Hebûna Kurdên azad misoger kir

PKK, KCK, KJK û PAJK: Pêngava 15’ê Tebaxê berxwedan û vejîna jin, ciwan û Kurdên li ber tinebûnê bûn. Têkoşîna gerîla bi berdêlên mezin hate xurtkirin û serketinên mezin afirand.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, Hevserokatiya Konseya rêveber a KCK´ê, Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê û Koordînasyona PAJK´ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bang li her kesî hat kirin ku salvegera Berxwedana 15’ê Tebaxê û Cejna Vejînê li her qadê bi coşeke mezin û bi rengekî girseyî pîroz bikin. Komîteya rêveber a PKK´ê Berxwedana 15’ê Tebaxê, li Rêberê jiyana azad, şehîdan, li hemû hevrêyan, hêzên gerîla, tevgerên jin û ciwanan, li tevahiya gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokratîk pîroz kir û got; ”Em di salvegera 35’an a Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an de ne ku ji bo Kurdan mîlad e, û dest bi sala azadiya Kurdan a 36’an dikin. Şerê gerîla yê ji bo azadiya Kurdistanê ku di xeta azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan de bi pêşengiya fermandarê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê dest pê kir. Berxwedana dîrokî ya 35 salan a di xeta lehengiya fedayî de hate meşandin, hebûna Kurdên azad misoger kir, gelê Kurd kir endamekî bi rûmet ê malbata mirovahiya azad û veguherand çavkaniya coş û moralê.”

Fîşeka pêşî li Kurdên kole hat xistin

Koordînasyona PAJK’ê jî di şexsê fermandar Egîd de Bêrîtan, Zîlan, Delal, Nalîn, Hêlîn, Armanc, Zekî, Atakan, Helmet, Şevîn û hemû şehîdên azadiyê rêzdarî bibîranî û got; Fîşeka pêşî ya ku di 15’ê Tebaxê de hatiye teqandin bûye fîşeka ronîkirinê ya gelê Kurd, jin û gelên herêmê. Pêngava 15’ê Tebaxê bûye fîşeka pêşî ya ku li qedera Kurdên kole hatiye xistin. Gelê Kurd ê ku bi qirkirinên Qoçgirî, Zîlan, Agirî û Dêrsimê li ser wê bêdengiya mirinê hatibû pêkanîn, bi 15’ê Tebaxa 1984’an êdî bûye xwediyê jiyaneke nû. Hegemonyaya navendî ya faşîzma 12’ê Îlonê di 15’ê Tebaxê de derbek xwar. Vê hegemonyayê dixwest ku Kurd werin asîmîlekirin û ji çanda xwe dûr bimînin. Rêbertiya me ev hêviya berxwedanê ya gelan anî ba hev û dest bi pêngaveke nû ya siyasî, leşkerî, dîplomatîk kir.

Derket ser dika dîrokê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî got; ”Tevgera Apoyî ya ku beriya 46 salan derket ser dika dîrokê mohra xwe danîn binê serketinên gelekî mezin. Ji van serketinan a sereke têkoşîna gerîla ye ku 35 sal in bênavber bi rengekî fedayî didome. Têkoşîna gerîla ku bi berdêlên mezin hate xurtkirin serketinên mezin afirand. Xwe gihandiye beşeke mezin a armancên xwe. Pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê şoreşa neteweyî, şoreşa demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa siyasî û şoreşa çandî pêk aniye. Şoreşên pêk hatin roj bi roj berfireh dibin û kûr dibin. Di sala 36’an a vejînê de ku wê têkoşîna gerîla mezintir bibe, em bang li gelê xwe, jin, ciwanan û dostan dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li her deverê êrişî gelê Kurd û destketiyan dike têkoşînê mezin bikin, tevlîbûna li nava refên gerîla zêde bikin û ji hesreta bi deh hezaran şehîdên me re bibin bersiv.”

Xeteke nû ya şer û jiyanê ye

Koordînasyona KJK’ê jî salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li jinan, gelê Kurd   û mirovahiya pêşverû pîroz kir û got; ”Pêngava leşkerî ya 15’ê Tebaxê di heman demê de destpêka tolhildana şoreşgerî ya li dijî kiryarên kujer û êşkencekar ên li zindana Amedê ye. Ji rojên ku hebûna gel û welatê me dihate nîqaşkirin em gihîştin serdemeke welê ku hebûna mêtingeriyê ya li welatê me bûye mijara nîqaşê. Rastiya me ya fedayî ku bi keda Egîdan, Zîlanan, Mazlûman, Kemal Pîran, Hakî Kareran, Delalan, Atakanan, Medya Mawayan, Armancan, Helmetan hate afirandin niha li Rojava, ji Şengalê heta Botanê, Dersimê, Bradostê, Derya Reş derbên giran li mêtingeriyê dixe. Lewma ‘fîşeka destpêkê’ Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke nû ya îdeolojîk, polîtîk rêxistinî, xeteke nû ya şer û jiyanê ye.”

ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found