Guhertina demografiyê nijadkujî ye

Di medyayê de wêneyên hin malbatên Uygur yên ku li kolana Elêl û Cisir a bajarê Girê Spî hatine bicihkirin, hate weşandin. Hem jî di malên Kurdan de bi cih kirine. Bi vê nûçeyê re nûçeya walîtiya Urfayê navçebeg (qaymeqam) ji bo bajarên Serêkaniyê û Girê Spî peywirandiye jî, hate ragihandin. Ev rasterast armanca guhertina demografyayê dest nişan dike. Ji wê em îro hinek mijara guhertina demografyayê vekin.

Tirkan di dîrokê de bi sotin, komkujî, talan, bişaftin û guhertina demografiyê deng vedaye. Ji bo van kirinên xwe jî tim demên aloz, bi mij û moran hilbijartiye. Mixabin ku ti car ji ber van kirinên xwe yên hovane nehatine darizandin, çi kirine tim ji wan re kar maye, lema hê jî bê tirs vê dikin. Hêzên qaşo cihanî; ji ber berjewendî û eniyên xwe xwirtkirinê, çav kor in, naxwazin vê rastiyê bibînin.

Tevahiya dîroka Tirkan yan jî yên Tirk tên hesibandin bi van hovitiyan dagirtiye. Cengîz Xan diket kîjan welat û deverî dişewitand, dirûxand, talan dikir, piştî komkujiyan jî yên mayî bi bişaftinê têkdibir. Tîmûrleng jî wisa bû. Dema mirov tenê li Xorezema jor binêre, vê rastiyê dibîne. Berê ev herêm bi tevahî cihê gelê Arî bû, lê mixabin ku niha nav Tirkmenîstan, Ozbekîstan, Kirgizîstan û nizanim çi îstan e.

Osmaniyan li Balakanan heman tişt kirine. Ango sotine, revandine, yên mayî jî li xwe anîne û ji bo xapandina bala giştî nav li wan kirine. Di bin navê “Pomagat” an (cerdevan) de alîgirên xwe afirand, ev cerdevanên xwe yê bişaftî wekî gel bi nav kirin. Mînak bi navê çemê “Bosn /Boşn” Boşnak, ji peyva pomagantan jî “Pomak,”  ji cerdevanên xwe yên  Romanyayê ji “Gagavuz” afirandin. Dibe ku sibe van cihadîstên hov ên ku ji bo têrandina hestên xwe yen xwînxwariyê bikartînin jî, di bin navekî de wek gelekî nîşan bidin. Hin Tirkmen û ev bi cihkirina malên Uyguran nîşana vê yekê ye.

Kemalîstan piştê komkujiyên li Anatolya, tevahiya demografiya Anatolyayê guhertin. Ataturk di çileya 1923an de li Îzmitê wiha gotibû: “Divê em şêniyên welatê xwe zêde bikin. Divêtiya ji Rusyayê anînê hebe, dive em ji wir jî bînin. Lê bi raya min divê em berê ji Balkanan mirovên tirkbûna wan kemiliye bînin…“

Li ser vê daxuyaniyê, berê ji welaten Balkanan kî hat, bê lêpirsîn pejirandin. Pişt re jî ji sala 1933 -1938 bi xwe koçber anîn. Ji Yugoslavyayê 111 273, ji Bulgarîstanê 180 979, ji Romanyayê 130 760 ji Yunanistanê jî 350 000 kes anîn. Dema mirov şêniyên Tirkiye yê wê demê (12 Milyon) li ber çavan bigire ev hêjmareke gelek zêde ye. Giyana politika Tirkiyê di vir de veşartiye.

Ji bo bajarên ku koçber lê werin bicihkirinê jî, wezîrê karê hundir yê demê Şukru Kaya di 17 Tîrmaha 1935an de qanûna îskanê ya 21 pûşperê 1934an bi bîr tîne û ji bo bicihkirina van koçberan wiha dibêje: “… Serkariya me biryar daye ku bi sedhezaran koçberên ji Balkanan tê li Trakya û Rojhilatê Anatoliya bi cih bike…” Wê demê li Elezîz ê 5 600, li Ixdirê 1 300, li Wanê 212, li Muşê 700, li Amedê jî 1 369 kesên ji Balkanan hatî, tê bicihkirin. Yên ji Kafkasyayê hatine di nava van hêjmaran de tine. Ew jî li van bajaran hatine bi cih kirin.

Dema Rojhilatê Qibrisê jî dagir kirin, bi hezaran malbatên Tirk, heta bi sedan jî malbatên Kurd birin li ser axa gelê Rûm ên ku ji cih û warê xwe hatibûn qewitandin bi cih kirin. Bi rêya vê guhertina demografyayê, li Qibrisê hêjmara kesen ji xwe re Tirk dibêjin derxistin çend qatan. Li wir koloniyeke Tirk afirandin.

Hatina koçberên di bin navên Tirk A, B, C … de ti car bi dawî nebû, her hatin, yan jî anîn. Hê ji vir çend sal berê komeke Kirgiz anîn li gundên Ercîşa Wanê û 180 Gagavuz jî li Xelat (Ahlat) û Arcigehê (Adîlcewaz) bi cih kirin. Mixabin ku em hê jî nizanin, ka çendî û çend diz û vizên xwe jî li gel malbatên cihadîstan li Efrînê bi cih kirine. Lê em baş dizanin ku kar û barê wan cihanê bi dek û dolaban xapandin û demografyayê guhertine. Mixabin ku aliyê me yê mirovî nahêle ku em wan kesên bi destê dewleta dagirker hatine bicihkirin ji ser axa xwe bi rê û azînên cûda biqewitînin. Ev jî dû re dibe bela serê me.

Dema em wek mînak bajarê Elezîzê bigirin; Li cihê Elezîzê berê çend gundên piçûk wek Mazra, Sursuruk, Kesrîk û… hebûn. Padîşahê wan Abdulezîz ev der kir Sancak û navê xwe danî ser. Ji bo tirkkirinê jî berê hin malbatên tirkîaxêf û derdorên Sancaxa Paluyê yên bi çanda osmanî lewitî li kêleka gundê Mazrayê bi cih kirin. Tevgera Kemalîst jî li gor rapora Înunî ev bajar û Erzîngan wek cihê pîlot hilbijart. Lema niha ev herdu bajar kelehên nijadperestiya Tirk in.

Di ronahiya vê rastiyê de divê em hemû derfetan pêkan bikarbînin, rê nedin ku dagirkerên Tirk bi guhertina demografiya bajarên Serêkaniyê û Girê Spî jî têkin bajarên Tirk. Bi taybetî Serêkaniyê bajareke ji bajarên bingehê dîroka me ye. Divê ev bajar Kurd bimîne.

Yazarın diğer yazıları