Guman û gumanbarî

Dema mirov bi tiştek, bi rastiyek bawer neke, dibêje; “şik û gumana min heye, dibe ku ev ne wiha û ne rast be.“ Gava mirov bi guman nêzîkê her rastiyê be, ev du tiştan tîne bîra mirov; yek beşa felsefa “gumanbarî” ku ji fîlosofên Girêkî Protagoras û Pyrrhon vir ve wek şixreke felsefê bi pêşketiye. Ev beşa felsefê bi guman nêzîkê hemû rastiyan dibe. Du, gumanbariya ku dîktator diafirînin.
Mijara ez dixwezim vekim, ew gumanbariya  ku dagirker ji bo baweriya di nava gel de bişkêne, wan bi şik û gumanan li dij hev bikarbîne û li ser vê bingehê serkariya xwe bide rûniştinê ye. Hemû dîktator serî li vê metodê didin. Mînak: Di dema Hîtler de, baweriya ti almanî bi almanê din tunebû, her kes di nava gumanê de bû û sîxwiriya hev dikirin.
Kêliya dewleta dagirker xwe di nava talûkeyê de hîs kir serkeriyêke tewanbarê ku herdemê bi tirsa were darizandinê dijî, sextekar û hinek jî xwebaqilê kêmaqil tînin ser kar û ji bo armancên xwe yên kirêt bikartînin. Ev serkariya RTE ya îslamo faşt jî xwedanê vê karektera ketî ye. Lema di vê dema aloz de anîn ser kar.
RTE ji bo ku bikane bigihîje armanca xwe; berê mafya xwe û komeke sixwiran ava kir. Wî bi alikariya wê mafya û koma sîxwiran wek destpêk di nava AKP’ê de dîktatoriya xwe da rûniştin. Jixwe bi aliyê serokê partiyê ve hilbijartina berendamên parlamenteriyê bi vê armancê bû. Îro êdî endamên AKP’ê ji hev ditirsin, her endam raporên endamên din digîhîne RTE yan jî tîma wî. Wî bi vî awayî wek gava yekem hemû derdorên nekanî ku bigire bin kontrola xwe ji AKP dûrxist.
Piştî RTE di nava AKP’ê de bi ser ket û bû serokkomar, ji bo bingehê dîktatoriya xwe amadeke bi tîma xwe, bi dek û dolaban berê ew zagonên piçek jî be ji bo tirkên sipî û hin derûdorên serkariyê zagon bû û hetînî radeyekê dihat bikaranîn jî, ser û bin kir, ji xeta wê derxist. Ango tu zagonên heyî jî nehîşt.
Ew tenê bi wan nema, ji bo mayîndekirina armanca xwe; bingehê aboriya ku li ser talan û şelandinê hatibû rûniştin jî li gor vê armanca xwe ji nû ve rêorganîze kir. Gel kir rewşeke wisa, daku debara her mirovî têkeve nava talûkeyê û bi wî ve were girêdan. Wek karmand xebitîn, li cihekî kar dîtin, bi serê xwe karkirin, dikanekê vekirin bi tevahî bi xwe û tîma xwe ve girêda. Niha gel di rewşeke wisa xeternak de ye, ji bo ku bikane bijî, di divêtiya hev îxbarkirinê de maye.
Ji ber ku hin karmend, polês, leşker, birokrat ne di kontrola wan de bû, raporên îxbarî nedigihand wan. Wan ev qaşo darbeya leşkerî dan organîzekirin ku bikanin bi zagonên rewşa awerte, wan der û doran jî bigirin bin kontrola xwe. Wek mînak: Dema 11.500 mamoste ji kar girtin, Wezîrê Karên Perwerdeya Netewî gelek vekirî bi geflêxwarinan ew vexwend teslîmbûne. Ji wan re got: “Devê xwe bigirin û em çi dibêjin wî bike.” Polês polêsên hevalê xwe, general general, birokrat birokratên din îxbar kirin. Ango bi alîkariya darbeyê ev sîstema gumanbari û îxbarê di nava her beşê civakê de dan rûniştin.
Ew bajarên Kurdistanê jî bi vê armancê ruxandin ku bikanin binegehê aborî û jiyanê hilşînin, wan bi birçîbûnê re rû bi rû bihêlin. Di encamê de wan teslîm bigirin û li dij hev bikarbînin. Ji ber vê egerê jî em erkên mirovbûn û wijdanê bidin aliyekî, ti erkên dewletbûnê, li hemwelatiyên xwe xwedî derketinê pêknayne.
Niha li Tirkiyê rewşeke wisa hatiye afirandin, bingehê bawerî û ewlehiya mirovan hatiye tar û mar kirin. Her kes ji hev ditirse, ji hev didize, mezelê hev dikole. Mêr jin jin mêrê xwe, bav kur kur bavê xwe, dê keç keç diya xwe dixapîne, îxbar dike. Sextekarî, derew, xapandin bûye prensîb û bingehê jiyanê. Her kes jî vê rewşê dizane û jiyana xwe li gor vê rêorganîze dike.
Di perwerdê de hemû bingehên pêşxistina şiyana fikirandin, rastnirxandin, dirustî û zanyariyê hatiye şikandin. Di cihê wê de sextekariya tirkîslam, wahabî, selefî û tarîqatên mêjîgenî yên paşverû di kesayetiya îmamxatîban de dane rûniştin. Jixwe ji ber vê egerê mamosteyên dikanîn bifikirin, piçek jî be, şîyana mirovbûnê bidin zarokan ji kar girtin. Civak hê di pêşdibistanî de tê rizandin û li gor sextekariyê tê perwerdekirin.
Tevgera Azadî di nava rewşeke wiha de hewl dide ku hê nûveyên bihevbawerî û duristiya di giyana kurdayetî de maye, ji nû ve zindî bike û di nava gelê kurd de bide rûniştin. Niha ew nûveyên ku berxwedidin li dor vê şiyana tekoşînê tê birekxistin.

Yazarın diğer yazıları