Her malek dibe dibistanek

“Roj baş zarokino, roj baş mamoste!“* Çi hesreteke giran e. Gava min dest bi dibistanê kir, min bi yek lefza tenê ya Tirkî jî nedizanî. Hîç bala min jî li ser nebû beriya ku biçim dibistanê, ka ez dixwazim biçim yan na. Lê roja ewil a dibistanê ji bo min cehenemek e ku îro jî weke kirasekî ji agir li min e. Tirsa wê ew qasî dijwar e, va ye li eyaleta Hessenê ya Elmanyayê îro dibistan vedibin, û zaroka min wê dest bi sinifa duyem bike, û ez ditirsim, diêşim. Ew kirasê ji êgir li ser bedena min her cihekî dişewitîne û her wan birînên bi aran tîne bîra min. Mamosteya ku wê roja yekê ya dibistanê (roja min a yekî bû, lê ez roja duyê ya dibistanê çûbûm), îro ne bi navê wê dizanim, ne jî yek gotina wê heye ku min jê fêm kirî. Ew nîvsala pêşî li wir bû û min heta ew çû jî yek gotina tenê jî ji wê fêm nekir. Şikir ji xwedê re, qet nebe wê li me nedixist. Mamosteyê piştî wê bi tenê nehat, bi rotekî terr hat, bi şeqam û pihînên xwe hat û her roja xwedê li me dixist. Li me dixist û em fêrî zimanekî dikirin, ne yê me, yê xelkê. Gava ez li vir xelk jî dibêjim, bi rastî bi maneya ji derve, ne ji me, heta neyar behsa wan dikim. Lewma ew ziman Tirkî bû û Tirkî zimanê esker, polîs û dewleta Tirk bû ji me re û hîna jî ji tevahiya kurdan û erdên Kurdistanê re Tirkî ev e. Helbet ti ziman bi xwe ne xirab û ne çê ye, ne kirêt û ne bedew e. Lê ew zimanê belavbûn û zexmbûna dagirkeriya li Kurdistanê bi destê dewleta Tirk bû. Çoyek bû li ser serê me. Hîna jî ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev rewş qet neguheriye.

Ev birîna hanê, bila ha wilo li jor xwe li ba bike, ez berê xwe bidim wan dibistanên Kurdî yên beriya erişa li dijî Berxwedana Xwerêveberiyan. Yek ji wan ya Ferzad Kemanger bû. Derhênerê ciwan Ardîn Dîren bi vê mijarê daketiye. Filma wî 57 deqîqeyan dirêj e. Zarokên ku li van dibistanan dixwendin, piştî girtina dibistanan jî li malan perwerdehiya xwe ya Kurdî dewam kir. Derhêner jî ew şopnadin û bi wan re peyivî, yan jî hişt ku ew bi me re bipeyivin.

“Çend sal derbas bûn, weke ku ne li dibistanê me, weke mala min be. Pirr hevalên min çêbûn. Ji wî çaxê wêdetir tên bîra min hevalên min” Zaroka piçûk wisa dema xwe ya li dbistanê tîne bîra xwe. Piştre dewleta Tirk a dagirker êrişeke mezin bir ser hemû saziyên Kurdan û nexasim jî Berxwedana Xwerêveberiyê. Di belgefilmê de em bi dîmenên bê şirove vê jî dibînin, em mohrkirina deriyê dibistanê jî ji nûçeyeke televizyonê bêyî şiroveyeke zêdetir.

Ya mayî şagirtekî sinifa yekê ya hingê dibêje, “Ez gava pola yekem bû, min bi meqesê girtibû, min gotibû ez ê benikê jêkim. … Mamoste got, jêneke, polîs, ew ê bixeyidin.” Dûvre dîsa bi gotinên wî, “Piştre çûn çakûç makûç hemû anîn, dan destê me. Me tevde li kilîtê xist, kilît şikandin, em ketin baxçe. Em çûn ser merdîwenan, me bi hev re stran got…”

Mamosteyek behsa roja pêşî a dibistanê dike. Heman rojê gava zarok di dersê de ne, polîs bi ser dibsitanê de digire. Mamosteyek ji bo tesîr li zarokan nebe, perdeyê dide ber pencereyan. Hingê zarokek jê re dibêje: “Mamoste, tu ditirsî? Metirse, metirse, tiştek nabe!”

Yanî zarokan pê dizanî, tenê kurdîbûna dibistanekê, sedem bû ku dewleta dagirker zilmê li wan bike. Ev zanîna hanê helbet encama tecrûbeyên wan û dêûbavên wan e û hîç şik û guman jê nîne ku rast e.

Dibistanê bi 28 şagirtan dest pê kiribû, di sala sisiyan de bûbû 250 û bêhtir. Ji ber ku cih diavahiyê de nemabû nikarîbûn qeydiyan dewam bikin. Ango tirsa dewleta Tirk ji xwendina Kurdî bû.

Şagirtên dibistanê hemû Ferzad Kemanger nas dikin, “ew mosteyek e, … gelek kar kir ji zarokên Kurd re, … milet gelekî hez jê kir”.

Peyama ku belgefilm dide heye; belkî Ardîn Dîren zêde şirove li belgefilmê zêde nekiribin, lê hem rêza dîmen û peyamên şagirt û mamosteyan û hem jî naveroka wan vê yekê lê eşkere dikin: girtina dibistanê perwerdehiya Kurdî û tecrûbeya wê ya bi Dibistana Ferzad Kemanger asteng nake. Bi gotina dayikekê: Zarokan xwe bi demirên deriyê dibsitanê ve digir û ew kaş dikir, hewl dida bişikînin, lê mane dirûşma dibistanê “her malek dibistanek” bû! Zarok bi servîsên minibusan diçin malan û li malan dersên xwe dewam dikin, yanî her malekê dikin dibistan.

Ma şik û gumanên xelkê ji vê nebûn! Helbet hebûn, bi gotinên dayika Ronî: “Her kesî got, rojek du roj, va ye 2 sal jî qediyan.” Şagirtek bersivê dide pirsa, ma malek dibe dibistan: “Dibe!” Dibe çawa nebe, heger em bixwazin, malek dibe dibistan. Ha heman zarokê bêriya baxçeyê Dibistana Ferzad Kemanger û darsêvên wê dike, dibêje, polîsan hesûdiya dibistana wan kiriye û girtiye. Lê bi gotinên Zeryayê**, “dibistana me mektebeke pirr xweş bû” ez li vir ber bi dawiyê ve biçim, her malek dibe dibistan, heger mala me nabe, em destê alîkariyê bidin malê dibin. Destê Ardîn Dîren hezar carî xweş; ew dîmenên zarokên bi Kurdî dixwînin, dipeyivin, li çîrokan guhdarî dikin, çîrokan dibêjin û hizr û fikra xwe bi serbestî bi Kurdî dibêjin, hesreta giran a bi me re hinekî sivik kir. Ev belgefilm ne tenê belgefilmeke hunerî ye, ew peyameke xurt e ji Kurdan re.

* Mamoste û Zarokên piştî girtina Dibistana Ferzad Kemanger li malan bi Kurdî perwerdeya xwe dewam dikin, di filma Her Malek Dibistanek de wiha sibehxêriyê didin hev.

** Em ji filmê fêr dibin, Zeryayê malbata xwe hemû ji nû ve fêrî Kirmanckî kiriye û her wiha Kurmanciya endamên malbatê jî çêtir kiriye.

Yazarın diğer yazıları