Helbest mebest û helwêsta ji hest bo hest e

Helbest bi hindiktirîn peyvan vegotina kûrtirîn hest û ramanan e. Bi gotinek din; helbest bi pêjnan zeftkirin û bi alîkariya hunera peyvan hûnandina wê kêlîkê ye ya ku bahoz û bagera her cure hestên tîr û kûr di nava dil û ruhê helbestvan de radibe. Çirûsînek kêlîkî ya bi bandoreke demdirêj e. Demdirêj e; ji ber ku helbest bi rêya hestên helbestvan dibe vebêjerê hunerî yê berxwedana evîndarên dilşikestî, bindestên nasnameyî, hejarên bêxwedî û vejîna zimanên sikratî.

Lê carinan jî, hingivîna pelê kulîlkekê ye. Bi peyvan neqişandina wê bêhn û enerjiya çê ye ya ku bi wê hingivandinê re li nava hemû laşî belav dibe… Baweşîna ji perên perperîkê ya li ser rûyê yarê ye. Hêviya herdem geş a ji navê Kurdistanê ye…     

Heta niha bi gelek cureyan hûnera helbestê hatiye tarîfkirin. Carcaran mirov dibîne ku helbest bi helbestî hatiye pênasekirin. Wek min di destêpa nivîsê de kiriye. Her wisa jî tarîf û analîzên zanistî jî li ser helbestê û cureyên helbestê bizêdehî hene.

Lê heger em hinekî xwe li tarîfa zanistî ya helbestê nêzîk bikin; ez ê bi wêrekî karibim bibêjim ku helbest bi forma xwe ya stûnî û kêmpeyvên xwe yên pirwateyî ji pexşanê cuda dibe. Xaçerêbûna wê ya serekî ji cureyên din ên wêjeyê di form û peyvên wê yên watevekirî de ye. Ew forma wê ya tenik û zirav ku mîna coka gulbaxan xwe li ser rûyê kaxizê serberjêr berdide û digel xwe hestên zirav û hûrhûnandî diherikîne giyanan, ew di heman demê de jî helbestê pênase dike. Helbest zirav û dirêj e, ne mîna golan (çîrok) fireh e, ne jî wek deryayan (roman) ji hukmê çavan der û aram e. Helbest bejinzirav, awurtûj û bilez e…

Ji ber ku çîrok, roman û ceribandinên wêjeyî jî hîmên xwe li ser van hestên cuda yên me li jor rêzkirin ava dikin. Ango di romanê, çîrokê, bîranîn, ceribandinên cuda yên wêjî de jî hestên wek êş, tirs, xweşî, koçberî, xewn û xeyalên li ser jiyaneke azad û wekhev a ji bo nifşên paşerojê hene.

Helbest û pexşan ji hev û din cuda têne nirxandin. Lê carcaran jî ew sînorê diyar û beloq ê di navbera helbestê û paxşanê de radibe. Gelek nivîskaran bi forma pexşan-helbestê berhemên xwe pêşkêş kirine. Berhema min a bi navê Mextel jî yek ji wan ceribandinan e.

Ji romanê cudatir helbest berhema kêlîkî ye. Bi bihîstina dengê zengilî re hest dikevin tevgerê û peyvên hilbijartî yên bi wateyên cuda barkirî ji pênûsa xulqêner li ser kaxizê rêz dibin. Ha di wê kêliya zayinî de vedana çîrûsk û birûskên di nava rûhê afrêner de pir bidijwarî û ji bo demeke kurt pêk tên. Li vir yên ku xwedî zexîreya peyvên ji bo her cure rewşên serobinî yên ruhîne ne, hilikê didin. Û ev ew kes in ên dikarîn wê tîrahî û kûrahiya ku dil û ruhê wan dagirkiriye ber bi derve de bi peyvên lêhatî bermeqlûb û vacî bikin.

Îca, gelo bi rastî jî di wê kêliyê de di nava laşê helbestvanî de reakisiyên kîmyewî yên çawa diqewimin û ew reaksiyên tesîreke ruhî ya çawa li ser dil û mejiyê wan dihêle? Prosesa hilbijartina peyvên rast ji bo derbirîna wan hest, mebest û ramanên taybet çawa pêk tê? Dîsa ew kes xwedî derûniyeke çawa ne? Kesa/ê helbestan dinivîse divê xwedî kîjan taybetiyan bin?. Di dema ew bi rewşeke hestiyarî re têne himberî hev û din di nava ruhê wan de çi diqewime? Ew çima dixwazin vê qewmîna di nava dilê xwe de bi hindiktirîn peyvan vebêjin lê ne bi firçe, peykelan û bi sedan rûpelan? Baştir e ku em van pirsan ji derûnnasan re bihêlin…

Lê diyar e ku helbest bê sedem û mebest nayê nivîsandin. Xweber hest nakelin û nafûrin. Jixwe dema mijar li ser helbest û helbestvaniya kurd be, hezar û yek sedem hene ku agirê tifika distên hestên cuda yên helbestvanên kurd hertim gur û pêketî be. Di dema ku ew li himberî  bedewîtirîn avahiyên nimûneyî yên mîmariya serdemî behetmayî dimîne de, bi dîtina kevirek şikestî yê yek ji van avahiyên şakar dikare çîroka hilweşîn û herifandina bajarên Nisêbîn û Cizîrê di nava ruhê wî/wê de veciniqîne û çand peyvên şîn û janî wek êsirên ziwa ji çavê pênûsê biniqutîne…

Helbest bê hostetiya peyvan, sebr û kedeke hunerî dê nekemile û ji dil derbasî dilan nebe lê berî hertiştî jî divê helbestvan xwedî karînek pêjnî ya Xwedayî be. Divê karibe bûyeran zû hîs dike, di navabera wan de girêdaneke wateyî ava bike û bi zimanekî ji yê herkesî cudatir merama xwe vebêje. Incax hingê dikare çîroka êşa xwe vebêje û bike malê miliyonan.

Lê divê mirov wek gotina dawî jî bibêje; helbesta bêçîrok, bêsebr û keda hûnerî, bêmelodiya zimanî û li bayê bezê bi gelemşeya peyvên bêserûber lêkirî, mîna dîwarê bê esas e ku hertimî li ber herifînê ye.

Yazarın diğer yazıları