Heskîf û lieu de mémoire

Dîmen û hêza dîmenan ji ber ku ji kêlî û kêliyan wê de ye, tesîreke wan a gelekî xurt heye. Ango dema mirov dibihîse li deverekê zarokek li ber ava lehiyê çûye, tesîra wê yeke din e, lê dema mirov wêne û dîmenên wê bibîne, mirov ji agahiyê bêpar jî be, tesîreke giran li ser kesê dîmen yan jî wêne dîtî dimîne. Dema ku dîmenên li Heskîfê bi dînamîtan teqandina hin deverên şikeftên verotî, rûxandina zinarên di ser şikeftan re, dagirtina şikeftan bi keviran belav bûn, ya pêşî bi laş û bedena mirovî ve digire, tevzînok in, tevzînokên ku xwe ji laşê mirov ber bi jêr ve berdidin. 

Ew heybeta dîrokeke hezaran salan bi derbên bêrehm ên dînamîtan tê şikandin. Ya dişike ne tenê ew heybet e, rûmeta xelkê wê deverê ye jî. Heskîfa ku weke mekan beşeke girîng a bîranînên gelek kesan e, di heman demê de ji unsurên sereke yên arkeolojîk, mîmarî û dîrokî ye ku bi nasnameya Kurdistanê ve ya Kurdan ve kelijiye, heta reng dayê. Ji ber vê yekê jî ev êrîşa bi dînamîtan, ji bo devereke ku jixwe, armanca dewleta dagirker a Tirk ew e, bi gewimadnina ava mezin li devera germavê bi bendava Ilisuyê, av bide serê, ji ecêbekê û wêde kirineke pirralî ye.

Aliyekî vê kirinê qirkirina çandî nasnameyî ya li dijî gelê Kurd e. Peyama sereke ya vê texrîbatê ew e, ez ê bikim ku av bide ser û bi ser de jî sibe du sibe, ez ê bikim ku tiştekî li te vegere nemîne. Av li vir bimiçiqe jî ev dîrok, ev mekan, bîranên vî mekanî wê bi ti rengî nemînin, neyên vegerandin. Ango, dema min av gewimandin û kir ku bide ser Heskîfê, sibe du sibe jî wê derfeta te nemîne ku tu vî mekanî restore bikî, birînên vî lieu de mémoire*, ji nû ve bikewînin. Ango li aliyê din jî hewldana tinekirineke mutleq li ber çavê me ye. Û gelek Kurd ên ku Heskîf ji bo erdnîgariya wan Kurdistanê yek ji lieu de mémoire´an e bi dîmenan dîtina vê peyamê, divê ji şokekê û wê de, êrîşeke li dijî hebûna wan be. 

Li vir pirsek xwe dide der, Kurd çawa ji vê rewşê nerazî ne, çawa li ber xwe didin, bi çi li ber vê qirkirinê disekinin? Ango pirsa, kî li kû çi dike, da ku pêşiyê li vê qirkirinê bigire. Texrîbata li heskîfê, bi rengekî ji rengan li mekanên berxwedana xwerêveberiyê jî li dar e. Ev der ji bilî ku dîrokî bin, di dîroka berxwedana gelê Kurd de xwedî cihên girîng in. Sûr a Amedê li cihekî, Cizîr û Nisêbîna serhildanan li aliyê din, êrîş li dijî hebûna Kurd e; li dijî hebûna Kurd weke Kurd e. Bi vê xisleta xwe, pirsa me dikare bê berfirehkirin û em dikarin yeksertir bipirsin, ji bo parastina hebûn û xwebûna xwe weke Kurd em çi dikin, em xwe didin ber birêxistinkirineke nerazîbûnan a çawa? Ew hêz û xurtiya gelê Kurd heye ku pêşiyê ji nû ve li dagirkirina erdên Kurdistanê bigire û li ber dagirkeran bibe bendek bihêle ku nikaribin Kurdistanê talan û çand û nasnameya gelê wê tine bikin. Ji bo vê gava pêwîst birêxistinkirina nerazîbûnê û serhildana muhtemel e.  

* Mekanê bibîranînê têgehek e ku dîrokzanî fransî Pierre Nora bi pêş xistiye û li gorî wê bibîranîna kolektîf a komekê li hin mekanên diyar krîstalîze dibe û weke stûna xwe spartinê ya dîrokî-civakî diyarker e ji bo wê çanda birbîranînê (milet, koma dînî, civakeke diyar). 

Yazarın diğer yazıları