Her tişta me ne

AHMET KANBAL / MA / ŞIRNEX

Dengbêj û çîrokbêj Mihyedîn Duymak ji zarokatiya xwe ve çîrokên Kurdî berhev dike û dinivîsîne. Duymak dixwaze van çîrokan bike pirtûk. Duymak diyar kir ku ji bo vê yekê, pêdiviya wî bi piştevaniyê heye û gotm “Ev çîrok evîn û şerê me ne. Divê em xwedî li wan derkevin.” Çîrokbêj û dengbêj Mihyedîn Duymak ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî, li ser banga Hozan Şemdîn a di bernameya Şevbihêrka Dengbêjan a di Roj TV´yê de sala 2008’an dest bi berhevkirina çîrokên qet nehatine nivîsandin kir û ew berhev kirin. Duymak heta îro 32 jê çîrok, 38 lîstik û bi giştî 642 berhemên Kurdî nivîsandin. Ev berhem para bêhtir ên herêma Botanê ne. Duymak dixwaze van çîrok û lîstikan bike pirtûk.

 Pêşî xwendekar paşê mamoste

Duymak sala 1958’an li gundê Deştalela yê Cizîrê tê dinê. Piştî ku gundê wan ji aliyê dewletê ve sala 1994´an tê valakirin, li navenda Cizîrê bi cih dibe. Sala 2006’an bi vekirina Komeleya Bipêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a ku dewleta Tirk ew niha ji nû ve girt, bi ciwanan re dest bi xendekariyê kir. Piştî astên xwendekariyê xelas kirin, rêveberî û mamostetiya KURDÎ-DER’ê kir.

Çîrokên ji ber zarokatiyê mayî

Duymak da zanîn ku çîrok ên ji zarokatiya wî ne û got, “Çîrokên berhev kirin, bêtir ên min di zarokatiya xwe de li gund guhdariya wan kirî ne. Çîrokên min berhev kir tenê yên di hişê min de mayî ne. Niha 32 çîrok di destê min de hene. Çîrokên zarokan, evînê û şer in.

Çîrokên dirêj hene. Çîrokên kurt hene. Min ji bo bibe pirtûk amade kir. Ev çîrokên ji zarokatiya min mane. Beriya Cizîrê qedexe bikin hiş û bîra min gelekî baş bû. Min hemû çîrok di hişê xwe de digirtin.” Çîrokên wî devkî gotine, dema dinivîsîne, çi hîs dike? Bersiva wê ev e: “Dema ez çîrok, stran û lîstikan dinivîsînim dixwazim bi tenê bim. Dema ez dinivîsînim, cihana min diguhere. Min dibe û diçe. Ez xwe di cihanek din de hîs dikim. Ez xwe di nav civateke din de hîs dikim. Ez xwe wek gera li ser deryayê hîs dikim.”

Çîrok biçin civak jî diçe 

Duymak anî ziman ku ji bo van çîrokan bike pirtûk pêdiviya wî bi piştevaniyê heye û wiha peyivî: “Ev çîrok çanda me ne. Veşartî û bêxwedî man e. Çawa ku li herêma Botanê kes lê xwedî dernakeve, her wiha li herêmên din jî kes li wan xwedî dernakeve. Hema bibêje li herêma Amed û Serhedê çîrok nemane. Heke em jî biçin dê hemû winda bibin û bên jibîrkirin. Dema mirov çand, dîrok û çîrokên xwe winda bikin, dê civakê jî winda bikin. Ev çîrok evîn, şer û her tiştê me ne, divê em xwedî li wan derkevin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found