Hevşaredarên jin zend û bend badan

Hevşaredarên jin ên HDP’î behsa projeyên xwe kirin û anîn ziman wê çawa pêk bînin.

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku îcraata ewil a qeyûman hedefgirtina saziyên jinan û bêerkirina van saziyan bûye û got: “Bi girtina van saziyan pergala hevserokatiyê jî kirin hedef. Ji encamên hilbijartinê jî diyar dibe ku gelê Êlihê pergala hevserokatiyê qebûl kiriye. Em tecrûbeyên xwe jî esas digirin û dibêjin em ê karibin çi bikin. Em çi bikin wê tevî biryara gel bê kirin.” Korkmaz bal kişand ser mijara bêkariyê û destnîşan kir ku Êlih yek ji wan bajaran e, herî zêde bêkarî lê heye û got, ew ê ji bo jin û ciwanan qadên îstîxdamê amade bikin. Bi vê re temsîliyeta jinê li hemû qadan pêk bînin.”

Jin xwedî gotin in 

Hevşaredara Erxenî ya Amedê Meryem Yildiz jî,got ew li gor daxwazên jinên Erxeniyî dixebitin û wiha peyivî: “Niha li Erxeniyê tişta ewil tê xwestin qadeke ku jin karibin bêhna xwe lê bidin. Ji bo vê em tevdigerin. Hat xwestin ji bo jinan qadên werzîşê bên afirandin. Me jî li taxê komplekseke werzîşê vekir. Jinên ciwan jî doza pirtûkxaneyê kirin. Niha em hewl didin li taxan pirtûkxaneyên prefabrîk vekin. Her wiha em hewl didin ji bo jinan firina nan vekin. Gelek projeyên me hene. Ji bo ev pêk bên xebatên me didomin.” n AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found