Hêviyek ji bo Bîrgul

ÖZLEM KILIÇ / VERVİERS

Bîrgul dayika 4 zarokan e. Zarokê wê yê mezin 15 û yê piçûk jî sal û nîvî ye. Bi nexweşiya serdemê bi kansêrê ketiye û ji bo zarokên xwe li ber xwe dide.

Malbata wê nêzî 10 sal in, li bajarê Verviers ê Belçîkayê dimîne. Sala 2009´an ji navçeya Dersimê Hozatê bi hezar zor û zehmetî xwe digihînin Belçîkayê serî li penaberiyê didin. Lê Belçîka bi gelek bahaneyan penaberiya wan qebûl nake. Zarokên wan dest bi dibistanê dikin û serketî ne. Lê ji ber ku penaberiya wan qebûl nabe, nikarin ji alîkariyên sosyal sûdê wergirin û ev dike ku zêdetir bixebitin. Bîrgulê 2017´an bi zarokê xwe ya dawî ducanî dibe. Gelek êşê dikişîne. Piştî ku zarok tîne bawer dike wê ji êşa xwe rizgar bibe. Lê belê berevajî dawî li êşa wê nayê û rayedarên nexweşxaneyê xebera nebirxêr didinê û jê re dibijên kansêra rehmê li cem heye. Tevî hewldanan hemûyan jî nexweşî rîşên xwe li bedena Bîrgulê belav dike. Niha ji bo Bîrgulê kampanyayeke alîkariyê destpê kiriye. Ev kampanya pêşî li Verviersê destpê kir û niha berfireh bû. Gelek hunermend, rêxistin û komeleyên Elewiyan jî tê de cih digirin. Di vê çarçoveyê de 28´ê Hezîranê li bajarê Verviersê konserek bi navê ´Hêviyek ji bo Bîrgul´ tê lidarxistin.

Di konserê de hunermend Farqîn Azad, Ferhat Tûnç, Koma Sînemîlî, Umut Altinçag, Leyla Soysuren, Hozan Diyar, Hozan Kawa, Araz Guler û Dogan Çelîk derdikevin ser dikê. Konserê li “Hall de Gerardchamps Quai de la Vesdre, 20 4800 Verviers” pêk bê.

Ji bo têkilîdanîn û bilêtan hejmarên telefonan:

Köln: 00 49 157 72 938 589

Frankfurt: 00 49 178 60 99 528

Verviers: 00 32 484 96 29 04

Yazarın diğer yazıları

    None Found