Hêrsa xelkê li dijî xiyanetê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê Abdulkadîr Aslan (Şahîn Dîcle) de daxuyaniyek da. Aslan 5’ê Tîrmehê li Qendîlê tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevalê Şahîn timî bi rola xwe ya milîtanî û pêşengiyê tevgeriya, di nava têkoşîna PKK’ê de bi kedeke mezin, fedakarî û milîtaniyê bû pêşengekî mînak. Hevalê me Şahîn di nava têkoşîna PKK’ê de di temenê ciwantiyê de gelekî bi pêş ket. Bû kesayeteke mînak ku li ruhê berxwedana sûrê û ruhê bexwedana Amedê tê.

Bi bîranîna xwe biryardarî û misogeriya serketinê weke wezîfe ji hevrêyên xwe re hiştiye. Serketin soza me ye ji bo hemû şehîdên me.”

BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found