Hêviyên siberojên azad

Her meheke salê ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke cuda ye. Meha Çile jî yek ji wan mehan e. Di vê mehê de gelê Kurd û jinan di oxira azadiyê de gelek pêşengên xwe yên biqîmet ji dest dan. Di sala 2015´an de dewleta Tirk li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê di bin navê ‘qedexeya derketina derve’ de li dijî îradeya gelê Kurd zilmeke ji dûrî aqilan da meşandin. Li hemû deverên ku qedexe lê hatibû îlankirin, gel tevî jin û ciwanên xwe ligel hemû êrişan bajar û navçeyên xwe neterikand û ji bo parastina vîn û hebûna xwe heta dawî li ber xwe da. Li Silopiyayê jî bi pêşengiya jinan xwerêveberî û xweparastin hat kirin. Pakîze Nayîf, Sêvê Demir û Fatma Uyar jî weke pêşengên berxwedanê, temsîliyeta nasnameya wêrektî, xwerêveberî û xweparastinê dikirin.

Wan dixwest mirovahiyê ji zilm û faşîzmê rizgar bikin. Wan dixwest ji bo civaka xwe hêviyên siberojên azad biafirînin. Lê dijminê mirovahiyê, dewleta Tirk di 5’ê Çileyê 2016’an de Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (TJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir qetil kir. Di şexsê Sêvê Demîr de têkoşîn û xeta azadiyê ya jinê hedef girtin. Pakîze Nayir ji ber ku Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê bû, ew vîna gelê Silopiyayê bû. Lewma di şexsê wê de vîna gelê Silopiyayê hedef hate girtin. Di kesayeta aktivîsta jin Fatma Ûyar de jî xweparastin, sekna xwerêveberiyê, xeta azadiyê, berxwedan û pêşengiya jinê, hedef hate girtin. Ev yek bi qetilkirina sê jinên şoreşger re bi sînor nema, heta roja me ya îro jî heman êriş ji hêla dewleta Tirk a mêtinger û rejîma faşîst û dîktator a Erdogan ve li ser vîna jin û gelan tê meşandin.

Zihniyeta li Parîsê komkujî kir û ya ku li Silopiyayê komkujî kir, heman tişt e. Siyaset û armanca wan yek e. Kujer heman kujer in. Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin. Ev komkujî, di şexsê wan jinan de yên ku jiyaneke mirovî bi rêxistin dikirin, li dijî mirovahiyê, li dijî berxwedêrên li hemberî zilmê, li dijî yên bi têkoşînê hewl didan rûmeta mirovahiyê rizgar bikin, hatin kirin. Bi van komkujiyan xwestin vîna jinên azad tine bikin. Di ser komkujiya Parîsê re 6 sal û di ser ya Silopyayê re 4 sal derbas bûn lê kiryarên komkujiyan hîn jî nehatine eşkerekirin. Ji bo ronîkirina komkujiyan, di serî de jin, her kesê li azadiyê digere xwedî li têkoşîna wan derket û bû şopdarê rêya wan.

Jinên Kurd çawa ku li dijî komkujiyên li Parîs û Silopiyayê derketin, li Kobanê, Serêkaniyê, Girê Spî û Şengalê çawa li ber xwe da û bi xweparastinê re bersiv da êrişan, wê di vê salê de jî bi yekîtiya neteweyî ya li çar aliyê Kurdistanê û birêxistinkirina siberojên azad ên jin û gelan re bersivê bidin êrişan hemûyan.

Yazarın diğer yazıları