‘Heta Şengal rizgar nebe ez nakenim‘

Şengal rastiyek sedsala me ya ku em çi bikin jî nikarin jê birevin. Hovîtiya ku li Şengalê hatiye kirin nayê bi navkirin. Dibe em kesên ji dûr ve vê fermanê ji bîr bikin lê belê kesên ev ferman jiyane di her kêliya xwe ya jiyanê de di bîra wan de ye ka duh çi hate serê wan. Her çend dema mirov dikeve nav pehnahiya çiyayên Şengalê ku tu dibêjî qey deryayeke di jor de ye, bêhna mirov derdikeve. Lê şopên jin û zarokên ku di wan rêkan de derbas bûne her li ser ruhê mirov giranî dike. Li Şengal her kes çîrokek wê heye, her kes bi seatan dikare behsa serpêhatiya xwe bike ku tu ji wan bi sedan roman binivîsî. Li ser rêya ku karwanê rêwiyan dema xwe ji bajêr spartine çiya hêj cilên jin û zarokan, sol û pêlîstokê zarokan bi cih maye. 



Lê di nava ewqas serpêhatiyan de ezê îro ji we re behsa Dunyaya 5 salî bikim ku wê demê biçûktir bûye jixwe. Çavê reş ê Dunyayê wer melûl û watedar mirovan temaşe dike ku tu carnan dixwazî awirên xwe jê birevînî, pirsa çima ev ferman bi serê me hat, di çavên wê de ye. Dapîra Dunya behs dike ku di dema fermanê de qêrîn û hewar bi her kesî ketî, her kes ketiye ser rêkan. Zarokên di rê de ji tirsan, ji birsan serê xwe danîne ser keviran û ji jiyanê re gotinê êdî em heta vir! Di vê mehşerê de keça biçûk a delal Dunya tenê bêdeng maye û jixwe re li bûyeran temaşe kirî. Qet neaxiviye, nekeniyaye û heta negiriyaye. Her kesê gotiye dibe ku aqilê xwe wenda kiribe, dibe ku di şokek mezin de be. Her tim bi karwanê rêwiyan re jî meşiyaye heta çiyan, nesekiniye, di rê de nemaye û negotiye ax! Îja paşê dema ew û malbata wê xwe digihênin çiyan derdor pê dihesin ku Dunya qet nakene. Ev mijar bala wan dikşîne, gerîlayên li wir ku gelekî ji Dunya hez dikin bi caran jê pirs dikin ka bê çima Dunya nakene. Pê re dileyîzin, henekan dikin, çi dikin nakin Dunya nakene. Dema pirs dikin îja bi bersivek ku hişê mirov disekene re rû bi rû dimînin. Dunya dibêje; ‘Piştî Fermanê min soz da xwe ez nekenim û heta Şengal rizgar nebe ezê nekenim.’ Şertên zehmet û rastiya mirov a civakî her tim dersên mezin dide mirov. Mirov bi qasî rastiya xwe ya civakî mezin û biçûk dibe, diyar dibe ku girîng temen nîne. Dunya di temenek ewqas biçûk de çawa gihiştiye wê baweriyê ku ken ji xwe re qedexe bike, çawan ji bo vê soza xwe pêk bîne ewqas bi biryardarî tev bigere, mirov ji xwe re şaş û matmayî dimîne. Bi seatan min ji xwe re li nav çavê Dunyayê temaşe kir, ez bûme heyranê biryardariya wê ya bê mînak. Min got ya her serpêhatiyek li vir ji xwe re ders û ezmûnek jiyanê ye, Dunya jî ezmnûnek mezin a biryardariyê ye bi dîtina min.

Dapîra Dunya ji me re digot piştî rizgarkirina Şengalê ew du rojan baş nerazaye, ji xwe re dîlan kiriye û keniyaye. Gelek kes ji bo vê yekê bawer bikin û bi çavê xwe bibînin çûne mala wan ji bo bibînin ka Dunya çawa dikene û çawa kêfxweş e. Dunya rastiya zarokên Kurdistanê ye ku wek welatê xwe jiyan dikin, wek welatê xwe xwedî ruhek azad û serhildêr in. Dunya îro ku me ew dît, dikeniya lê kenê li ser lêvên wê birînek di nav xwe de hewandibû. Di kortika çavên wê de te digot qeyê rondik miçiqiyane û bêdeng di halê xwe de mane. Piştî ewqas êş ku Dunya dikene tê wê wateyê ku jiyan li gel hemû nexweşiyên xwe jî bi kenê zarokekî bi wate dibe û wê berdewam bike. 

Yazarın diğer yazıları