Hejîra min mîna zaroka min e

ERKAN GULBAHÇE / SAARBRUCKEN

Murat Baştug yan jî Apê Mirad ji navçeya Mêrdînê Midyadê ye. Ya rastî ew ji gundê Midyadê Helexê ye. Baştug 20 salan li Midyadê qehwexaneyek şixulandiye. Ji sala 1988´an ve jî li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê bi cih bûye. Murat Baştug îro 70 salî ye, lê têra xwe li ser xwe ye.

Wî li baxçeyê xwe gelek darmîwe çandine, ji bo hejîrên xwe jî dibêje, wê wekî zarokan ew mezin kirine. Ya rastî em ê behsa aliyekî wî yê din jî bikin ku weke adet ne ileh gelekî baş e, lê têra xwe jî orîjînal e. Apê Mirad cixarekêşek e, lê ev 32 sal in ku wî cixare nekiriye. Ew titina xwe bi xwe diçîne.

Beriya bi hefteyekê ez çûm cemê. Li baxçe darên gilyas, hejîr, behîv, sêv, hirmî û gelek mîweyên din hene. Li cihekî din jî gelek sebze hatine çandin. ew bi wan serbilind e: “Hemû organîk in”.

32 sal in cixare nekiriye

Titin jî di nava serayekê de bi cih kiriye; axir li baxçeyê Apê Mirad, bû nesîbê min ku destê xwe bidim titina heşîn. Apê Mirad beriya bi 32 salan gava hatî Elmanya li Swîsreyê titin dibîne. Wî ji xwe re gotiye, li wir bibe li vir jî dibe. Beriya bi 32 salan xwe li vî karî ceriband û berhemeke baş jî rakir. Pê re jî êdî ji titina xwe pê ve cixare nekişandiye.

Apê Mirad ji bo darên li baxçe dibêje, hemû ji dendik û sîsikên mîweyên wî xwarî ne. Ji bo 3 darhejîrên xwe jî dibêje, “Min darhejîrên li baxçeyê xwe weke zarokan mezin kirin. ev ji bo min veguherî evînekê. Min hemû weke sisîk, dendik û tov çandin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found