Hem kuştin hem girtin

Par li Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de, di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzkarên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz, bi çekan êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di bûyerê de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê belê di bûyerê de Fadil Şenyaşar ê birîndar bibû hat girtin. Hîn jî di lêpirsînê de ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê birêvebirin, tiştek rû nedaye.

Piştî bûyerê malbata Şenyaşar bar kir û çû Rihayê. Piştî 11 mehan dîsa vegeriya Pirsûsê. Dayik Emîne Şenyaşar ku di bûyerê de hevjînê wê, du kurên wê hatin kuştin û kurekî wê jî hat girtin, xwest kurê wê Fadil bê berdan. Emîne Şenyaşar wexta behsa bûyerê kir û tiştên hatin serê wan gotin bi xwe nikaribû û hêstir ji çavan hatin.

Bila ev zilm biqede

Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşanî xemsariya dewleta Tirk da û got; “Salek e kurê min Fadil girtiye. Hîn jî dadgehkirin pêk nehatiye. Di dosyeyê de di bin navê nepeniyê de gelek delîl veşartine. Çima nayên eşkerekirin. Heta niha em her roj dimirin. Ne mala min, ne malbata min ma. Ên hatin kuştin em in û ên hating girtin dîsa em in. Çima? Çima kes ji wan nayê girtin? her kes dizane çawa êrişî dikana me kirin û çi kirin. Ji mala me hevjînê min û du kurê min kuştin. Û bi ser de jî kurê min girtin. Ma qey kes vê zilmê nabîne? Kurê min berdin. Sûcdar giş li derve ne. Ma ev ne neheqî ye? Bila ev zilm biqede.”

Bavê min û birayên min kuştin 

Ferît Şenyaşar yê ku di dema bûyerê de birîndar bibû û bi fermana dozger hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan jî wiha qala roja bûyerê kir. ”Wexta ez bi birîndarî birim Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, li ber çavê polîsan êrişî min kirin. Du birayên min û bavê min bi awayekî hovane ku li cîhanê tu rêxistinên terorî jî wisa nakin kuştin. Me di wêneyan de hemû tespît kirin. Qeyda wan li dozgeriyê heye. Em dixwazin edalet pêk bê. Ji malbatê em tenê sê kes mane. Em dixwazin rojek berî rojekê sûcdar bên girtin û birayê min bê berdan.”

RIHA

Yazarın diğer yazıları

    None Found