Hewlêr jî di deryayê de dixeniqe

Ev çend roj in, ez li Hewlêrê me. Gelek tişt hene ku nabe mirov behsa wan neke û di ber re derbas bibe. Mixabin êdî Hewlêr ber bi bajarbûneke jirêderketî ve diçe. Mirov xwe li vî bajarî xerîb dibîne êdî. Gelek caran dema mirov di sûkên Hewlêrê re dimeşiya dengê stranên Kurdî, dikandaran bi dengê bilind bang dikir û mirov xwe baş his dikir. Lê ewqas Ereb ber bi bajêr ve hatine û lê bi cih bûne ku mirov dengên kurdî kêm dibihîze. Êdî gelek cihên pasajên mezin ên kirîn û firotinê di destê Ereb, Tirk û Farsan de ne. Hewlêr êdî bûye warê hinekên din û xelkê xwecihî yê bajêr jî di rêyan de û ber bi pêlên deryayan ve dixeniqin. Bi hêviya jiyaneke baş berê xwe didin welatê xelkê lê li welatê wan bixwe xelkê konê xwe danîye û cihê xwe xweş kiriye. Welat tê firotin bihost bi bihost li ber çavên me hemiyan û em bêdeng in. Mirovên vî welatî di deryayan de dixeniqin û xwe dispêrin himbêza celadên xwe û em bêdeng in mixabin. Hewlêr penaber dibe û di deryayê de dixeniqe û em bêdeng in.

Ji bo wê, ev çend roj in ku di nav bajêr de digerim, balkêş e ku rûyê gelek kesan xemgîn e. Tu ji kê dipirsî rewş çawa ye, bazar çawa ye, jiyan çawa ye. Dibêjin rewş xirab e, bazar tine ye, pere tine ye, meaş tine ye û hêviyek me ya ji bo jiyanê li vir nemaye. Li kêleka van hemû derdê gel, çavên mirov li kîjan dîwar, pencere û deriyî dikeve, wêneyekî Mesûd Barzanî daliqandine. Ev wêne gelo çi derdekî ji derdên giran ê vî welatî kêm dike. 

Dixwazin ji wan re vê bibêjin; Di serî de tuyê fêr bibî ku serokê te hertim Mesûd Barzanî ye û ne kesekî din, tuyê bi vê bawer bikî. Naxwe ti rêyeke din ji te re tineye. Jixwe yên bawer bikin, bi maşînên modela herî jor li pişt camên reş tên û toza xwe bi ser feqîrên li ber cadeyê rûniştine de radikin. Tu wê bawer bikî ku demokrasî bi kêrî vî welatî nayê, ger tu naxwazî, keremke rêya te vekirî ye, biçe û di rêyan de çi tê serê te ne girîng e. Ger ciwanek li vî welatî nemîne, ev dewlet û serokatî ji kê re ye gelo? Em dikarin vê pirsê jî bikin yan ew jî sûc e? Ger xelkê xwecihî axa xwe ji kesên biyanî re dihêlin, bi pereyekî kêm mal û milkê xwe difroşin wan û bi cih dihêlin û diçin, wê demê ew partiyên ku xwe wek nûnerên gel dibînin, di wê parlamentoyê de bi rojane li ser çi nîqaş dikin gelo? Bi gotineke din welat li ber avê diçe û hinek di xewa giran de ne mixabin. 

Di nav avahiyên bilind yên modernîteya jirêderketî de mirov hest, girî, kêfxweşî û derdê gel his nake, nabihîze û nabîne. Modernîteya ku ciwanan ji axa xwe dûr dixe, bêzar dike û dike heyranê xeml û xêza xwe ya derewîn. Modernîteya ku te ji bo xwe dikuje, bê cih û war dihêle. Modernîteya ku çav û guhê heyranên xwe wer kor û ker kiriye ku ji bo petrolê mirovan bi pêlên har re berdide û emanetî çarenûseke tarî dike. Hewlêr di çavê xelkê xwecihî yê vî bajarî de êdî ne ew bajarê berê ye, ji xwe biyanî bûye, xeyîdiye. Ciwanên bajêr buxçeka xwe danîne ser milê xwe û qet nafikirin rojekê vegerin û temaşeyî bajarê xwe yê wêranbûyî bikin. Kesên bajêr kavil dikin û berê ciwanan didin mirinê li şûna wan xaliyên sor li ber lingê biyaniyan radixin û behsa jiyaneke nû ji wan re dikin. Li Hewlêrê jiyan dimire li ber çavên me û em bêdeng in. Hewlêr di penabertiya şêniyên xwe de bêdeng qîr dike û em nabihîzin mixabin. Kî dibihîze qêrîna vî bajarî gelo? Kî…

Yazarın diğer yazıları