Heqîqeta jinê ronahîkirina jiyanê ye Têkîliyên di

Navbera eşq û Jineolojiyê de zanisteke xurt bi pêş dixin. Zanista herî kûr û xurt jî eşq e. Dema ku zanist digihîje eşqê, wê çaxê di asta heqîqetê ya herî bilind de ava dibe, ronahî dibe, hîn zêdetir fêm dike, li jiyan û hebûnê hayil dibe.

Şehîd Hêlîn Murad

Di encama têkoşîna me ya çil salî de bingeh û potansiyeleke pirr xurt çêbû û ji bo têkoşîna azadiya jinan jî ev dibe bingeh. Berê derfetên têkoşînê nebûn, lê belê bi derketina Serokatiyê re pêşiya şoreşa jinan vebû, bi berdêlên pirr mezin bandoreke mezin li civakê bû. Bi vê têkoşînê re kêm be jî zanist, hûner, îrade bi pêş ket û wek jinên azad gelek tişt hatin îsbat kirin, nihêrîn guherî ji ber vê, di bingeha têkoşîna me de potansiyeleke xurt hat afirandin, ji bona jinê zemîna azadî û têkoşînê çêbû û bêguman di encamê de gihîştin asta niha. Wek tevgera jinê pêşengiya şoreşa jinê tê kirin. Sedsala 21´ê sedsala şoreşa jinê ye û wê bibe sedsala tevahiya jinan; ev jî bi awayeke eşkere li holê ye.

Zanistên pozîtîvîst di şexsê kapîtalîzmê de pergala zilamê desthiladar hîna xurttir kir û jin hat kolekirin ji ber wê, di zanistên pozîtîvîst de zayendperestî li pêş e ji ber ku pergala desthiladariyê xurt dike asta koletiya jinan jî kûr dike. Di sedsala 21´ê de Serokatiyê zanista pozîtîvîst rexne kir, di Sosyolojiya Azadiyê de jî li şûna wê got “Jineolojî”

jiyan yekser bi jinê re têkîldar e

Serokatî digot; “Sedsala 21´ê wê bibe sedsala jinan.” Di sedsala niha de pergala kapîtalîzmê serdest e lê belê di rewşa heyî de pergala serdest a zilam ango şaristaniya modernîteya kapîtalîst rewşa kaos û tengezariyê dijî. Wê demê êdî ev pergal wek berê ne xurt e û hildiweşe, di heman demê de di civakê de aloziyên mezin xwe didin der û hene. Serokatî ji bona vê rewşê got; “Pençeşêr” ango krîza manê û nemanê heye, heta înkarkirin, qirrkirina jiyanê heye. Ber bi mirinê ve çûyîn heye ji ber wê, bi hêsanî xilasbûna ji wê jî çênabe. Wê demê mirovatî hatiye qonaxeke wiha ku di encama pergala pênc hezar salî ya desthiladariyê de civak hatiye ber hilweşandineke pirr mezin, heta ne tenê civak, xweza jî bi heman xeterê re rû bi rû ye bi wateya herî rast, dijminatiya jinê heye (dijîtiya jinê). Di pergala heyî de jin di rewşa koletî û dagirkirîbûnê de ye. Di encamê de pirsgirêka jinê gihîştiye asteke pirr cidî û mezin. Lê belê di heman demê de pergal di demên xwe yên herî lawaz  de ye. Di rewşa kaosê de Serokatiyê got; “Sosyolojiya Azadiyê” ji ber ku di rewşa kaosê de heger civak bi awayekî rast werê birêxistinkirin, civak careke din dikare bê avakirin.

Guhertina civakî bi paradîgmaya nû re jiyanî bibe, ew jî li ser sê lingan bi pêş dikeve. Yek, demokrasî; didu, ekolojî; sisê, azadiya jinê. Di vê serdemê de divê jin zincîrên koletiyê biqetîne, xwebûnê bi pêş bixe ji ber wê, divê bi çavê azad li dinyayê binihêre. Divê fikrê azadiyê serwer be. Bêguman paradîgma bi kok e û ew şêwaza jiyana me diyar dike. Civaka demokratîk; zindî, ji hêla zanistî ve xurt, azadiya jinê esas digire, rengîn e, exlaqî, bi çanda xwe ve girêdayî, estetîk û civaka bi ewle ye, civaka xurt e, pirsgirêkên xwe çareser dike. Divê civak û xweza di nava têkîliyeke xurt de be, xweza wek dayîk bê dîtin, di nav de dagirkerî tine be. Di pergala kapîtalîzmê de dagirkerî bi xwe re tinekirina civakî bi pêş dixe.

Şoreşa jinê rizgariya mirovahiyê ye

Armanca Sosyolojiya Azadiyê înşakirina Modernîteya Demokratîk e. Ev jî esas, avakirina jiyana azad e. Armanc jiyana azad e, lewma pergala kapîtalîzmê li dijî jiyanê ye û jiyanê qetil dike, pê re jî  li dijî jinê ye; ev jî bi maneya herî rast mirin e. Jiyan bi tepisandinê re rû bi rû ye, hatiye tinekirin, ji ber vê divê pêşî li vê pergalê bê girtin. Jiyanê ber bi tinekirinê ve dibe; ne tenê kirêtiyên pergalê hene, lewma bi vî awayî jiyan tê qetilkirin. Serokatî dibêje; “Niha insan heye, bi dirûvê xwe mirov e, lê belê cewher hatiye tinekirin, jin heye lê belê sexte ye.” Niha di cihanê de şer û hovîtî heye, li hemberî mirovatiyê tevkujî heye, xwîn nasekine. Li ser mirinê pergalên xwe xurt dikin. Ji ber wê, Serokatî di Sosyolojiya azadiyê de got; divê pêngaveke xurt bê avêtin, lewra divê têkoşîneke mezin bê kirin. Heger hovîtî hebe, em ê di jiyana azad de bi israr bin. Di sedsala 21´ê de Serokatî wek dirûşmeyeke esasî dibêje; “Yan jiyan yan barbarî ango hovitî” Adorno jî dibêje; “Bi jiyana çewt, mirov rast najî”. Ew bi xwe jî Cihû bû, got; piştî qirrkirinê nabe, heger qirrkirin hebe, wê demê hovîtî heye, wê demê di nava van şaşîtiyan de jiyana rast jî nabe. Lê Serokatî wî rexne dike, lewra tenê rexne kirin têrî nake. Bipêşxistina alternatîfê girîng e. Pêdîvî heye ku li şûna şaşîtiyan ya rast bê avakirin. Ti elaqeya hovîtiyê bi mirovatiyê re tine ye, bêguman bi çanda nêçîrvantiyê re elaqeya wê heye. Li cihekî ku hovîtî hebe jiyan tine ye. Lewra, em nikarin bi vê hovîtiyê re bijîn. Pergal xwe bi xwe nikare biguhere, ji ber wê divê em wê bidin guhertin. “Yan jiyan yan jî hovîtî”! Yan em ê li dijî hovîtiyê bisekinin yan jî di navberê de jiyîn nabe. Di sedsala 21´ê de divê Şoreşa Jinê çêbe, lewra pêdîvî bi şoreşa jinê ya duyê heye. Serokatî dibêje; “Tenê bi Şoreşa Jinê re serketin wê çêbe, pergal bê guhertin.” Şer, komkujî, hovîtiyên ku a niha di civakê de hene, di cewhera civakê de tine ne. Şoreşa Neolotîk, şoreşa jinê ye ji ber ku kedîkirin û çandinî bi pêş dikeve, ev jî li dor tewereya jinê tê afirandin. Çanda Rojhilata Navîn bi barbariyê re rû bi rû ye, lewra divê şoreşa duyemîn a jinan bi pêş bikeve.

Heqîqeta jinê heqîqeta civakê ye

Serokatî dibêje; “Gerdûn di şexsê mirovan de xwest ku werê ziman û bê dîtin”. Ferqa jiyanê di mirovan de tê ziman û di nava mirovan de jî di cewhera jinê de tê ziman. Bi lêkolîna jinê re li jiyanê tê kolîn. Ji ber vê, di heman demê de Jineolojî zanista jiyanê ye û bipêşxistina jiyana azad dike armanc. Ji ber vê yekê, azadiyê bi pêş dixe. Serokatî dibêje; “Jin jiyan azadî”! Ev yek formula efsûnî ye ji ber ku guhertin û veguhertin zindî ye. Bi vê formulê re Jineolojî tê şirovekirin. Li cihekî jiyan hebe li wir xuliqdarî û zindîbûn heye. Jiyan bê civak nabe ji ber ku jin û civak ji hev du ne qut in.

Têkîliyên di navbera eşq û Jineolojiyê de zanisteke xurt bi pêş dixin. Zanista herî kûr û xurt jî eşq e. Dema ku zanist digihîje eşqê, wê çaxê di asta heqîqetê ya herî bilind de ava dibe, ronahî dibe, hîn zêdetir fêm dike, li jiyan û hebûnê hayil dibe. Wateya hebûnê bi pêş dikeve, coş, kelecan, kêfxweşî çêdibe, weke ku mirov efsûnî dibe, hebûna jinê bi mirovî pirr xweşik tê û kela canê mirov radike. Wê demê zindîbûn, hişyarbûn, kelecan çêdibe; û ev jî eşq e. Dema ku mirov hin tiştan keşif dike ango bi hebûna xwe bîrewer dibe, xwe dafirîne ev jî eşqa gerdûnî û civakî ye. Eşq bi zanist û ronahiyê re têkîldar e. Bi eşqê re azadî tê afirandin. Xwe gihandina asta eşqê jî maneya wê ew e ku mirov di asta herî bilind de bi heqîqetê dijî, ronahî xwe lê dipêçe, dibe fena şewqên rona. Cihana hestan û mêjî vedibe, mirov li cîhê xwe nikare bisekine. Jin nûneriya eşqê dike, ew eşqa civakî diafirînin. Tenê bi zanist, felsefe û eşqê, em dikarin azad bibin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found