Hebûna baregehên Tirk li Başûr tehlûke ye

HERÊM QADIR / ROJNEWS/ HELEBCE

Welatiyên Helebceyê diyar kirin ku baregehên dewleta Tirk ên li herêmê tehlûke ne û daxwaz ji rayedaran kirin ku baregên leşkerî û sîxurî yên Tirk ji herêmê derxin.

Der barê baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistan û boykota malên Tirkî welatiyên li herêma Helebceyê axivîn.

Welatiyê bi navê Serkewt Mihemed wiha bang li dagirkeran kir: “Di demeke herî nêz de xaka pîroz a Kurdistanê terk bikin. Komeke xwefiroş bi navê şehîdan xwe kirin axa û xwediyê Başûrê Kurdistanê. Merşên Sor ji artêşa Tirk re raxistin. Weke kesekî xwedî şehîd daxwaz ji hikûmet û parlamentoyê dikim ku hemû werin ser xeta bi şeref. Li hember kesên ev MÎT’ên Tirkan anîn Başûrê Kurdistanê qanûnan derxin. Di demeke herî kurt de wan derxin holê û şermezar bikin.”

Baregehên Tirk li Başûr hene

Welatiyê bi navê Mihemed Kerîm jî bi bîr xist dewleta Tirk a dagirker êrişî Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistan dike û got, “Di nava xaka Başûrê Kurdistanê de baregehên wan hene. Ji serokê herêmê, serokwezîr, seroka parlamentoyê û parlamenteran daxwaz dikim, qanûnekê derxin da ku baregehên dewleta Tirk a faşîst ji xaka me bên derxistin.”

Mihemed Kerîm têkildarî pêngava boykotkirina malên Tirkî jî wiha axivî: “Boykotkirina kelûpelên Tirkî erka welatiyan e. Divê her kes di aliyê xwe de dest pê bike. Dê ev zerareke mezin bide aboriya dewleta Tirk.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found