Hewildanên avaker ji bo Orkestraya Neteweyî

Hozan SEYIDXAN

Di sala 1990´î de hewildanên bipêşvexistin û dewlemendkirina Muzîka Kurd kete rojeva muzîkjenên Kurd. Armanc ji vê hewildanê ew bû ku muzîka Kurdan wek ya hemû gelan di asta gerdûnî de li gorî pîvan, rîtm, şêwaz û forma resen ya stranbêjî û muzîka Kurdî di asta pirrdengî de bê bipêşvebirin. Piştî gotûbêj û nirxandinan, fikra çêkirina orkesrayê kete rojêva saziya çand û hunerê.

Heger li Kurdistanê beriya vê hewildanê, bi navê pirrdengiyê û di çarçoveya senfonî orkestrayan de hin gavên piçûk (xasma li başûrê welêt) hatibin avêtin jî xuya ye ev awayê xebatan teng û lokal mane.

Yekem car e ku di asta înstrumentên biyanî û yên otantîk de di bin rêvebiriya profesorê muzîkê Îkbal Hîcab ê ji Rojhilatê Kurdistanê (Sineyî ye) de sala 1992´yan ji bo sazkirina orkestrayeke ji bo stranên gelêrî yên Kurdî û stranên nûjen,  xebateke mînak hate destpêkirin. Di vê xebata orkestrayê de tevî muzîkjenan, wek sed kesî hem koro hem jî solo beşdarî xebatê bûn. Vê xebatê çend mehan dewam kir, û li derveyî welat yekem car di warê mûzîka Kurdî de gaveke ev qasî girîng dihat avêtin.

Li gelek welatan hat birêxistinkirin

Di sala 1990´î de bi navê Orkestraya Muzîk û Stranên Kurdî li gelek welatên Ewrûpayê hate birêxistinkirin.

Piştî bidestxistina tecrûbeyan bi vî awayê amadekirina orkestrayan weke xebateke sereke di rojeva saziya Çand û Hunerê de ma. Li pey hev, di rêvebiriya Şehîd Serhad û muzîkjen Merdan de di sala 1994´an de bi beşdariya 70´ê kesî  orkestraya ji bo stran û muzîkên Kurdî hate avakirin. Êdin xebatên duristkirina orkestrayan weke kevneşopiyeke nûjen tim di rojeva saziya çand û hunerê da bû. Dîsa bi rêvebiriya muzîkjen Celîl Asît û Muzîkjen Wirya Ehmed de di sala 1997´an de bi beşdarkirina 60 kesî ji bo stranên gelêrî û otantîk orkestrayek hat amadekirin. Herî dawî jî bi rêveberiya muzîkjen Necat Emîn sala 2000´î bi beşdarkirina 75 kesan orkestrayeke pirrdengî hate sazkirin.

Bê guman ev awayê sazkirina orkestrayan nûjeniyek bû di muzîka Kurdî de, û bal jî bire ser xwe. Mixabin e ku ji ber hin sedemên esasî ji sala 2000´î ve ev awayê xebatên ji bo sazkirin û dewamkirina orkestrayan rawestiyaye.

Yazarın diğer yazıları

    None Found