Greva birçîbûnê ya girseyî

Kongreya Star, doh li Serêkaniyê bi armaca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Grev bi beşdariya 110 kesan dest pê kir  û grev wê 3 rojan dewam bike.

Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeya ‘Bi giyanê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişikînin` hatiye organîzekirin.

Konê çalakiyê bi wêneyên Leyla Guven, ên Ocalan, alên Kongreya Star, QSD, YPG û YPJ`ê hate xemilandin.

Di çalakiyê de rêvebera Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Mirad axivî û got, “Leyla Guven bi israr û îradeya xwe dîwarê hepsa Amedê şikand. Niha jî li derve berxwedana xwe dewam dike heta ku daxwazên wê pêk bên. Em amade ne tiştên ji me tên xwestin, bikin da ku em tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bikin.”

  ANHA /HESEKÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found