Hevgirtina li dijî dagirkeriyê

Piştî daxuyaniya Trump a li ser êrişa dagirkeriya Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê, Kurdistaniyan li seranserê Ewrûpayê nerazîbûna xwe nîşanda. Kurdistaniyan û dostên wan wekî din diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe misêwa dewam bikin.

Kurdên li Elmanyayê tevî dostên xwe pêr êvarê ûdoh sibehî jî daketin meydanan.

DUISBURG: Kurdistaniyan pankarta li ser “Dewleta Tirk ji Rojava bicehime” nivîsandî hilda û plana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Rojava teşhîr kir. Qisekeran jî got, “Plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk bi destûra DYE’yê kete dewrê. Lewma DYE, Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Tirk ji vê yekê berpirsyar in, hevparê sûcê qirkirinê yê li dijî Kurdan in.”

HAMBURG: Xwepêşandêr li pêşiya Rote Flora civiyan û ji wir dest bi meşê kir. Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe, xaka kesî dagir nekiriye û bêdengiya Elmanyayê û dewletên Ewrûpayê ya li pêşberî êrişên dagirkeriyê şermezar kir.

BREMEN:

Bi beşdariya nûnerên saziyên demokratîk, partiyên siyasî, parlamenterê Partiya Çep ê Bremenê Cîndî Tûncel û akademîsyen Çetîn Gurer mîtîngek tevî girseyeke xilbe çêbû. Qisekeran diyar kir ku dewleta Tirk bi êriş û dagirkirinê dixwaze destketiyên gelê Kurd hemûyan ji holê rake. Çalakgeran wekî din got, berxwedana gelê Kurd a li dijî faşîzmê wê bi biryardarî bidome.

MUNSTER: Kurdistanî tevî dostên xwe nîvê şevê li hev kom bûn û gefên êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de ala YPG’ê hate hildan. Aktîvîstên Elman jî tevlî çalakiyê bûn.

MANNHEIM:

Di çalakiya şermezarkirina êriûşkariya dewleta Tirk de bi daxuyaniyekê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk hat rûreşkirin, dirûşmên “Bijî Rojava”, “Terorîst Erdogan” hatin gotin.

GIESSEN: Di çalakiyê de Kurdistaniyên li herêma Giessenê û dostên wan amade bûn. Nûnerên Partiya Çep, Yekîtiya Suryaniyên Ewrûpayê, Internationale Bundnis, gelê Çerkez li meydana çalakiyê axivîn. Qisekeran got, hewldanek ji bo dagirkirina Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê wê neyê qebûlkirin û peyama “Em ê bi ser kevin” hat dayîn.

KOLN:

Bi beşdariya gelek hunermend û rêxistinên Elman dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê li dijî Kurdan hatin şermezarkirin. Qisekeran bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî û wan bi bîr xist ku sala 2015’an bi piştevaniya navneteweyî DAIŞ li Kobanê hatibû têkbirin.

ESSEN: Di çalakiya êvarê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Yilmaz Gultekîn axivî. Gultekîn polîtîkaya durû ya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê rexne kir.

SAARBRUCKEN: Çalakiya Kurdistaniyan li pêşiya Europa Galerieyê bû. Piştî axaftinan girseya gel li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiya. Li pêşiya şaredariya bajêr jî mîtîngek hate kirin.

HANNOVER:

Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan. Wan got, çi dibe bila bibe ew ê heta dawiyê Rojava biparêzin.

Kurd ne tenê ne

Li gelek bajarên Fransayê jî çalakiyên şermezarkirina dagirkerî û êrişkeriya dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê hebûn.

PARÎS: Hewldana dagirkeriya Tirk a li dijî Rojava hate şermezarkirin. Bi banga CDK-F, TJK-F, FEDA û nûnerên saziyên Fransî êvarê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê çalakiyê dest pê kir. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PYD’ê hatin hildan. Di çalakiyê de ji bo çalakiya Çarşemê li Brûkselê ya li ber parlamentoya Ewropayê jî bang hat kirin.

MARSÎLYA:

Kurdistanî êvarê li ber walîtiya Marsîlyayê û Konsolosê DYE’yê çalakî kirin. Di çalakiyan de gelek caran peyamên ‘Kujer Erdogan, hevkar DYE’ hatin dayîn. Li Marsîlayayê îro jî li ber nûnertiya Ewrûpayê saet 14.00’an çalakiyek bi rê ve diçe.

RENNES:

Çalakiyeke şermezarkirinê bi banga Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk û Komeleya Zîn hate kirin. Çalakiyê li Meydana Colombiayê dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan heta bi Meydana Republiqueê meşiyan û pankarta ‘ji dagirkeriyê re na’ hilgirtin.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found