Hafizeya civakî biparêzin

Du rûyê dîrokê hene. Yek jê beşeke zanistên civakî ye. Yanî ev dîroka bi rêbaza lêkolînên akademîk e. Ya din jî dîrok a ji daneheva di bîr û hafizeya civakê ya derbarê paşerojê de ye. Ev jî dikare mîna tevahiya hest, bawerî û bîr a kollektîf a derbarê demên bihurî de were ravekirin. Hafizeya civakî tê wateya girêdana mirov û civakê ya bi dîrokê re. Hafizeya civakî dikare weke bibîranîn-xatireya dahatuyê were ravekirin.

Hafizeya civakî ji nifşekî derbasî yê din dibe û ji agahî, dane û înformasyonan pêk tê. Li gorî şert û mercan her nifş hafizeya xwe ya civakê ji nû ve saz dike.

Di demên dîrokê yên beriya nivîsê de hafizeya dîrokî tenê bi gotinê ji nifşekî derbasî nifşê din dibû. Ev yek jî bi rêya kesên taybet dihate kirin. Bi piranî jî kesên xwedî otorîteya dînî yên mîna şaman, rahib, ozan û wekî din ev yek pêk dihat. Wan gotarên hafizeya civakî pêk dianîn têkildarî koka civaka lê dijîn, mîtolojî, secere û bibîranînên nifşên beriya wan.

Piştî nivîs hate bikaranîn jî gotar û rêbaza devkî ya avakirina hafizeya dirokî-civakî dewam kir.

Civakên bûn xwedî dewlet, bi rêya saziyan dîrokeke li gorî xwe nivîsandin û misoger kirin. Her wiha bi rêbazên mêtîngerî, asîmilasyon û qirkirinên cuda hebûnên dîrokî, çandî, mitolojîk ên komên civakî yên biçûk desteker kirin, li gora xwe formekî nû danê û ji xwe re kirin hêz.

Ji ber taybetmendiyên civaka Kurd û rewşa jeo-politîk a erdnîgariya Kurdistanê heta serdema me jî rêbaza yekemîn a afirandina hafizaya dîrokî-civakî derbasdar bû. Yanî girêdana civakê, takekesan bi dîrokê re, avakirina bîr û hafizeyeke kollektîf bêhtir li ser hêmanê wêjeya devkî pêk dihat. Her çiqas sazîbûnên dewletî-nîvdeletî û xanedanên Kurd xabatên nivîsê kiribin, dabin kirin jî ji ber mayindenebûna dewletê, sazîbûnê ev bi derdoreke biçûk re bi sînor ma. Pirraniya Kurdan bi rêya wêjeya devkî hafizeya xwe ya civakî afirand û girêdana xwe bi dîroka xwe re domandin.

Bêgûman diyarkerê vê yekê jî dengbêj bûn. Tevî guhertinên bi demê re û li gora xwe fahmkirina herêm, girêdanên eşîrî, bawerî û meyldariya polîtîk û çandî jî dikare qala hafizeyeke xurt a Kurdan were kirin.

Bi polîtîkayên tinekirinê, asîmilasyon û bi taybetî jî ji erdnîgariyê qutkirina Kurdan re darbeya herî giran li hafizeya civakî ya Kurdan hate xistin.

Divê ev tespît mîna piştguhkirina destketiyên di encama têkoşînê de neyê şîrovekirin.

Kirinên mîna di bin avê de hiştina Heskîfê, talana xwezayê, cihên dîrokî, heta êrişên li dijî goristanan, tev parçeyekî hewldanên têkbirina mekanê hafizeyê û nexasim hafizeya civakî ne û bi vê yekê jî parçeyek ji hewldanan qirrkirinê ne.

Di bidawîbûna serdema dengbêjan de herkes hemfikir e, lê mixabin me dewsa wan kesên taybet tije nekir. Sazîbûnên me gelekî şiklî man.

Mînaka mala dengbêjan a Amedê ku bi dehan dengbêj lê diciviyan, mînakeke balkêş e. Heger mîna xebeteke zanistî ev yek hatibane meşandin, dikarîbû bi sedan kilam, destan û çîrokên ku her yek ji wan hêmaneke dîroka me ye, werin arşîvkirin, analîzkirin û parvekirin.

Lê belê bi êrişeke dewleta Tirk re, bi dagirkeriya qayûman re, ev sazîbûn mîna ku qet tine bû, ji holê rabû. Mala Dengbêjan bû cihekî ku hin kes diçûn li dengbêjan guhdarî dikirin, bi kêliyên xweş û atmosfereke nostaljîk xema dilê xwe didêran.

Li gorî baweriya min, tevî ku gelek wendahî hene jî; tiştên ku werin rizgarkirin û ji civaka Kurd re mîna diyarî werin pêşkêşkirin jî ne hindik in.

Lewra, her şaredariya HDP’ê tevî xebatzên binesazî, xizmeta niştecihan bi erka avakirina sazî û dezgehên ku hafizeya dîrokî-civakî xurt bikin jî rû bi rû ne. Sazîbûneke li ser bingehê zanistî û bi taybetî avakirina komên pispor ên arşîvkirin, tesnîf û analîzkirinê.

Ji bo bi tevahî bîr û hafizeya me ya civakî têk neçe dibe ku ev çend sal dem û derfeta dawî bin.

Civakên xizan ne yên aboriya wan lawaz e, lê ew civak in ku ji dîroka xwe qut û bê hafizeya dîrokî-civakî hatine hiştin.

Yazarın diğer yazıları