Heramî qebûl nekirin

Elewiyên li Ewrûpayê bi pêşengiya rêxistina xwe AABK´yê dagirkeriya bi qeyûm a şaredariyên Kurdistanê rûreş kir. Di çalakiyên bi destegulên reş ên li ber konsolosxaneyan peyama, em ê îradeya gel teslîmî heramiyan nekin hat dayîn.

Bi banga Konfederasyona Yekîtiyên Elewî ya Ewrûpayê (AABK) Elewiyên li Ewrûpayê doh li ber konsolosxaneyên dewleta Tirk li seranserê Ewrûpayê çalakî li dar xistin û destegulên reş danîn ber wan. Elewiyan bi vê yekê dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi qeyûman rûreş kir.

AABK´ê di banga xwe ya ji bo çalakiyê de gotibû, “Em ê îradeya gel teslîmî heramiyan nekin” û li ser banga wê di serî de Berlîn, Mainz, Dusseldorf û London li gelek bajarên Ewrûpayê, li ber konsolosxaneyan saet 11:00´an çalakî hat kirin. Di vê çalakiyê de Elewiyan destegula reş danî ber deriyê konsolosxaneyên Tirk. Kurdistaniyên din jî destek da çalakiyan.

Hezar silav ji Amedê re

Li paytexta Elmanyayê Berlînê di vê çarçoveyê de li ber sefareta dewleta Tirk bi girseyî çalakiyek bi rê ve çû. Seroka duyê ya Mala Cemê ya Berlînê Yemlihan Koç daxuyaniya AABK’ê xwend û got, “Em qeyûm qebûl nakin. Tevî hemû hêzên demokrasiyê, em ê li dijî rejîma yek zilamî û zextan serî netewînin. Em ê li berê çong daneynin. Em careke din dixwazin tavilê şaredar li wezîfeya xwe bên vegerandin.”

Parlamenterê eyaletê yê Partiya Çep Hakan Taş jî got, dagirkirina şaredariyan darbeyek e: “Em vê kiryara nehiqûqî li ber sefareta Berlînê bi hişkî protetso dikin.”

Li ser navê HDK Berlin Brandenburgê jî Seher Yeter got, “Em ê dest ji îradeya xwe bernedin, îrade ya gelan e. Hezar silav ji Amedê re.”

Li bajarê Elmanyayê Mainzê li pêşberî konsolosxaneya Tirk jî çalakî hebû; çalakgeran destegula reş li vir danî ber konsolosxaneyê. Serokê Mala Cemê ya Wormsê û Rêveberê Herêma Rheinland Pfalzê ya AABK´yê Îrfan Kandemir jî daxuyaniya AABK´yê xwend û dagirkeriya bi qeyûman şermezar kir.

Li bajarê Elmanyayê Düsseldorfê jî bi alayên AABK´yê komek civiya û xespkirina îradeya gel protesto kir. Nûnerê AABK´yê li vir got, “Desthilata heyî, bi pratîkên xwe dike ku em ji bo desthilatên serdema darbeyên eskerî jî bibêjin, rehme li bavê kefendiz; kir ku em bibêjin, sal bi sal xwezî bi par. Ev pêkanînên hanê eşkere nîşan didin ku êdî kontrol ne di destê wan de ye.”

Em ê ti carî qebûl nekin

Li paytexta Ingilistanê Londonê jî, Federasyona Elewî ya Brîtanyayê (BAF) çalakî organîze kir li ber sefareta dewleta Tirk. Çalakgeran dagirkeriya bi qeyûman weke faşîzan bi nav kir.  Rêveberên federasyonê jî desteguleke reş danî ber deriyê sefaretê. Li ser destegulê jî nivîsa “Îradeya gel nikare bi qeyûm bê desteserkirin.” Rêveberên BAF´ê xwest tavilê şaredar li wezîfeya xwe bên vegerandin.

Doh û pêr wekî din li bajarên Stuttgart, Hildesheim, Dortmund, Hannoverê, Atîna, Uppsala û li Cenevreyê jî li ber nûneriya Neteweyên Yekbûyî çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan li dijî dagirkirina şaredariyan bi qeyûman hebûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found