Hatay û Kurdistana başûr

Divê mirov carna serî li bîra dîrokê bide ku bikane dagirkeran baştir nas bike. Her dewlet, tim bîra dîroka xwe zindî û mînak digire. Gelek caran hewl didin ku wan mînakên dîroka xwe di demên keyslêhatî de daxînin qada jiyanê.

Mînaka herî balkêş mînaka Hatayê ye. Dema Suriye wek dewlet hate organîzekirin, Fransiz û Ingilîzan li gorî projeya Sykes-Picot, Hatay di destpêkê de wek parêzgeheke Suriyê pênase kirin.

Dewleta Tirk ji bo bikane Hatayê bi xwe ve girêde, nehişt Hatay bibe parêzgeheke Suriyê. Eger biba, nedikanî dagir bike. Ji wê, bi hemû sextekariya xwe ve xwest ku Hatay weke dewleteke serbixwe were naskirin. Ji bo ev pêk were jî di 27. 1. 1937´an de di bin serfermandariya Şukru Kanatli de hengeke leşkerê xwe di ser sînor re derbas kir û li Hatayê da bicihkirin. Di warê dîplomasiyê de jî kete nava hewldanê, di 2. 9. 1928´an de serxwebûna Hatayê da pejirandin. Ji wê pêvajoyê û pê ve jî hin êşîrên Ereb û ji nijadên din bi rêya pere, berjewendî, dek û dolaban bi xwe ve girêdan. Rasterast bi fend û fûtan Hatay bir referandûmê û di wê referanduma 28. 6. 1939´an de Hatay bi Tirkiye ve girêda.

Di vê dema me de jî, wan ev rewşa li ber têkçûnêbûyîna dewletên Iraq û Sûrî wek keyslêhatinekê dîtiye, ji bo ku bikanin bigihîjin armanca xwe ya di bin navê “Misakî Mili” de beriya her tiştî hewl didin ku li aliyekî hin hêz û partiyên Kurd bi xwe ve girêdin, li Aliyê din jî eskerên xwe di herdu beşên Kurdistanê de bi cih bikin. Wan hemû planên xwe di vê derbarê de li gorî vê konsepta Hatayê amade kirine. Hewl didin ku gav bi gav ve konseptê pêk bînin. Berê hin eşîret û partiyên başûr wek PDK´ê bi xwe ve girêdan, rêya her cûre derfetên aborî ji wan re vekirin. Bi dibistan û aboriya xwe ketin Başûr. Piştî vê li hemû cihên di bin kontrola PDK´ê de ye, bi dehan baregehên eskerî ava kirin û her der dagir kirine. Her tişt jî li gorî konsepta wan meşiya. Ev gotina Nêçîrvan ne tesaduf e “Sedem hene ku Tirkiye têkeve Başûr!”  Dagirker jî bi van gotinan xewna Hatayê dibînin.

Di hedefa wan de Rojava jî hebû. Ji aliyekî ve hewl dan bi rêya kom û komikên îslamîst Rojava têkin bin kontrola xwe, ji aliyê din ve jî bi rêya PDK´ê hin kom û komikên Kurd di bin Navê ENKS´ê de civandin û xwestin wek mînaka PDK´ê, wan li Rojava têkin hêzeke serdest, da bikanin esker, aborî û dibistanên xwe li wir jî bi cih bikin, li pey jî gav bi gav ber bi armanca xwe ve bimeşin.

Rojava wek daxwaza wan nebû, li wir tevgereke serbixwe ya ne di bin kontrola wan de bi rêveberiya PYD, YPG, YPJ´yê, bi pêş ket û pirraniya Rojava rizgar kir, hewl da pergaleke serbixwe bide bicihkirin. Vê, plan û konsepta dewleta Tirk ser û binî hev kir. Lewma bi hemû hêza xwe ve hewl da ku bi alîkariya îtîlafa Sûrî û ENKS´ê vê pêkhatina serbixwe bela bike. Gava bi rêya wan bi ser neket, êdî rasterast li rêyên dagirkirina Rojava geriyan. Berê bi rêya qaşo pêşmêrgeyên Roj hewl dan ku ji Rojhilat ve têkevin Rojava û rêveberiya serbixwe bişkînin û ENKS ya bi xwe ve girêdayî derxin pêş, da ku wê konsepta xwe li wir jî daxin qada jiyanê. Lê bi ser neketin.

Wan li Başûr PDK teşwîqê Raferandûmê kir ku bikane berê serxwebûna wan bide pejirandin û dû re li gorî mînaka Hatayê bi alîkariya eşîrên bi xwe ve girêdayî, Tirkmenan û eskerên xwe dest deyne ser Başûr. Lê li aliyekî serketina xeta sisiyan ya li Rojava, projeyên DYE, Rûsyayê û Îranê rê li vê daxwaza wan girtibû, dikanîbû biba sebebê pêşveçûnên ku hemû konsepta wan a “Mîsaq-î Milî” têk bibira, ji wê jî dîsa bi xwe ket nava tevgerê û nîvê Başûr ji nû ve da dagirkirin.

Wan li aliyekî jî bi Rûsyayê re li hev kir, her daxwaza Rûsyayê pejirand, peyamên ji pergala NATO´yê qetîn û bi wê ve girêdayî, hewl dan saroxên Rûsyayê bikirin, bi vê boneyê ji Rûsyayê destûr hildabû, ketibû Carabulus, Ezaz, El Bab û Idlîbê. Dema ew projeya destdanîna ser xaka Başûr bi ser neket, wan plana xwe (B,C) ya rasterast bi bikaranîna komên wehş û talankerên qaşo Suryeyî re dagirkirina xaka Rojava xist rojeva xwe. Êriş û dagirkirina Efrînê û gefxwarina li Şengalê tev de parçeyên vê konsepta dagirkirina Rojava û bi wê ve girêdayî ya Başûr e.

Mixabin ku hin derdorên navbirî yên benê xwe dane destê dagirkerên Tirk ji ber berjewendiyên kesî, malbatî, hizbî û bazirganiya qirêj a ew hetanê qirikê ketine nav vê bêbextiyê, nikanin van rastiyan bibînin. Bibînin jî, giyana wan a teslîmbûyî û berjewendiyên wan rê nade ku ew vegerin ser xeta rast. Hêviya me ew e, gelê me vê rastiyê bibîne, pêşî li derûdorên hewl didin ku di bin navên pîroz de hemû nirx û heyîyên me bikin qurbana vê konsepta dagirkerên Tirk, bigirin.

Yazarın diğer yazıları