Hevdîtina gelan

Ji Sala 1992´an ve gelê Kurd û dostên xwe weke kevneşopiyekê di Festivala Çanda Kurd de digihên hev. Gelê Kurd bi rêya vê Festîvalê ne tenê çand û hunera xwe pêşkêş dike di heman demê de peyam û helwesta xwe ya siyasî jî ji dinyayê re diyar dike.

Bi vê armancê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê bi slogana ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Rojava re’ li bajarê Holanda Maastrîchê di hevdîtina gelan de li hev kom bûn. Festîvala îsal tevî hemû astengî û qedexeyan jî pêk hat. Di serî de Dewleta Elmanya hemû xêrnexwazên azadî û biratiya gelan bû bend li pêşiya helwesta rewa ya gelan da ku neyên ba hev. Bêguman dil dixwest demeke ku êrişên topyekûn li dijî destkeftiyên Gelê Kurd li Başûr, Rojava û Bakûrê Kurdistanê hene qad bibe Qada Serhildanê. Dibe ku aliyekî meselê astengî û qedexe bin lê bi ya min divê em kêm xebata ku ji bo tevlîbûnê hatiye kirin jî rexne bikin. Di serî de Dewleta Elmanya ji bo astengiya çêke rê û rêbaz hemû xistin dewreyê. Li aliyekî destûr neda ku Festival li Elmanya pêk bê, li aliyê  din rê neda ku şirketên Otobusan otobusên xwe bidin Kurdan. Lê em baş dizanin ku dema mijar dibe Kurd berjewendiyên van dewletên qalkirî dikevin pêşiya her tiştî. Tevî hemû astangiyan jî ya ku dilê mirov xweş dike israra Gelê Kurd ya ji bo azadiyê ye. Çi dibe bila bibe kesên ku hatin qadê bi yek dengî peyama miliyonan dan. Hunermed Serhedo li ser dike gotinek balkêş kir, got, ‘dema Kobanê li seranserî cîhanê her kesî got bijî Kobanê bijî Kurdistan wê demê em gelek bûn me got bijî Kurd û Kurdistan em bimîn yek jî em ê bêjin bijî Kurd û Kurdistan’. Di eslê xwe de ev helwesta hemû kesên ku hatibûn Qada Festîvalê. Li qadê bi hezaran bi yek dengî li dijî  desteserkirina şaredariyên HDP’ê û peywirdarkirina qeyyûman nerazîbûn nîşandan. Weke her car dîsa Jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî xeml û reng dan Festîvalê. Saziyên siyasî û rêxistinan  stand vekirin. Hunermendan bi hunera xwe gel coşandin û siyasetmedaran peyamên xwe pêşkêş kirin. Di festîvala îsal de coşa gel baş bû, peyamên siyasî gelek xurt bûn lê rengê hunerî kêm bû. Carên berè standê destkarî, cil û bergên Kurdî em dibirin dem û dewranên berê. Îsal ya herî balkêş û xelk li dora xwe kom kir konê reş bû. Bi taybet Dayikên me li dora kon kom dibûn û tistên ku berê kiribûn dianîn bîra xwe. Tista kêm jî nebûna baxçê zarokan bû. Li gorî dîtina min diviyabû cihê zarokan hebûna da ku wan jî bikaribiya demeke xweş derbas bikin. Di Festivala îsal de rewşa siyasî bi mij û moran bû lê rewşa hewayê gelek baş bû. Piştî salên dirêj cara yekemîn hewa gelek germ û bi yek gotinê dikarim bêjim gelek xweş bû. Bi ya min ji bilî tevlîbûna kêm her tişt gelekî xweş bû.

Yazarın diğer yazıları