Hevdîtinên ji bo yekitiyê

Hevdîtinên HDP´ê yên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û pêkhatina Kongreya Neteweyî, li Hewlêr bi pêr û doh bi gelek aliyê siyasî re bi rê ve çûn. Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan a di şandeya HDP´ê de got, çavdêriyên wan derbarê hevdîtinan de erênî ne.

Şandeya HDP’ê ji roja şemiyê ve li paytexta Başûrê Kurdisanê Hewlêrê bi partiyên sîyasî yên Kurdan re hevdîtinan pêk anî. Piştî hevdîtinên li Hewlerê şande ber êvarkî çû Silêmanî. Armanca sereke ya serdana şanda HDP’ê ji bo Başûrê Kurdistanê, guftûgokirina yekîtiya neteweyî ya li gel alî û rayedarên Herêma Kurdistanê ye.

Şandeya HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan û Dîlek Boga pêk dihat, roja Şemiyê li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya. Mijara sereke ya civînê  yekîtiya neteweyî bû. Destûr nehat dayîn ku çapemenî civînê bişopîne.

Şandeya HDP’ê piştî serdana Mesûd Barzanî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên çû serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û li mala Nêçîrvan Barzanî ya li Hewlêrê hevdîtîn pêk anî. Li wir jî destûr nehat dayîn çapemenî civînê bişopîne.

Şandeya HDP’ê doh jî li Hewlêrê pêşî serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê (Hîzbî Şuî) kir. Sekreterê Giştî yê Partiyê Kawa Mahmût pêşwazî li şandeyê kir.

Çavdêriyên me erênî ne

Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn û Hevseroka HDP’ê Buldan diyar kir ku ew hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê didomînin, hevdîtinên wan bi giştî wê 3 rojan dewam bikin. Buldan li ser mijarê wiha peyivî: “Çavdêriyên me yên li ser hevdîtinê erênî ne. Divê yekîtiya navxwe ya Kurd demildest pêk were û kongra neteweyî bicive. Di hevdîtinên me de hate gotin ji bo yekîtiya Kurd ‘em pir dereng mane’. Tê nişandan ku ji bo Kurdan yekîtî çendî girîng e.”

Yekîtî ji bo Kurdan pirr girîng e

Buldan diyar kir ku Kurd li dijî şer, zext û zordariyan ku tê xwestin bi van dawî li destketiyên wan were, divê bibin yek û got, “Di vê pêvajoyê de yekîtî ji bo Kurdan pirr girîng e. Em behsa hevalbendiyê dikin, ev hevalbendî ji bo siberoj û azadiya Kurdan hevalbendiyeke girîng e. Wê siberoja Kurdan, sedsala Kurdan diyar bike.”

Rexne hebin jî divê diyalog bidomin

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî got, divê li çar parçeyên Kurdistanê ev diyalog werin geşkirin û rexneyên wan hebin jî divê diyalog bidome.

Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê, Kawa Mahmûd jî got, şertên Bakur pirr dijwar in û wiha peyivî: “Dewleta Tirk bi hezaran HDP’yî avêtin girtîgehan. Divê em partiyên Kurd destekê bidine wan. Em partiyên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî divê em torekê çêkin. Gav têne avêtin, lê divê em zêdetir biaxivin û çareseriyê bînin. Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat yek e. Em Kurd li ser vê bingehê divê bibin yek.”

Hewldanên dagirkeriya Tirk 

Şandeya HDP’ê piştî vê hevdîtinê, çû serdana partiyên Yekgirtû, Zahmetkêşan û Komeleyê jî. Di serdana Yekgirtû de şandeya HDP’ê ji aliyê Emîndarê (serok) Giştî yê Yekgirtûya Îslamî, Selahedîn Bahadîn û endamên Rêveberiya partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî Hevdîtina dualî ya HDP û Yekgirtûy Îslamî daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyanî li navenda Yekgirtûya Îslamî ji aliyê Endamê Rêveberiya Yekgirtûya Îslamî, Xelîl Îbrahîm ve hate dayîn. Xelîl Îbrahîm di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişand ser hewldanên dagirkeriya Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Çav li rê ye ku şande îro jî li gel YNK û Tevgera Gorranê hevdîtinan bike.

HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found