Helwesta oldaran li dijî dagirkeran

MIHEMED HESEN / ROJNEWS / QENDÎL

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Heta niha hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî êrişan bêdeng e. Lê hemû pêkhateyên cuda yên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê ne. Bawermendên îslamê, Zerdeştî, Kakeyî û Êzidiyan ku çûbûn Qendîl û Bradostê daxwaza helwestê li her kesî kirin.

Ji oldaran Mela Nadir Elî ku li dijî dagirkeriyê çû herêmên Qendîl û Bradostê got;”Em hatine vir peyama xwe bidin dijminê Kurdan. Bese şewitandin û bombebarankirina gundên Kurdistanê. Ji şehîd û birîndarkirina zarokên vê nîştimanê re bese.”

Helwesta xwe zelal bikin

Pîr Aşna jî li ser navê Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê peyivî û got; “Em kiryarên dewleta Tirk a fasîşt ên nemirovane rûreş dikin ku bi awayekî hovane êrişî ser gel û xaka Kurdistanê dike. Nabe hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî êdî li hemberî dewleta Tirk bêdeng bimînin. Divê di vî warî de lazime her kes helwesta xwe zelal bike.”

Bi navê tarîqata Nexşebendiyê Sofî Hîkmet jî got; “Gelek mixabin, hinek meleyên rolek wan a berçav di nava civakê de heye, lê li hemberî van hemû êrişên li ser gelê Kurd bêdeng in. Gelê Kurd weke ku tê xwestin ne xwedî helwest e.”

Ne şerê kursî xaka xwe biparêz e

Serhed Kakeyî jî weke nûnerê Kakeyiyan got: “Armanca dewleta Tirk ji holêrakirina Kurdan e. Bi hemû pêkhate û olan ve. Di dîrokê de timî êrişî Kurdan kiriye û xwestiye ji holê rake. Berê axaftina min li hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Bila li şûna şerê kursî, wezîfe û guhertina wezîfe û pileyan li dijî dagirkeriyê rawest e. Bila rê xweş neke ku dijmin xaka me dagir bike.”

Lazim e ku em dest bidin hev

Şêx Cemal Qasim jî li ser navê Êzidiyan axivî û got; “Hatina hemû olan a herêma Qendîlê û Bradostê vê peyamê digihîne Kurdan ku hemû Kurd bi hev re ne. Pêwîste hemû ol û pêkhate dest bidin destê hev û li dijî dewleta Tirk rawest in. Bang li ciwanên Kurd dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk beşdarî nava refên gerîla bibin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found