Hewldan ji bo îtîfaqa Kurd

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî  diyar  ku weke PJAK hewldana wan a esasî ewe ku ew li Îranê weke aliyên Kurd yek deng û yek helwestbin. Moînî got: “Yek ji hedefa me ya siyasî ewe ku em weke aliyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê li Îranê mûxalefeteke Kurd saz bikine.” Der barê rojeva kongreya netewî de jî Moînî dibêje: “Em weke PJAK amadene her erkeke ji bo lidarxstina kongreya netewî bikeve ser milê me, pêk bînin.” 

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê Siyamend Moînî têkildarî biryarên ku di kongreya pêncemîn a PJAK’ê de hatin girtin, pêwendiyên di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, lidarxistina kongreya netewî ya Kurd, hilbijartinên ku çend mehên din li Îranê çêbibûn û siyaseta Îranê ya navxweyî çêbû, bersiva pirsên ajansa me dan.

 

Di kongrê de we li ser pêywendiya di navbera PJAK û partiyên siyasî yên din ên Rojhilatê Kurdistanê de guftûgo kir?

Me di kongrê de nêzîkatî û pêwendiya di navbera hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê de weke hedefekî siyasî destgirt. Dema derbasbûyî jî me girîngî pê dida lê emê ji vêya şûnde zêdetir hewl bidin û hedefa xwe ku pêywendiyan bihêztir bikin.

Hûn asta têkiliyên xwe yên bi partiyên din yên Rojhilatê Kurdistanê re çawa dinirxînin?

Weke PJAK di her aliyek de hewl didin ku li Îranê di navbera hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê de xebat bidin meşandin. Bê ferqeke îdeolojîk û li raboriya wê temaşe bikin, dikarin bibin xwedî gotineke hevbeş. Di meseleyên girîng de jî xwedî yek helwest bin. Bi şêweyekî bibin mûxalefetekî Kurdî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber vê yekê me çend proje pêşniyar kiriye ku em li ser guftûgo bikin.

Bersiva partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji vê pêşniyar û daxwazên were çawa ye?

Me serdana hindek aliyan kiriye. Yên heya niha em çûne serdana wan bi keyfxweşî vê pêşniyar û daxwaza me pêşwazîkirine. Nêzîkatî û dostaniyeke baş hebû ji bo yek dengiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Hêvîdarin ku bikarin van guftûgoyên xwe veguherînin gavên pratîkî. Ji ber vê yekê divê hemû alî bi berpirsyariyên xwe rabin û erkên xwe pêk bînin.

Têkiliya PJAK’ê bi Herêma Kurdistanê û partiyên wê re di çi astekî de ye?

Peywendiya me li gel partiyên Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakûrê Kurdistanê pir başe. Li gel tevan jî di warê fikrî û riwangeh de ciyewaziya me heye. Dîsa jî pêwendî û serdanên me ji bo bêne gel hev berdewamin. Em dixwazin û hewl jî didin ji bo pêwendiyên hemû partiyan bi hev re bihêz be û bikarin xizmetek ji gelê xwe re bikin.  

Berî niha bi çend rojan li Îranê zagona mafê hemwelatîbûnê ketiye nîqaşê. Ev zagon dikare guhertinekê di sîstema siyasî ya vî welatî de saz bike?

Hesen Ruhanî vê projeyê ragihand, ev gaveke baş e. Lê, em pêkanîna wê zehmet dibînin. Ji derveyî ku min go,t pêkanîna wê zehmete, em weke bangeşeyeke ji bo hilbijartinên dema pêş yên Îran ji aliyê Ruhanî ve dinirxînin. Armanca desthilat jî ewe ku bêjin me guh daye gelên Îranê û me azadiya wan zêdetir kiriye. Divê ev di konseya parlementoyê de were erêkirin. Yan hem di warê pêkanînê de hem jî di warê zagonî de wê bihêsanî ji aliyê Îtlaatê ve were redkirin û ti hêzek jî wê nikare pêşî li wê bigire.

 

Eger Konseya Parlementoya Îranê vêya erê bike, bandoreke xwe ya çawa dê ji bo gelên Îranê hebe?

Ev gaveke ji bo bi hev re jiyankrina gelên Îranê û parastina çand û nasnameya gelên li vî welatî de dijîn. Ne ku tişteke pir zêdeye, ev tişteke pir biçûk e li gorî tiştên ku em dixwazin û behsa wê dikin, biçûk jî dimîne.

 

Li beramber vê siyaseta Îranê peyama we ya ji gelê Kurd û tevahî gelê Îranê re çiye?

Di nava her sîstemeke dîktator de girînge ku civak bizane berjewendiyên xwe di çi de ye. Bi dîktatorî çar aliyên civakê dorpêç dike û têk dibe. Civaka Îranê jî divê xwe rêxistin bikin û nerazîbûnên xwe yên ji vê sîstemê derbirin û xwe rizgar bikin. Ji ber ku desthilatiya Îranê ne tenê di warê azadî û siyasetê de şikestxwariye, di mijara aboriyê de jî şikest xwariye.

Aboriya Îranê li yek ji parêzgeheke mezin a Îranê ya wek Kirmaşanê şikestxwariye. Rêjeya bêkarî gihiştiye sedê 40. Ji ber vê divê gelên Îranê daxwaza azadî, nan û mafên xwe bikin. Îran û sîstema xwe nikare ji daxwazên gel re bibe bersiv. Me pêşniyara konfederalîzma demokratîk kiriye. Di vê sîstemê de gel û hemû baweriyên cihêreng dikarin bi awayeke wekhev bihevre bijîn. Ji ber vê yekê divê civak xwe ji vê sîstema niha rizgar bike.

 

Dikare bêgotin Îran siyaseteke cûdatir ya aboriyê li Rojhilatê Kurdistanê birêve dibe?

Hîn ji dema şahê Îranê ve jî sîstemekî cûda li hember Rojhilatê Kurdistanê hatiye esas girtin. Ne xwastine ev herêm pêşbikevin. Ne tenê Rojhilat beşeke din a mezin a Îranê jî qeyraneke wiha dijî. Sîstan û Belûcîstan weke Kurdistanê ye. Xûsîstan ku li ser petrolê dirazê di heman rewşeke xirab de ye. Ev jêdera xwe ji gendeliya di nava sîstema Îranê de digire. Ji lewma dibe ku aborî pirsgirêkeke mezin ji bo dewleta Îranê û sîstema wê saz bike.

 

Donald Trupm dibe serokê Amerîka. Bi dîtina we ev guhertin wê bandoreke çawa li Îranê bike?

Kabîneya Obama ku ji lîberalan pêk dihat zêdetir nêzîkî sîstema Îranê bû. Hewl dida bi rêya aborî zext bike. Ev jî di oxira berjewendiyên hêzên mezin de bû. Lê daxwaz û bendewariyên gel ji vêya cûdatire. Niha yek ji wan wezîrê ku Trump destnîşankiriye tê gotin ku kesekî li hember Îranê hişke. Lê, em niha nikarin zêde bigihijin nêrîneke zelal di vê derbarê de. Dema pêşde wê siyaseta wan zêdetir zelal bibe, emê bikarin baştir li ser biaxivin.

Civîna sê alî di navbera Îran-Tirkiye û Rûsya de çêbû, ev dikare rê li ber çi vebike?

Gelek hevdîtin di navbera van hêzan de çêdibin. Li Iraq û Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de berjewendiyên van hêzan hene. Ev jî di çarçoveya berjewendiyên xwede ye. Destpêkê Amerîka hewlda mûdexeleya rewşa Sûriye bike û bêje ku em dizanin Tirkiye piştgiriya çekdarî ji bo eniya El-Nûsra dike, li dijî DAIŞ’ê. Her wiha mijara rewşa gelê Rojavayê Kurdistanê derkete holê. Tirkiye wek endamekî NATO’yê xwast vêya li ser esasê berjewendiyê xwe bikarbîne. Lê, hevseng gûherîn.

Ya me destpêkê dît, Esad bi temamî Sûriye girt, beşeke pir a eniya Nûsra û DAIŞ, çeteyên din Sûriye girtin. Ev bû sedem ku hevsenga hêz were guhertin. Piştre rûniştin jî li ser bingeheke din destpêkir, di nava hindek welatan de. Li vir jî bi pêşengiya Rusya, Îran û Tirkiye û Esad ku pêkhat, rola wan di têde heye. Tirkiye xwast peyamekî bide Amerîka û bêje ez dikarim ji NATO derbikevim, alternatîfa min jî heye. Ev jî peymana Şengaye. AKP bi vê siyasetê Tirkiyê berbi hilweşandinekî mezin ve dibe.

 

Bi dîtina we dikare bandorê li ser Rojavayê Kurdistanê jî bike? 

Bêguman. Her civîneke di navbera her sê welatan de çêdibe ne tenê Rojavayê Kurdistanê, bandorê li hemû Kurdan jî dike. Lê dibe ku bandoreke rasterast li Rojavayê Kurdistanê bike. Ancax, divê Kurd bikarin siyasetekî girîng û bihêz esas bigirin. Ji ber ku em di rewşeke nazik de ne. Yek dengî û yek helwestbûn di nava Kurdan de zehf girînge. Ji xwe Rojavayê Kurdistanê jî di vê hewldanê deye. Ew di siyaset û şer de jî pêşengiyekî baş dikin.

 

Li gorî nêrîna we di van şert û mercan de lidarxistina kongreya netewî dikare bandorekî çawa saz bike? 

Bêguman pir girînge. Dikare di siyaseta navnetewî de Kurd bike yek. Lê, mixabin ji ber pêwendiya hindek welatan bi hinek partiyan re li ser esasê berjewendiyên aborî heye, ev bû sedem ku kongreya netewî çênebe. Çi dibe bila bibe divê Kurd vê kongreyê lidarbixin.

 

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) banga lidarxistina kongreya netewî kir. Hûn weke PJAK ta çi astek piştgiriya vê bangawaziyê dikin?

Me piştgiriya vê bangewaziyê kir û pir jî girîng dibînin. Ji bo lidarxistina kongreya netewî jî amadene her erkeke bikeve ser milê me pêkbînin. Me ji hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî xwast ku em tev bihevre bi yek dengî beşdarî vê kongreya netewî bibin.

Em bi yekdengî tevbigerin

Çend mehên li pêş me du hilbijartin li Îranê çêdibin. Hûn dikarin çi pêşbîniyek di vê derbarê de bikin?
Wer diyare ku reformîst (Isleh teleb) dixwazin di vê hilbijartinê de reforman çêbikin. Beşek din a mûhafazekaran jî (Usulgera) dixwazin berdewamî bi vê sîstema niha bidin. Ya rastîn Îran xwe weke partiyekî birêve dibe.
ran bi vê sîstema xwe, dixwaze di navxweyî de mûxalefeteke sexte der bixe. Armanca wan ewe ku mûxalefeta esasî ya gel bêdeng bikin. Dixwazin mûxalefetê bêbandor bikin. Ruhanî bi karên niha nikare qet guhertinekê çêbike. Em jî weke her timî bûye, naxwazin ti demî di sîstemeke wiha de cih bigirin. Bi baweriya me ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Îranê dema vê sîstemê qediyaye.
Ji bo hilbijartinên konseya parlementoya Îranê jî, ji bo ew kesên ku dixwazin bibin namzet gelek astengiyan çêdikin, da nebin namzet. Wan kesan dipejirînin ku di serada sîstemê re derbas bibin û dilsozê sîstemê bin. Bi vî awayî wan jî ji nûnertiya gel dikarin qût bikin û bibin nûnerê sîstema Îranê. 
 Li gorî nêrîna we yek dengiya partiyên Kurd wê bandoreke çawa li ser hilbijartinên Îranê bike?
Helbet wê bandoreke xwe hebe. Pêşniyara me ji hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê re kiriye ewe ku bi yek dengî bikevin hilbijartinên Îranê. Em dikarin vêya guftûgo bikin, yek deng û yek helwestbin. Ev jî wê bandoreke xwe ya pir mezin li ser gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî bike. 

SORAN HISÊN

ANF/QENDÎL

Yazarın diğer yazıları

    None Found