Gundê Xwêlên

BERHEM LETÎF / ROJNEWS / ÇEMÇEMAL

Gundê Xwêlên 40 kîlometreyan dûrî navçeya Çemçemalê ye. Nêzî 150-200 sal e welatiyên gund ev ava xwê lê dîtine û xwê jê çêdikin. Karkerên çêkirina xwê, rojene 8 saetan xwê çêdikin. Salene nêzî 700 heta hezar û 300 ton xwê tê hilberîn. Hilberîna xwê di çend qonaxan re derbas dibe. Di qonaxa yekemîn de av nêzî deh rojan di çend coyan de dimîne, piştre li ser çend golan tê parvekirin, heta ku hişk dibe û dibe xwê. Piştre kom dikin û dikin kîsikan, difiroşin.

Ji xelkê gund, Umêd Şefîn jî li ser hilberîna xwê ya li gund got; “Tê bîra min berî Enfalê xelk ji bo xwê dihatin vir. Nêzî 5 heta 6 rojan xwê çêdikirin. Lê niha xwê her diçe kêm dibe.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found