Hewlêr kilê çavên bûkan

Bi strana Şehît Hozan Serhat ku digot:Hewlêr, lorîka dayîkan

Hewlêr, qîrîna zarokan

Hewlêr, lorîka dayîkan

Hewlêr, kilê çavên bûkan‘

Ew bajar niqutî nav dilan. Gava hêzên rûreş yên bi navê Kurdayetiyê bi ser nexweşxaneya birîndar û gaziyan ve digirtin û komkujiya nedîtî ya li ser kesên bê desthelat û bê parastin pêkdianîn, hozanê nemir ji dil û kezebê wisa dikir qêrîn.

Di ser wê komkujiyê re bîst û du sal derbas bûn, hîna jî nayê zanîn ka cesedên heştê gaziyên Kurd li ku û çawa hatine veşartin.

Beriya ev komkujî pêk were di 31 ê Tebaxa 1996 an de tankên Saddam li gel hêzên KDP ê Hewlêra di destê Kurdan de dagir dikirin û li ser rûpelên dîroka Kurdistanê çîrokeke şermezariyê dihiştin. Her wisa Hewlêra ku heta wê demê li cem Kurdan zêde bi nav û deng nebû jî bi wan komkujî û rûreşiyan ve navdar dibû.

Di nav dem û dewranê de kula bajarê Hewlêrê ti car ji dilê welatparêzên Kurd derneket, ti car ew rûreşî û bêbextî nehat jibîrkirin.

Di 17 ê Tîrmehê de nûçeya êrîşa li hemberî karmendên dewleta Tirk a dagirker yên li Hewlerê belav bû. Raya giştî ya Kurd êdî bi îhtîyadî nêzîkê wan nûçeyan dibe. Lewra herêm hîna jî warê gur, çekel, rovî û keftaran e. Serkêşiya wê barbariyê jî dewleta Tirk dike. Divêt mirov bi eşkereyî, zelalî û bê dudulî bibêje ku gel bi çar çavan li benda nûçeyên bi vî rengî ye. Rast e degelî û cesaret dixwaze mirov xwedî li çalakiyeke wisa derbikeve, lê rastiya ji nav dilê gel dipijiqe ev e. Ev gel e ku can û cegerên xwe diyariyê şoreşa Kurdistanê kiriye. Ev gel e dayîk û bavên Sakîne Cansiz, Delal Amed, Azê Malazgîrt, Davut Ozsular, Rustem Cudî, Çîçek Kiçî, Mam Zekî, Diyar Xerîb û bi deh hezaran şoreşgerên ku her yek ji wan hêjayê cîhanekê bûn.

Ev gel e ku ji destpêka sedsala 19 an ve bênavber li dijî dijminên xwînxwar di nav têkoşîna hebûn û nebûnê de ye. Wekî baş tê zanîn çil salên dawiyê jî li gel bêderfetiyên giran û êrîşa dijwar a barbaran li ber xwe dide.

Di vî şerî man û nemanê de heta şoreşa Rojava ti hêz û dever rastrerast bi Kurdan re hevkarî nekiribûn, ti hêzên fermî yên navneteweyî di ti civînên fermî anku vekirî de li gel nûnerên Kurdan kom nedibûn. Kurdan bi çeka xwe, bi hêza ji gelê xwe û ji beşeke kêm ji derdorên pêşverû yên cîhanê digirtin û li têkoşîna pîroz a nûvejînê berdewam kirin.

Yên li hember ango hêzên dagirker xwedî hemû cûre derfetên şerî, yên aborî û dîplomasiyê bûn. Dewletên ku di encama gelek dek û dolabên navneteweyî yên dîplomatîk de hatibûn damezirandin li ser serê Kurdan weke saziyên fermî, weke dezgehên rewa dihatin qebûlkirin.

Derketina li dijî wan weke aşîtî bû. Di hiqûqa navneteweyî de wisa dihat nivîsandin; têkoşîna çekdarî ya li dijî wan dewletan nedihat pejirandin. Mirov dikare weke qanûnên navîndemê jî bi bîr bîne; dewlet, melîk, dewlet yezdan anku li dij derketina dewletê li dij derketina yezdan bi xwe bû.

Li aliyê din di gelek qanûn û rêgezên navneteweyî de behsa mafên serhildanê yên gelên bindest jî dihat kirin, di gelek lihevkirin û peymanan de mafên derketina li dijî zulm û stemê jî dihat kirin, lê gava mijat Kurd bûn û behsa mafên Kurdan dihat kirin ew hemû maf û rêgez dihatin jibîrkirin. Têkoşîna Kurdan dibû terorîzm. Destê Kurdan girêdidan, lingên wan lele dikirin û berdidan qada gurên har. Dîmenên di serdema navîndemê yên li qadên gladyatoran ku mirovan bi saxî bi hev didan serjêkirin û bi saxî davêtin ber şêran li welatê Kurd jî bi heman rengî li dar bû. Di ser de jî enwayî cure çekên kîmyewî û yên qaşo qedekirî jî li pêş çavên nêdihatin bikaranîn. Bi sedan rojnamevan, bi dehan siyasetmedar, bi deh hezaran welatparêzên ku bi tenê dildarên şoreşê bûn bi awayekî eşkere ji aliyê hêzên tarî û fermî yên dewletên dagir ve dihatin kuştin. Di deh hezaran siyasetmedarên Kurd ku di tevahiya jiyana xwe çek jî nas nekiribûn di zindanan de bûn.

Lê Kurdan li gel ku derfet hebûn jî bi tenê carekî jî berê çekên xwe nedan sivîlan, yek dîplomatên wan nehatin kuştin, destê xwe hîç nedan rojnamevan û nivîskarên ku qelema wan nijadperestî û dijminahiya mirovahiyê dihekî, yek siyasetmedar û nûnerên partiyên ku ti demê li Kurdistanê rewa nebûn, dîsa jî nedibûn armanca Kurdan û şoreşgerên wan.

Li gelek deverên dine ev awa û rêbaz ji aliyê şoreşgeran ve hatibûn bikarnanîn. Weke mînak; Îrlandiyan digotin; şerê xwe bibe nav mala dijminên xwe’

Di bin ronahiya çalakiya li Hewlêrê de divêt dewletên dagirker jî êdî bizanin ku Kurd Fermandar û rêberên wekî Diyar Xerîb ji bîr nakin. Lewra ‘Helmet’ di heman demê de wateya êrîşê jî dihundirîne.

Yazarın diğer yazıları