Hestek me ya veşartî Bêrîvan Hejar

Bêrîvan Hejar gerîlaya jin e ya ku beriya bi çend rojan di êrîşa hewayî ya artêşa têkçûyî ya Tirk de li gel sê hevalên xwe şehîd bû. Mirov her carê ku li wêne û dîmenên wê temaşe dike, mirov ji xwe re dibêje xweziya careke din dem paşde vegeriya û Bêrîvan dîsa ji dayik bibûya. Ew ji dayikekê bû ku tu caran serê xwe li hember çarenûsa nivîsandî ya ji bo jinan netewend û li pêş çavên matmmayî yên zarokan qêmîşî canê xwe kir.

Bi hestên nîvcomayî yên dayika xwe mezin bû û li wateya jiyanê di ciwaniya bêdeng a dayika xwe de geriya. Gula naz a Urmiyê êdî ji bo rojekê bibe Bêrîvaneke welatê tije ji êşên diya xwe bêsebirane roj dihijmartin. Roj hatibû lê Bêrîvan jî êdî dayikek bû, êşên dayika xwe bi xwe re anîbûn heta ciwaniya temenê xwe. Kurê wê Hejar berbangekê xwatirê jê xwestibû û berê xwe dabû çiya. Hejar dikir bibe navê têkoşîna dayika xwe. Weke ku Hejar rêyeke dirêj û bêdawî ji heqîqetê ji Bêrîvanê re vekiriye, bi her dengê lingê çûyîna Hejar hestên wê yên ji bo çûyînê geştir dibûn.

Bêrîvan li pey şopa Hejar û ji rika bidawîkirina serpêhatiyên bi êş ên xwe û dayika xwe berê xwe da çiyayên azad. Bêrîvanê berê xwe da çiya da ku êdî zarokên wê li pêş çavên xwe nebin şahidê serpêhatiyeke din a bêdayiktiyê. Bêrîvanê digot, min dawî li van çîrokên bê wate anî û min got, bes e! Û wer ji xwe re temaşe bikin li van çiyan, serpêhatiyên wek yîn Bêrîvanê çiqas zêde ne ku roj wê têrê neke em behsa hemiyan bikin. Dayika fedakar a Hejarê gerîla bixwe îro wer nêzî kurê xwe bûye ku heta em hesteke wisa nejîn, em ê newêribin behsa wan hestên pîroz bikin. Îja ev ji bo jineke wek Bêrîvanê ku bi hestên mezin dest bi her roja xwe ya gerîlatiyê dikir, pênase nabe ev hest. Ji bo zarokên xwe bûbû dayika herî baş û ji bo rêhevalên xwe jî bû hevala herî baş. Li cihê Bêrîvan lê, qet nedihat bîra mirov ku zehmetiyên jiyanê hene. Şevê beriya hemiyan radiza, sibehê beriya hemiyan ji xewê radibû, beriya te bi hewara te ve dihat. Beriya tu biaxivî, gotina dilê te ji te re digot. Beriya tu bigirî ew digiriya, beriya bikenî, ew dikenî û beriya biçî ew diçû. Ne ya xwe bû Bêrîvan ya 3 zarokên li pey xwe hiştibû, ya cîranên ku hêj behsa wê dikin bû. Ya Hejarê xwe yê gerîla bû, ya me hemiyan bû Bêrîvan. 

Û gelo rojek tê bîra kesî ku Bêrîvanê li gel êşên ku bi salan kişandibû, rojekê behsa xwe bikira, te digot û wê bêdeng tu guhdarî dikir. Li pişt wê bêdengiyê lêvên wê dilerizîn ji serpêhatiyên her jineke Kurd a êşkişandî. Lê dadiqurtand kelegiriya dilê xwe yê mezin, ji bo ku te xemgîn neke. Bêrîvan hestên veşartî ya me hemû jinan bû, gotina negotî ya li ser lêvên me bû. Dayik- xwedawenda pîroz ku em hemû di hestên xwe de xwedî û himbêz dikirin…

Yazarın diğer yazıları