Herkesî cejn pîroz kir, wan kolan paqij kir

Her kes cejnê pîroz dike, lê karkerên bajarê Helebê kolanên bajêr paqij dikin. 80 karkerên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê, cejna wan ji yên din cudatir e. Li gel ku tevahiya civakê cejna Qurbanê pîroz dikin û serdana hev du dikin, karkerên paqijiyê roja xwe bi paqijkirina kolanên taxan destpê dikin. Armanca wan ew e, parastina paqijiya kolanên ku bi zarokan qerebelix bûne. Di roja yekemîn a cejnê de karkerên paqijiyê kolanên taxê paqij kirin. Lê di roja din de ji ber kombûna gemarê, karê wan bû du qat. Karkerên paqijiyê 17 saetan bi nobet û dorê kar dikin. Nobeta pêşî saet ji 6:00`an heya 15:00’an e.  Nobeta paşê saet ji 15:00`an heya 23.00’an didome.

Em di cejnê de kar dikin

Karkerê paqijiyê yê bi navê Îsam Şêx Ehmed li ser mijarê peyivî û bang li şêniyên taxê kir ku bi wan re hevkar bin da ku bajarê wan bedew bibe, ji ber ku paqijî nîşana şaristaniyê ye. Girêdayî heman mijarê berpirsê karkerên paqijiyê yê bajarê Helebê Şoreş Meydanî jî diyar kir ku di rojên cejnan de jî karkerên paqijiyê wek rojên din karê xwe dikin.

HELEB

Yazarın diğer yazıları

    None Found