Hest, kela can û ziman di aşê asîmîlasyonê de

Têkiliya mirovan bi zimên re pîroz e. Sedema vê jî ew e ku tevahiya hezkirina mirovan bi hawîrdora wan a civakî re, ji dê dest pê dike heta bi kesên mirov ji xwe û me re li deverekê rasta wê/wî tê diçe, hemû bi rêya zimanekî dibe. Ango tevahiya bîranîn û tecrûbeyên mirovî ku mirov dikin ew kesê mirov ew e, bi rêya zimanekî mumkin in. Zimanê bi dengan, bi îşaretan, bi bîhnan, êdî bi çi dibe bila bibe, ew ziman û ew tecrûbe bi hev ve girêdayî ne. Roj xêra wê bi zimanekî dayî zaroka we, wê ti carî rojxêreke bi zimanekî din şûna wê ji bo zaroka we negire.

Ew hezkirin, ew jidilî û pakiya hingê wê zarokê hiskirî, tenê bi wî zimanî mumkin e. Ew kêlî û ew hest êdî tenê bi wî zimanî digihîjin wê zarokê. Ev ji bo tevahiya kêliyên jiyana me lê ye. Ango Bîranîna me ne tenê hin naverok û wêneyên xav û tamsar tomar dike, ew hest, bîhn, reng û kela canê mirovî ya wê kêliyê jî bi wî zimanê ew kêlî pê peyde bûye pê re tomar dike.

Ji ber wê ye, gelek ji me navên ku kalik û pîrikên me, dê û bavên me li me kirî, ji bo zarokên xwe jî bi kar tînin; bi gotinên wan kêfa xwe ji me re dianî, kêfa xwe bi hin tiştan tînin, bi hin kesan tînin; em weke wan hez dikin û dema em vê dikin, em bi tenê dikarin bi gotinên wan vê bikin. Ji ber wê ye ku li gelek deveran êdî asîmîlasyona zimanî bi ser ketibe jî, ew çend gotinên tesîrker mane; hema te dît keseke bi yek lefzê bi Kurdî nizane diyar, ji keçika xwe re got, "pisîka min"! Wey tu bi Kurdî dizanî? "Nexêr, dapîra min ji min re digot, bi ya min tişta ku mirov dikare hezkirinê ji bo keçekê herî xweş îfade bike, ev peyvên bi Kurdî ne."

Lê tenê ew peyvên Kurdî mane, ew jî ne ji dê û bav, ji dapîrê. Ango asîmîlasyona zimanî bi temamî biserketî diyar jî be, bi temamî ne serketî ye. Ev yek demeke dirêj dewam dike, carinan du nifş carinan jî sê nifş di ser nifşê di warê zimên asîmîlekirî re derbas dibin, heta ku pêvajoya qirkirina zimên, yan jî lînguîsîd û ya rastî şiklekî qirkirin (jenosîdê) bi ser keve.

Di rewşa bindestiyê de, dema ku komekê, civakekê ku xwedî zimanekî ye, kevirê xwe danî erdê, destê xwe ber xwe re berda û dest nehilanî ango li ber xwe neda, êdî ev pêvajoya asîmîlasyonê bivênevê ye. Ti tişt nîne ku di rewşa serî tewandinê de neqewime. Ji ber wê ya muhim ji bo dê û bavan û ji bo nefsên civakekê ku naxwazin zimanê xwe ji dest bidin berxwedan û rika ferdî, birêxistinkirina berxwedan û rika malbatî û di ser wê de jî beşdarîbûn û birêxistinkirina berxwedan û asabiyeta civakî, qewmî ye. Bi vê asabiyetê ew dikarin zimanê xwe di rewşeke bindestiya siyasî de jî biparêzin.

Lê belê ji ber ku pirraniya ferdan, pê re jî dê û bav dema li siberoja zarokên xwe difikirin, hesabê tecrûbeyên xwe dikin û gelek caran naxwazin zarokên wan bi tecrûbeyên wan re ku bi ya wan zehmet yan jî ne baş in, rû bi rû bimînin. Ev amadebûna hevkariya bi desthilatdariyê re ye, ku dike dê û bav xwe neçar his bikin ku divê ew zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekin da ku ew bi tecrûbeyên nebaş, ên ku ew bi wan re rûbirû man, rûbirû nemînin. Tişta em jê re gelek caran bi şaşî xwe bi xwe asîmîlekirin yan jî otoasîmîlasyon dibêjin ev e. Lê ev ne asîmîlasyoneke bi dilê xwe ye. Ev asîmîlasyoneke bi darê zorê ye û ji bo dê û bavan jî biryareke rehet nîne ku gelek caran bi trawmayan ve peywendîdar e. Ev encama trawmayan e û di encama reaksiyonên muhtemel ên siberojê ên zarokan dikare rê li ber trawmayên nû jî veke. Ji ber wê karê herî maqûl divê rewşê de hevdu serwextkirina li ser vê rastiyê ye, da ku em karibin vê coka avê dibe ser aşê asîmîlayonê bixetimînin.   

Yazarın diğer yazıları