Helwêsta dikandarekî ya boykotê

HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS

Li Başûrê Kurdistanê boykota malên Tirkî ya ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Her ku diçe jî pêngava boykotê berfirehtir dibe. Li bajaroka Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a Germiyanê xwediyê dikana tiştên erzan Aso Ednan bi boykota malên Tirkî bi behayê 60 hezar dolar ziyan da aboriya Tirkiyeyê.

Aso Ednan qal kir ka çawa zirar gihandiye dewleta Tirk û got; “Piştî ku pêngava boykota malên Tirkî hate ragihandin, min ti tiştekî malên Tirkî nekiriye. Gelek bazirganan peywendî li gel min de danîn ji bo xurak û kelûpel ji min re bînin. Min ji wan re got ger malê Tirkî bin nakirim. Ji roja boykotê destpêkirî ye li şûna malên Tirkî min bi behayê 60 hezar dolar malên welatên din kiriye. Yanî bi behayê 60 hezar dolarî ziyan gihandiye aboriya Tirkiyeyê. Welatî jî ji min razî ne. Gelek welatiyan jî ji ber ku malên Tirkî boykot kirine, destxweşiyê li min dikin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found