Henek dibe Genek! Çima?

Bêgûman gelekan ev biwêj bihîstiye. Çima henek dibe genek? Ev biwêj ji ku hatiye? Li kîjan herêman tê bikaranîn? Çima henek şibandine gihayê genekê? Ez ê zêde li ser vî aliyê biwêjê ranewestim. Ez ê tenê li ser wateya gihayê “genek” a dîrokî, di jiyan û baweriya pêşiyên me de û girîngiya wê rawestim. Her çendî piştî zelalbûna mijarê pêdivî pê nebe jî, dîsa ez ê bi çend gotinan li ser egera genekbûna henakan jî binivîsim.

Di mîtolojî û baweriyên kevn de li gel hin ajalên wek pezkoviya “sur” gelek riwêkên pîroz jî hene. Di nava piraniya gelan de giha wek derman hatine bikaranîn. Li Çînê hê jî dermanxaneyên gihayên şîfa didin, hene. Berê li welatê me jî bi dehan giha wek derman dihatin bikaranîn. Mînak pelên pelhewesê, koka melaco, ava kardiyê û û. Di heman deman de mirovan hewldane ku ji hineke riwêkan hêzeke derê xwezayê jî bi dest bixin. Mînak Gilgamêş li gihayê mirinê digere, ev wek Hekîmê Loqman derbazê pirtûkên hin baweriyan jî bûye. Li gor mîtolojiyê Gilgamêş wî gihayî dibîne, lê di dema bahozeke deryayê de ji destan dikeve û wenda dibe.

Her wisa gihayê “homa” dibe ku yan xaşxaş be, yan ji hevên kenevir/ genevîr e, yan jî gihayeke din ê ji cisnê gihayê genekê be. Hê jî baş nayê zanîn ji kîjan gihayî re “Homa” hatiye gotin. Bi taybetî ava bi wê hatiye meyandin, yan bi kişandina dûyê hev û pelên wê mirovan xwe bextewar hîskirine, carnan jî ketine transê û her wiha wek derman jî hatiye bikaranîn. Li gel wê Homa ji navên xwedê yek e. Hê îro jî di kirmanckî (zazakî) de wek navê xwedê tê bikaranîn.

“Genek” li her derê welatê me hêşîn dibe, gihayeke dîrokî û pîroz e. Pelên wê hinek dişibe pelên gezoyê, lê ji yên gezoyê dirêjtir in. Bi qasê gihayê balîcanan dirêj dibin, carna çend kok di ber hev de jî hêşîn dibin. Gelek cûreyên wê hene. Kulîlkên cureyên wê jî, xwedan rengên cûda ne. Hevên wê di kisikên wek guşiyan de li gel hev de ye û dişibe hevên qehweyê. Ew donê ku ji hevên wê dihat derxistin, bi sedan salan di çirayên keyên Medan û yên din de, di Hurmizgan û perestgehan de, her der ronî dikir, di ronahiya wê de dîrozên dilinî ji Xwedayê rojê û ji Ahûra Mazda re dihat xwestin. Ji ber vê taybetiyê jî wek gihayekî pîroz dihat dîtin. Lê ji ber ku hemilandina done wê dijwar e, di xwarinan de nayê bikaranîn. Nave wê yê zanyarî, ango latînî (Ricinus Communis) e. Ji ber maddeya Cannabinoide Tetrahydrocannabinol (Delta-9-THC), tê de heye, ji bijîşkî bigire hetanê motoran di gelek warî de tê bikaranîn. Hetanê salên çelî û pênceyê jî, li hin heremên wek Torê, ji bo donê wê ev giha dihat çandin. Her wisa hetanî sedsala bîstan jî di malên belengazan de rojane di cihê neft û donê ajalan de dihat bikaranîn. Lê bi derketina neftê, gazê û elektrîkê re ew jî di nava rûpelên dîrokê de ma.

Mijara hibrê ango ximavê jî têkiliya xwe bi donê genekê re heye. Berê Mîladê dûyê donê genekê yê li qubeya Hurmizganan de ron dibû hêdî hêdî di xetên ku wek xêzik bûn û jê re “bir” gotine, di banê qubeye de hatibûn amadekirin re diherikîn û diketin tasikê. Pîran jî ew wek hubir /ximav bi kar dianîn. Ango hibir berê Mîladê jî dihat bikaranîn. Heta hin rengên din jî tevê dikirin û bi wê wêne çêdikirin. Li gor hin daneyan peyva hibir ji “Hê + bir” pêkhatiye, ne peyveke erebî ye. Lê ev mijar îro ne mijara me ye, ev mijara etîmolojî û lêkolînên bingehîn e.

Di bingehê xwe de di nava gelê me de demên berê gelek giha dihat bikaranîn. Li gundan hin kesayetî hebûn; melhemên birînan, avên êş radiwestandin, li dijê kuxikê (Ava pîvazan û ya gihayê gezoyê û kardiyê) bikardianîn. Gelek caran birînên doxtoran nedikanîn sax bikin, wan kesên xwedan azmûn bi melhemên ji gihayên cûda çêdikirin, ew birîn sax dikirin.

Niha em werin biwêja; “çima henek dibe genek” donê genekê tîr e, her wisa wekî qirê bi mirovan ve dizeliqe. Dema mirov nizanibe baş bikarbîne, ser û çaven xwe tev de dilewitîne. Henek jî wisan e, kêliya ji xetê derket, hetanê serîşikandinan diçe. Li aliyê din her kes nikane henekan ragirin. Ji ber vê xwerûtiya henekan henek şibandine donê genekê. Ev biwêj li piraniya Kurdistana Bakur tê bikaranîn. Lê piraniya mirovên me nizanin genek çi ye.

Çanda me, zimanê me, gotinên me, azmûnên bav û kalên me yên di zuxrê aş de li ser têkçûnê ye, tev de zanyarî, têgîhîştin û çareseriya pirsgirêkên siberojê dagirtîne. Lê mixabin ku dagirkerî mejî û bîra me valakirine, di cihê rastiyên pêşiyên me de reşkirin piçûkxistina pêşiyên me di mejiyên me de çandine. Ji wê jî em her diçin ji rastî, zanyarî û azmûnên bav û kalên xwe dûr dikevin. Banga min li hemû ciwanên dixwînin, têkiliya xwe bi zanyariyê re hene, têkevin nava gel, bicivînin, eger ev nivşê li ser pêncî şêstî re jî ji nava civakê biçin, ew dewlemendiya azmûnan jî diçe. Ji wê bêpar nemînin.

Yazarın diğer yazıları