Hawara ziman

Dema Mîr Celadet Bedirxan navê Hawar li kovara yekemîn a bi Kurdî kir (15.05.1932) gelo ew di nava hest û hîsên çawa de bû? Çima navên gul û çîçekên Kurdistanê li kovarê nekir? Yan jî çima wî navek ji wan navên xweş ên çiya û newalên Kurdistanê ji bo kovarê neneqand? Lê wî ji nava ewqas peyvên xweş ên çandî, folklorîk, navên deverî û dîrokî, navdarên Kurd û hwd, çû navekî bi qêrîn û gazî hilbijart.

Ji wê roja ku yekemîn hejmara kovara Hawarê derket û hata niha, bêguman gelek tişt hatine guhertin. Gelek ji van guhertinan di berjewendiyên gelê Kurd de ne û ji bo paşeroja gel jî xwedî derfetên hêja ne. Li hemû beşên Kurdistanê hejmareke zêde ya ji gel xwedî bnîreweriyeke neteweyî ya nasnameyî ye û rêxistinên Kurd rojane dikarin tesîrê li gel bikin.

Lê li aliyekî din jî, Hawara Mîr Celadet Bedirxan a ji bo zimanê Kurdî mixabin e ku hê jî li malan, li kolanan û li bajarên Kurdan olanê dide. Li aliyekî sersariya me wek kes û sazî, li aliyekî din jî, polîtîkayên taybet ên ji bo kuştina zimanê Kurdî yên dagirkeran, bêhn li vî zimanê qedîm çikandiye û ew birîndar kiriye. Loma jî, hawara zimanê Kurdî ya ji ber van birînên xedar ên bişaftin û înkarê îro jî dewam dike. Zimanê me bi Hawar û gazî ye. Ji bo zimanê me di devê me de nemire û tama devê me bi zimanê xelkê xera nebe; divê em mafê perwerdê di zûtirîn de demê de li seranserê Kurdistanê bi dest bixin.

Belê hefta pêşiya me Cejna Zimanê Kurdî ye. Di vê hefteyê de bêyî ku em hev û din biêşînin, gotinên nexweş ji hev re bibêjin, em hewl bidin bi hev û din re bi Kurdî biaxivin. Yên ku bi Kurdî dizanin, bi hevalên xwe yên nizanin re bi Kurdî biaxivin. Bila ev hefte bibe wesîle ku em roj û heftan, mehan û salan bi Kurdî bijîn.

Ji ber ku em hemû dizanin, heger em ji sibehê heta êvarê bikin qêrîn û hawar, gotarên herî xweş û zanistî li ser girîngiya ziman û girêdana wê ya bi nasnameya neteweyî re binivîsin, kampanyayan li dar bixin jî, lê heger gel di jiyana xwe ya rojane de bi biryar zimanê xwe yê neteweyî bi kar neyîne, pê perwerde nebe û giringiya ziman a ku ew stuneke esasî ya paşerojê ye, nebîne, dê hemû hewldanên me badilhewa herin û em ê tenê bi bang û tamsariya xwe li holê bimînin. Û piştî demekê jî, dê hemû bangên ku em ji bo vê mijara jiyanî li gelê xwe dikin, bêwate bibin. Heger rewş hate vê astê, êdî xetera herî mezin a li ser ziman dest pê kiriye.

Loma jî, divê ji bang û kampanyayên demî zêdetir em ji bo ziman û paşeroja xwe kar bikin. Bi taybetî di xebatên li ser ziman de malbat û zarok xwedî ciyekî gelekî girîng in. Paşeroja miletan zarok û ciwan in. Heger zarokên malbatên Kurd bi Kurdî nizanibin, li min biborînin lê seqetiyeke mezin di warê têgihiştina dayik û bavan a welatparêzî û netewetiyê de heye. Jixwe, heger ew dayik û bav li Ewrûpa bin, welatparêz bin, bi xwe jî qenc xerab bi Kurdî zanibin û zarokên xwe fêrî Kurdî nekiribin, gunehê wan gelek gelek girantir e.

Çima ez behsa malbatên li Ewrûpa dikim? Ji ber ku pirraniya me malbatên ku li Ewrûpayê dijin, xwedî derfetên xwendin û nivîsandina bi Kurdî ne. Li dibistanan dersên Kurdî têne dayin, dema zarok li cem hevalên xwe yên Ewrûpî bi Kurdî diaxivin ti kes zextê li wan nake. Tevî vê, rewşa destdêr jî dema malbatên Kurdan li Ewrûpayê bi zarokên xwe re û di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê Tirkî digel hev diaxivin, bi rastî nexweş e.

Li metrepol û bajarên Tirkan pirraniya malbatên Kurd ji tirsa Tirkan bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin. Mixabin bi giştî civata Tirk di mesela zimanê Kurdî de çavsor û bêtolerans e. Îcar, bi demê re jî axaftina bi Tirkî dibe çandeke navmalî û pişt re çi dibe; mala zimanê Kurdî xera dibe.

Dema ez zarok bûm, niqaşek li ser ziman di bîra min de maye. Zilamekî Kurd ku bi jinek ne Kurd re zewicîbû û di nava siyaseta Kurdî ya wê demê de pirr çalak bû, li malê bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivî. Hevalê wî bi serhişkî jê re digot, tu divê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivî. Wî jî digot, tişt pê nayê, ew ê li kolanan fêrî Kurdî bibin. Mixabin zarokên wî biraderê kurdperwer îro mezin bûne lê bi Kurdî nizanin. Lê ji ber ku di nava civata Kurd de dijîn jî, gelek caran ji ber xwe şerm dikin û dibêjin, dayik û bavên me em fêr nekirin.

Îcar, wek her kesê di mesela ziman de hesas, ez dubare dibêjim; divê zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî. Divê ji bo perwerda bi Kurdî xebatên sazîbûnî bênavber û birêkûpêkî bêne meşandin. Kesên vî karî dimeşinin jî, divê xebata xwe di ser hemû bipêşketinan re bigirin. Da ku em rewşa awarteyî û hawarî ji ser zimanê xwe rakin.

Yazarın diğer yazıları