Guney navekî nemir e

Ji bo şerabê wisa dibêjin, çiqas dem di ser re derbas bibe ewçend xweş dibe, çiqas kevin bibe, ewqas bi qîmet dibe. Mirovin jî hene wisa nin, berhemên hunerî, yên edebî û wd jî hene çiqas kevnar dibin ewçend giranbuha dibin.

Kesayeta dîrokî Yilmaz Guney jî wisa ye. Di 8’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê de carekî din jî ev rastî zelal bû. Festîval cara 8’an e li Berlînê li dar dikeve. Ev festîval yek ji çalakiyên hunerî çandî yên girîng yên Kurdên dîasporayê ye. Herçiqas hind salan navber dabê jî, salên din cardin berdewam kiriye û serkêşê vî karî rojnamevan û fîlmçêker Mehmet Aktaş di vî warî de kedeke hêja pêşkêş dike. Aktaş ku bi xwe jî ji rojnamevanî û nivîskariyê dihêt wek evîndarekî sînemaya Kurdî kar dike. Heta niha gelek projeyên sînameya Kurdî di qada navneteweyî de daye nasandin. Gelek fîlmên wî ji festîvalên navneteweyî bi xelat vegeriyane. Li aliyê din hejmareke girîng a lîstikvan, derhêner û fîlmçêkerên ji her aliyên Kurdistanê digihîne hevdu. Bi gelekan re jî kar û hevpariya wî heye.

Mehmet bi xwe jî wek gelek Kurdan heyran û şagirtekî keyser ango Melîkê Nerind, Yilmaz Guney e. Yilmay Guney wek bayekî bêsekan, bêrawestan û bêdawî li ser civaka Kurd û heta ya Tirkan jî li bandora xwe dewam dike. Nifş bi nifş hunermend û nexasim yên di warê sînemayê de bi kûrahî di tesîra wî de dimînin.

Festîvala îsal jî bi fîlmê derhêner Hûseyîn Tabak a li ser Yilmaz Guney dest pê kir. Fîlmek dokumanter a dirêj di encama kedeke dûrdirêj a salan de hatiye himatê. Yên Mehmet Aktaş nas dikin baş pê dizanin ku ew ji mêj ve sofî, şagirt û rêşopînerekî Yilmaz Guney e. Huseyîn Tabak jî Kurdekî li dîasporayê gihiştî, lê hinde bi kûrahî evîndarê Yilmaz e. Wisa ku gava mirov bi henekî jî dibêje; tu jî rengê Yilmaz Guney didî, mixabin tenê bejna te kin e! jî çavên di wî dibiriqin û ji keyf û kelecanan dike bigirî. Ev herdu hêmanên bi navê Mehmet û Huseyîn dihêne cem hev û fîlmê Keyserê Nerind derdikeve holê.

Keyser ango melîk heta niha bûye mijara gelek fîlmên dokumanter, gelek xebat û tezên zanistî li ser hatîn amadekirin, gelek berhemên hunerî feyza xwe ji wî ji berhemên wî digirin.

Fîlm wek çîroka evîna kûr a Huseyîn Tabak jî hatiye honandin; tabak çawa bi kesayetiya wî dihese, çawa dikeve pey çîroka jiyana wî û di nav berhemên nivîskî û sînemayî de wenda dibe.

Fîlm li gorî yên berê yên li ser keyser hatîn çêkirin cihêreng e. Huseyîn meraq, merêm û miradê xwe bi bîografiya Guney ve baş kelijandiye.

Di encama temaşekirina fîlm de tişta herî bi bandor ya di serê min de mayî ev e ku Guney bi vî fîlmî jî naqede. Hîna wê bibe mijara gelek fîlm û xebatên akademîk. Lewre di fîlmê Tabak de bi giranî keyserê nerind wek fîgur li pêş e. Lê baş dihête zanîn ku Guney di sînemayê de li gel nerindiyê rola herî baş a keşxetiyê jî lîst. Bi qasî wî kesî bi hostayî bedena xwe, awirên xwe, jest û mîmikên xwe bikarneaniye. Wek mînak di fîlmê Umutsuzlar de xortekî herî delal e û di gelek fîlmên din de jî wisa ye.

Di beşa pirs û bersivan de xortekî rexneyekî wiha li derhêner girt: We nasnameya Yilmaz bi zelalî daniye holê, Kurdbûna wî û berhemên wî jî baş hatine eşkerekirin. Herwisa axaftina Guney a di Newroza 84 an de bi ya Amedê ve hatiye girêdan, watedar e. Lê di encamê de di serê biyaniyan de dê ev hizir bimîne. Kurd nerind in, an jî Kurd û nerindî wê pêkve bêne hizirkirin.  Helbet ev nêrîn bi xwe jî cihê niqaşê ye lê eger ji fîlmên Guney yên wek Umutsuzlar û wd jî mînak hatibana dayîn belkî pirsek wisa jî nehatiba kirin.

Di fîlm de kesayetên heta niha derbarê Guney de neaxivîne jî hene û ew rengekî nû didin dokumentera Keyser.

Bi her awayî carekî din jî derket holê ku cih û qada Guney û berhemên xwe lê bin, bêguman wê mohra xwe li wir bidin. Ev qedereke jênerev e. Ji bo derhêner Tabak mirov dikare bêje ku dikaribû Keyser 1, Keyser 2 jî li gorî derfetên xwe amade bikira. Lewra hîna gelek serpêhatî û çîrokên Guney yên hêjayê nîşandanê hene. Wek nimûna, gava li girava Îmraliyê girtiye, her kesê tehliye dibe, pê re wêneyek digire û ew wêne di jiyana wan de dibe wek diyariyeke herî biqîmet. Yek ji wan gava vedigere, li otobusê siwar dibe û cizdanê xwe derdixe ku pere bide. Şofêr gava di nav cizdanê de wêneyê wî bi Guney re dibîne, dibêje; weyy ew Yilmaz e li gel te. Bira tu pere mede! Xwediyê wêneyê êdî diçe ku derê bi zanîn wêne nîşan dide û li gelek cihan bê pere û belaş derî jê re vedibin. Ev jî di pirtûka Hasan Kiyafet de heye. Helbet bîranînên li gel Mahmut Baksî jî hêjayê xwendinê ne. Bi kurt û Kurmancî Guney di temenekî kin de navekî nemir li cîhanê hişt. Her wisa Festîvala Fîlmên Kurdî li Babylon Kîno dewam dike…

Yazarın diğer yazıları