Hêviya xwe ti carî ji dest nede

Bêkar bû, destê xwe davêt çi karî di destê wî de pûç dibû, vala derdiket. Li rastî kê dihat bi awayekî jê re astengî derdixistin yan jî dixwestin xerabiyekê pê bikin. Lê wî li têkoşîna xwe ya jiyaneke birêkûpêktir dewam dikir. Dembidem tengav dibû, lê ji doza xwe venegeriya. Her cara ku dilmanî dida ber dilê xwe û digot: ’Ma ev çi ye, yên xelkê çi sosret bi serê wan de tên! Ma yên min jî pirsgirêk in?’ Hîna ew hizir di mêjiyê wî de bû, derbeke din ji jiyanê ango ji mirovan dixwar.

Hevjîna wî deriyê malê dadida, lêdixist û diçû. Gava pirsa wê dikir, jê re digot: ’Ez nema bi te re îdare dikim, debara me nabe û tu jî nikarî ji xwe re karekî peyda bikî, ez jiyaneke wiha naxwazim.’ Bi destê kurê xwe jî digirt û dida ser rêya venegerê.

Lê ji bo mêrî ev ceza pirr giran bû. Wî ji bo karekî baş û herî kêm ku têra debara wan bike, bibîne xwe dikir hezar parçe. Mixabin nedibû, li hev nedihat, mîna ku hind hêz qismetê wî girêdabin, ileh peşkek lêdiket û nedigihişt serî.

Lê ev ya jinê kirî jî nedihat ragirtin. Ya rastî ji bo debara malê çûyîn jî! Na na, ev ne hinde hêsan e. Mirov çawa dest ji hevjîna xwe, mal û pûngala xwe û ji lawikê xwe berdide? Ma ev lîstika zarokan e? Ha lawik, erê lawik jî bi xwe re biriye. Na, ew nikare vêna qebûl bike. Bilez lê digere û dibêje: ’Xanim, zû lêwik bîne, ez ê li lawikê xwe binêrim, ez ê wî xwedî bikim û mezin bikim. Tu dikarî li jiyana xwe ango jiyaneke baştir û dewlemendtir binêrî. Li min negire, ez nikarim lêwik bi destê te ve berdim. Wî werîne!

Lawik tê, lê ne di berîk de, ne di dest de û ne jî di hesêb de qirûşek jî nîne. Di ser de jî ew xwediyê malê yê qelew di her çûn û hatinê de rêya wî dibire: ’Hey… Ez ê hîna çiqasî li benda te bim!  Tu çima deynê xwe nadî, tu çima rojekê zûtir ji xaniyê  min dernakevî?!

Neçar e, bêdesthilat e, di cihana ku pere wek yezdanekî xwedî hukim e, di wê pergalê de ku ji bo jiyanê ti misogerî nîne, di wê hişmendiyê de ya kî karî kê bixapîne, mirov hind caran bêçare dibe. Mirovên hêja ne bi hezaran li ber kesên nehêja ne buhayê çayekê jî, serê xwe ditewînin.

Çawa ku pêşiyan gotibû: ’Hejarî mêran kotî dike.’

Xwediyê xanî ranaweste, bi ser de diçe: ’Baş e, nexwe xanî boyax bike, an jî kilîl deyne û biçe.’

Dest bi boyaxa xanî dike. hîn neqedandiye, li derî dixin. Yên tên polîs in: ’xêr e!’

Gereke tu bi me re werî. Ji ber deynê te em ê te bibin navendê. Bi ser û çavên bi boyax ve, mîna pêkeniyekê, wî dibin navendê. Divê şeva xwe li wir derbas bike. Çawa dibe! Lê lawik, lawik li hêlînê ye. Hawara xwe digihîne dayîkê, bi kotekî çareser dibe.

Roja din jî jivana wî ya karî heye. Ev derfeteke pirr girîng e. divêt ji dest bernede. Ew sibe ji navenda polîsan bi bayê bezê, bi leza birûskê derdikeve. Bêhn lê çikyayî xwe digihîne jivana karî. Lê ji bilî kesekî hatiye serlêdana şûnwarekî karî, nemaze dişibe dînekî ji nexweşxaneyê bazdayî.

Dest bi hîndekariyê dike, ew jî demeke dijwar e, lewre divêt heta jê re bibêjin, ’belê’, ew li hînbûna karî dewam bike. Tengav dibe, mixabin rê û rêbazeke din nîne.

Li gel lêwik vedigere malê lê çi bibîne. Firax li ber derî ne. Ji xanî hatine qewitandin. Bi destê lawikî digire û diçin. Cih nîne, war nîne, starek ku serê xwe têxinê nîne. Li rawestgehên trênan û di tuwaletan de radizin. Ya balkêştir jî ew e ku wê rewşê bi kurê xwe jî nade hîskirin, mîna lîstikekê saz dike.

Xwe davêjine bextê stargehên hejaran, derî bi derî digerin heta şûnwarekê peyde dikin.

’Li mala wî gava nan hebû dew nebû, gava dew hebûya nan tinebû, eger herdu jî hebûna vêca ew ne li malê bû.’ Di wan stargehan de jî av heye sabûn nîne, sabûn heye av nîne. Gava herdu jî hene vêca ceryan nîne ku firek av li serê xwe bikin.

Lehengê çîrokê dest ji têkoşînê bernade, hêviya xwe hîç ji dest nade. Tim dide ser neheqî, neqencî û bêşensiya xwe.

Di encamê de rojekê gazî wî dikin. Xwediyê kar ango berpirsên karê wî ne. Gava jê re dibêjin, me tu girtî kar. Rondikên bextewariyê ji çavên wî dişûjine xwarê.

Ev filma Will Smith çîrokeke ji rêzê ji xwe re wekî babet hilbijartiye. Li welatê me, li derdora me jî bi deh hezaran serpêhatiyên hevreng hene, lê hemû bi heman encamê bi dawî nabin. Di filmê de asoya lehengî bi qasî dîtina karî sinordar e û ew her lê digere ku bibe karkerekî baş yê pergalê. Di filmê de em sedemên bingehîn yên mirovî hinde hejar û ketî dikin, nabînin, lê ji xwe derdê filmê jî ne ew e.

Ya mirov ji filmê werdigire ew e ku di her mercî de jî mirov dikare hêviya xwe biparêze, ew hêvî dibe sedem ku mirov li jiyanê bimîne.

Yazarın diğer yazıları