Gurrî çû Kobanê !

Koma Hêvî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya li Rimêlanê di rojên În û Şemî de li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li bajarê Kobanê şanoya xwe ya bi navê “Gurrî” pêşkêş kir. Hejmarek mezin ji şêniyan di pêşendana şanoyê de amade bûn.

Şanogerê şanoyê bi navê Mihemed Yusif got, ew bi vê şanoyê tev li mihrîcanekê bûn û xwestin peyamekê bidin.Şano balê dikşîne ser xizanekî ku li nava kolanan maye heta ku bi nexweşiya gurrîbûnê dikeve. Ji ber wê civak bi tevahî jê dûr dikeve. Ji bo ji wê nexweşiyê rizgar bibe divê civak alîkariya wî bike.

Şanogerên ji bajarê Serêkaniyê tev li lîstina şanoyê bûn, şano bi eleqeyeke mezin hate nîşandan.

ANHA / KOBANÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found