Hêvî û Emerîka

Biryara serokê DYE yê Donald Trump bandoreke pir kûr li ser tevahiya dinê kir. Mirov dikare yên matmayî li ser çend beşan parve bike.

Beşek jê xêrxwazên Kurdan û gelên li Bakurê Sûriyeyê ne.Ew baş û qenc zanin ku pêşketina şoreşa Rojava, damezirandina Federasyona Bakurê Sûriyê û her wisa tevahiya destkeftên di heft salan de hatîn bidestxistin encama şerê man û nemanê yê di bin pêşengiya YPG û YPJ ê de ye.

Baş dizanin ku eger ne ew serhildana mezin a serdemê bûya, ne pêkan bû ku li wê herêmê gundek jî biketa destê gelan an jî gelên ku heta wê demê di dîrokê de nav û pênase jî ji xwe re neditîbûn.

Kurd, Aramî, Ermen, Tirkmen, Ereb û gelek yên din di encama wê serhildana di bin pêşengiya jin û xortên Kurdan de derketin ser dika dîrokê. Piştre û demên dirêj şûnde ji herêmê û dûvre ji tevahiya dinê tevlibûna wan hêzan pêkhat. Ew hêz vegeriyan Yekîneyên Eternasyonalîst yên di şerê navxweyî yên Spanyanyê de hatibûn avakirin. Wan jî wê demê wek dirûşme, digotin: Îro welat li ber Madrîdê ye.’

Wê demê ew yekîne bûbûn sembola hêzên antîfaşîst û nûnertiya şoreşeke nû dikirin. Lê mixabin, bi alîkariya faşîzma Elmanya ya wê demê ew hêzên ku hêviyeke mezin ji bo mirovahiyê radigihandin, têk çûn, ji hev belavela bûn. Dîktator Franko salên dûrûdirêj Spanya di bin nîrên pergaleke faşîst û stemkar de bi rê ve bir. Her wisa ew gotina ku dibêjin, zalim dûr an jî nêz wê leqayê belayê xwe were jî vala derket. Dîktator heta dawiya temenê xwe jî li ser kar bû, ne bû armanca tîr û guleyan, ne jî di encama bobelateke din de, nemaze li ser cih û nivînên xwe koça ber bi dojeha mirovahiyê kir.

Lê wek di hind kîtabeyên dîrokî de dinivîse û hind rêgezên etîkî jî destnîşan dikin, li cîhanê miradên wisa hene ku di riya wan de wendakirin jî bi qasî serkeftinê pîroz e. Ango yên serhildêr dibêjin; me serî hilda, em têkoşiyan û têk çûn. Lê yên di şûna xwe de rûniştî ji mêj ve wenda kiribûn.

Şoreşa yekîneyên li pêş Madrîdê jî gelek destkeft, tecrûbe û çandeke hevkariyê li dû xwe hişt. Gelek berhemên ku dûvre di nav yên klasîk de cih girtin jî li wir hatin nivîsandin û afirandin.

Mirov dikare şoreşa Rojava di wê beşê de wek helkefta duyemîn a cîhanê jî bi nav bike. Lewre bi wê giranî û berfirehiyê cara duyemîn mirovahî berê xwe dida beşek ji axa Kurdan ya wek Rojava dihat bi navkirin. Li hember hêzen wek Elmanya ku li Spanyayê risteke bêyom lîstibûn jî hebûn. Rusya û Îran di wê kategoriyê de bûn, Tirkiye ji xwe dijmina ewil, îroyîn û ya siberojê ye, ew jî rista xwe pêk tîne. Lê aliyê mathişt yê babetê jî ew bû ku cara ewil Emerîka û hêzên din yên Rojavayî li gel Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kar dikirin. Hêzên ku navê koalîsyonê ango hevpeymanan li wan hatibû kirin, li ser bingeha hêzên YPG,YPJ ê dihatin sazkarkirin. Piştre ew nav ji bo pêkhateyên berfireh jî xwe di nav de bi hêsanî bibînin, wek QSD ê dihat guherandin.

Kurdan di ti şêwe, awa û pergalê de hişkîtî nekirin. Li gel ku hêza mezin ya şerî yên wan bû, li gel ku berdêla herî mezin a madî û manewî jî wan dida, dîsa jî hembêza xwe ji her kes û hêzê re vedikirin. Li ser bingeha etîkî ya pêşketina herêmê bi hemû hêzên xêrxwaz re li hev kirin.

Gava hêzên tarî û barbar yên dijminên mirovahiyê ji herêma Kurdan an jî ji Rojava derxistin, dinya li bendê bû ku Kurd bêjin: me herêma xwe paqij kir, derba giran û kujîner me li DAÎŞ ê xist êdî ji bo me heta vir bes e.

Lê wisa nekirin berê xwe dan Reqayê, Minbicê gav bi gav, bost bi bost der û devera hêzên tarî li wir bûn kirin armanca hêzên xwe. Di encamê de ew hêzên ku ne pêkan bû hevpeyman wan têkbibin li ber şimaqên şoreşgeran wek libên tizbiyên qetiyayî li ber bê ketin.

Dost û dijmin her kes jî baş dizane ku eger ne hêza QSD ê bûya, ne Musil û ne jî Iraq ji destê tarîperestan derdiket. Lewra niha dijminên herî sereke yên hêzên tarî Kurd û Tevgera Azadiyê ne.

Li aliyê din di nav hêzên hevpeyman de ya herî zêde xwe nêzî Kurdan kirî Emerîka bû. Emerîka li gel ku ji destpêka şoreşa bakur û serhildana Tevgera Azadiyê ve tim û tim dijberî kiribû, her dem wek hevalbendê dewleta dagirker a Tirk kar kiribû, mîna ku polîtîka biguhere li gel hêzên Kurd rûdinişt, kar dikir, tevli şer dibû.

Emerîka hêzeke sereke ya dinê ye. li Başûr baş xerab bûbû sedema herêmeke federal û Kurdan karîbûn xwe ji terora dewleta Iraqê biparêzên.

Gelo, ew siyaseta li Başûr berdewam bû?

Ew pirs him dibû guman û him jî dibû hêvî, herdu alî jî sirûştî bûn.

Mixabin piştî daxuyaniya Tramp hêvî li holê nema, aliyê gumanbar bi ser ket.

Lê li gel hemû dijwariyên li benda me Kurdan jî divêt em ji bîr nekin ku pêşengên tevgerê ti car hebûna Emerîka wek hêvî pêşkêşî civatê nekirin.

Ti siyasetmedarên Kurd gotina: Emerîka ji bo me li wir e jî negotin.

Ji vir şûnde jî wê Kurd parastina rûmeta xwe berdewam bikin.

Belkî hindek din jî bar girantir bibe, lê encam wê nebe mîna serpêhatiya hêzên li ber Madrîdê.

Lewre Kurdistan ne tenê Rojava ye, bi dehan rojava di nav dilê Kurdistanê de veşartî ne.

Yazarın diğer yazıları