Guldesteya Farûk Sakik

Farûk Sakik yek ji kedkarên cîhana ragihandinê ya Kurdî ye. Di rastiyê de rojnamevan e; di salên liberxwedana azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê de ku teqabûlê salên nodî dike, ew jî yek ji wan peyamhinêrên qada şerî bû.

Gava Farûk Sakik hildikişiya çiyan, girseya welatparêz bi xişûşî û meraq li benda hatina wî disekinî. Wê demê di rojnameyên Ûlke, Gûndem û Welat de hevpeyvînên wî derdiketin. Ji gerîla, ji şervanên azadiyê agahî û peyamin dianîn.

Piştre berê wî ket xerîbistanê, di TV´ya Kurdî de xebitî. Gelek kar kirin, lê ya mora xwe li jiyan û pîşeya wî xistî bernameya “Arşîv” e, Farûk hê jî li wê bernameyê berdewam e.

Têgiha arşîvê mirov dikare wek ‘bîr’ a mirov û gelan jî pênase bike. Bîr e, kûr e, dûr e.

Destê her kesî nagihê, divêt hinde kes xwe biwestînin, dakevin binê bîrê, ji gelek tiştan yên kêrhatî hilbijêrên û bigihînin ber destê gel.

Gel jî ew gel e ku ji nefesa dide distîne heta bîr û hişê neteweyî seranser hatiye dagirkirin. Ne xwediyê nefesa xwe û ne jî xwediyê ‘bîr’ a xwe ye. Lewre ji bîr dike, li şûna rastiya wî ya resen a derew cih digire, derew jî derewên dijminan e. Dîroka wî ji aliyê dijminên wî ve dihête nivîsandin. ‘Bîr’a wî jî, ji mêj ve hatiye herimandin.

Farûk vê carê bi berhemeke cihêreng ve li pêşberî me ye. Wî berê jî carbicar ji rojname û kovaran re dinivîsand. Niha navê wî li ser pirtûkeke qirase li refikên pirtûkxane û xwendevanan e.

Pirtûka wî mirov dikare di nav beşê edebiyatê de di nav şaxa berhevkarî de bi cih bike. Sakik ji nav dîroka Kurd a nêz 60 bûyerên ku mora xwe li pêvajoya herikîna mêjuyî dayîne hilbijartiye.

Bi gotineke din jî mirov dikare berhema wî wek Antolojiya Bûyerên Xembar û Dramatîk yên dîroka Kurd jî pênase bike.

60 bûyerên bûyîne mijara nûçeyan û hind ji wan vegeriyane babetên lêkolînê.

60 bûyerên di dîroka Kurd de sedemên xemgîrî, dilsojî û girînê ne.

60 bûyerên ji bo gelê Kurd wek belgenameyên dagirkerî, serhildêrî û mixabin îxaneta hundirîn in.

Berhevok an jî guldesteya Sakik bi bûyera doza 49´an dest pê dike. Ev bûyer bi serê xwe jî ji bo Kurdan cihê daxê ye. 50 kesên ku dûvre piralî navê xwe li ser rûpelên dîroka Kurd dinivîsînin di nav wê çîrokê de ne. Gelek navên wek Apê Mûsa, Canîp Yildirim û Dr. Nacî Kutlay hene, Lê bi ya min ya mora xwe li wê serpêhatiyê dayî navê Saît Kirmizitoprak ango Dr. Şivan e. Di hundirê wî navî de hemû taybetmendiyên Kurdî veşartî ne. Serhildan, fedekarî, lehengî, zanyarî û îxaneta hundirîn.

Sakik piştre xwe berdide bin bîrê, lê digere, hind bûyerên ku li seranserê Tirkiyeyê qewimîne û li doz û têkoşîna Kurdan jî bandorê kirine jî pêşkêş dike. Wek serpêhatiya Partiya Karkerên Tirkiyeyê û Cuntaya 27 ê Gulanê, heta damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê ku vêca li gel Kurdistan û Tirkiyeyê tevahiya Rojhelata Navîn û pê re pê re li ser cîhanê jî bandorê dike, li tora berhevkar dialiqe.

Her wisa dêhn û bala xwe berdide ser bûyerên ku wek masiyên avê ne, te girt girt, te negirt ji destê te dişemitin. Gelek bûyerên di nêz de qewimîn piştî demeke kin jî nema dihête bîra civakê. Lewra ev civak bi leza brûskê di nav bûyer û serboriyan re derbas dibe.

Ji bo wê jî rojnamevan û lêkolînerê me ji berxwedana zindana Amedê bigir heta raperîna 15 ê Tebaxê, ji wir ber bi şehadeta Vedat Aydin, Cengîz Altun, Komkujiya Sêwasê, Gurbetellî Ersoz, Mexmûr, Ferzad Kemanger, çîroka Eser Altinok, Hrant Dînk, Komkujiya Parîsê û heta serhildanên serdema rêveberiyên xweser xwe digihîne.

Di nav bûyer, çîrok, serpêhatî an jî berhema ku em dikarin wek antolojî, guldeste an jî berhevok jî binav bikin de bûyerên cihê dilşadiyê jî hene.

Ji wana mirov Raperîna 15´ê Tebaxê, cezakirina celadê Kurdan Esat Oktay Yildiran, derxistina rojnameya Azadiya Welat, yekemîn TV´ya Kurd MED TV û serhildanên Kurdan jî bihejmêre.

Divêt mirov vêna jî ji bîr neke ku Farûk Sakik bi alîyekî tenê ve jî sinordar nemaye. Serpêhatiyên Rojhelat ku di nav de komkujiya Dr. Qasimlo û hevalên wî, Seîd Şerefkendî û hevalên wî, dîsa ji Qamîşlo heta Korteka Başûr cih daye gelek bûyerên girîng yên li ser axa welatî.

Bi wî awayî jî berhema wî nûnetiya seranserê welat dike.

Di tûrikê Sakik de gelek serpêhatî û çîrokên ku Kurdan ji nêz ve eleqeder dike hene.

Di hevdîtina me ya dawî de ez têgihiştim ku ew li ser babeteke din dixebite. Bawer im vê carê wê bi cûreyeke din a berhemeke edebî derkeve pêşberî xwendevanan.

Hind kêmasiyên redaksiyonê yên di pirtûkê de hişyarî li nivîskar dikin da ku di çapên din de bi baldarî tevbigere.

Berhema Farûk Sakik herî zêde wê ji bo kesên bi dîroka Kurd re pêwendîdar dilşad bike. Ji bo lêkolîneran çavkaniyeke serlêdanê ye.

Cûrreyê Berhemê: Lêkolîn

Nav:EWROJ – 60 Bûyerên Ji Dîroka Nêz

Weşanên Mezopotamya

Çapa yekem, Sibat 2018

Yazarın diğer yazıları