirov bi kîlomêtreyan jê dûr bisekine. Heke di wê rewşê de mirovan bigire, ji ber ku tirs bi ser ketiye, jiyana xwe di nava talûkê de dibîne, mirovan parçe parçe dike. Eger zikê wê têr be, kes pêşkalê wê nebûbe, mirov bê liv û tevger, bê ku li wê binêre, di ber wê re jî derbas be, êrişê mirovan nake, lê mirov lê binêre, ew xwe di talûkê de hîs dike û êrişê mirovan dike. Yanê ji nêrîn û tevgera mirovan guman hil dide. Ditirse.

Me di serî de got, mirov jî dişibin ajalan. Hele mirovên di nava tewan û xwînxwariyê de xeriqîbe, ji her tiştê guman hil dide. Her nêrîn, heta nêrînên bê guneh jî tewan û xwînxwariya wan tîne bîra wan, henek, karîkatûr hê bêhtir wan ditirsîne. Lewma ew li dora xwe, zerewanên wekî zebanî dicivînin, medyayê digire bin kontrola xwe, heta ji henekên kesên bê hêz in û li kolanan digerin jî guman hil dide. Yanê yekê gihîştibe dereceya dîktatoriyê, bi taybet jî kesekî psîkopat be, ji gorîla û hirçan jî hovtir, wehştir û talûketir e. Gorîla û hirç jî gelek caran rikberên xwe diqewitînin. Lê dîktatorên psîkopat ji her kesê, xwerû ji yên dora xwe dikeve gumanê, lewre rikberên tên zanîn, nikarin wê çembera zebaniyan bişkîne û nêzîkî wan bibe. Dîktator di pêvajoya têkçûnê de tenê û tenê karektera hirç û gorîlan nîşan didin. Di TV yan de li nêrînên Reîsê psîkopat binêrin û yek jî di wêne, yan jî filman de li çavên gorîla û hirçan binêrin, hûnê ti cudahiyê di navbera wan de nebînin. Ango dîktatorên dilxirç dibin gorîla û hirç. Dema hûn di ber dîktator re derbas bûn, divê hûn ji bîr nekin, mîna ku hûn di ber hirç û gorîlayekî/ê re derbas bin. Hûn hûn bin, li çavên dîktator mêze nekin, dibe ku jiyana we têkeve talûkeyê.

Yazarın diğer yazıları