Her pirtûk di bedena Kurdî de nefesek e

Pirtûka helbestan a li ser ola ezdatiyê ji aliye nivîskar Medenî Ferho ve hatiye nivîsandin, bi navê ‘Lebşerîna Ezda’ derket.

Lebşêrîna Ezda ji 365 çarîneyan pêk tê. Di destpêka pirtûkê de, niyazên ayinxanên Ezdayî ye, piştî silava dergehên mewlewî, çarîneyên ji despêka avakirina cîhanê, têkiliya mirovan, pîrozî, nirx û niyazên têkildarî Ezda, ezman, ferîşteh, ax, av û agir, hewa û afirger, mirov û afirgeriyê cih digirin.

Gotin pîroz e

Medenî Ferho di helbestên Lebşêrîna Ezda de, daye xuyakirin ku li pey nivîskariya Kurd, bi taybetî li pey helbesta kurdî, çend hezar sal hene. Li Kurdistanê, bi taybetî di ola ezdayî de, di upanîşadên Zerdeşt û hemû pêşêngên civakî de, gotin pîroz hatiye dîtin. Gotin wekî sozê, wekî bext û girêdana bi mirov, xweza û jiyanê ve hatiye bikaranîn. Di gelek serdeman de Vandîdata Zerdeşt wek destûrnameya civakî hatiye bikaranîn.

Nivîs û nivîsandin demeke dirêj hatiye qedexekirin. Ji ber qedexe û tunekirina çand û zimanê Kurdî, ne tenê pirtûkxane, bi giştî magazîna çanda kurdî ji holê hate rakirin.

Di mekan de dîrok hatiye tunekirin, di mirov de fîlozofî û ziman hatiye tunekirin. Lewma her pirtûka bi zimanê Kurdî tê nivîsandin, di bedena Kurdî de nefesek e.

Çanda Kurdî, nivîskarî û afirgeriya kurdî, di qonaxek dîrokî de ye. Di vê qonaxa krîtîk de, pêdivî bi afirgeriya nivîsandina zimanê kurdî, di her dabaş û babetan de heye. Bi vî rengî em dikarin li dijî talangeriya çanda rawestin, li dijî asîmlasyon û otoasîmlasyona zimanê zikmakî derkevin.

Zimanê Kurdî ola kevin a Kurdan Ezdayî

Nivîskar Medenî Ferho bal kişand ser pirtûka Lebşêrîna Ezda û da xuyakirin ku Lebşêrîna Ezda jî îdîa ku zimanê kurdî ola kevin a kurdan Ezdayî, di çarçoveya derfetan de, bi zimanê helbestê hatiye vegotin û wiha got: “Ola kurdan a kevin, yanî Ezdayî, bûye bingeha hemû olên ‘semawî’, navê ola cihuwan jî ‘Yahuda’ bi navê Xwedanê şevûrojê ya ‘Xweda hû’  ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found