Heya jî nemaye

Di dîroka mirovahiyê de tişta herî giranbiha ku cinsê mirov dike mirov, nirxên civakî ne. Ev nirx jî jin-dayik e. Ji ber ku civakbûn li dora wê şênber bûye. Çemê evînê ji sînga Dayikê herikiye û xwe berdaye koka xweza û sirûştê. Jiyan li dora wê ava bûye ew bûye parazvana rastî û ronahiyê. Ez naxwazim gotinê zêde dirêj bikim. Biwêjeke heye dibêje ‘heya jî nemaye’ yanî hurmet jî nemaye. Ji bo mirov tişta herî bi qîmet hestên Dayikan e.

Ew jî bûye mijara bazara berjewendîparêz û desthilatdaran. Ma gelo hestên dayikan dibin mijara danûstendinên qirêj? Li ser rondikên çavan siyaset tê kirin? Belê Recep Tayip Erdogan ji bo parastina qesra xwe hestên dayikan dike amûrê Şerê qirêj. Weke ku berpisyarê rondikê çavên dayikan ne ew bi xwe ye tevdigere û li ser dipeyîve. Rê û rêbazên şerê taybet hemû li dijî Gelê Kurd bikaranî.

Ve carê jî bê şerm û fedî berê dayikan daye ber deriyê HDP’ê da ku zarokên xwe bibînin. Gelo nayê bîra wî bi sedan dayikan bi salane li ser cenazeyên zarokên xwe ji bo şer raweste xwîna ciwanan êdî bes birije, digotin êdî bila bes cenaze werin vî welatî. Kijan dilî xwe li ber wan hestên dayikan radigirt ku di kêliyên herî zehmet de ev gotin dikirin.

Kî dikare terîfa wan kêliyan bike. Ma gelo nayê bîra wî ku dayikên laçik spî ji bo êdî ji hepsan cenazeyên zarokên wan dernekevin çawa li ber lingan diçûn. Li pêş kamerayan dihatin êşkencekirin û davêtin hepsan. Ma ji bîr kiriye ku dayikên şemiyê ji sala 1995´an ve ji bo ku hestiyê zarokên xwe bibînin her rojên şemiyê ji bo aqûbeta wendakiriyan li edaletê digerin. Ma dayika Berfo ji bîr kiriye, ku 33 salan têkoşiya û bi hesreta dîtina kurê xwe mir.

Gelo hesab kiriye bê çend dil ji ber êşa kezebê rawestiyane. Çend çav ji rondikan ziwabûn e. Çend dayik û bav bi hesret û kul çavên xwe li jiyanê girtin e. Ma gelo dibe ku dîrok wan ango wî efû bike. Mirov heta radeyeke dijminatiya Erdogan dikare bi kiryarên wî fêm bike û mane bide, ji ber ku neyar e, dîktator e. Ji bo Pîr Sûltan Abdal dibêjin dema wî birine ber sêdarê ku wî darve bikin, ji her kesî xwestin e ku herin kevirekî bavêjinê.

Hevalên wî jî neçar dimînin ku biçin kevir biavêjin wî, lê dilê wan ranagire ku kevir bavêjinê,l i şûna kevir gulan davêjin ser. Wî jî gotiye ‘ne kevirên dijmin gulên hevalên min ez birîndarkirim’. Ya ku min jî birindar dike helwesta PDK ya li dijî dayikên aştî yên Mexmûrê ye. 13 hezar şêniyên Wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ev nêzî sê mehane ji ber zilma PDK’ê di bin dorpêçê de ne. Karker nikarin biçin kar, nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê û xwendekar nikarin herin dibistanan.

Dayikên wargehê jî ji bo balê bikşînin ser dorpêç û ambargoya ku ev 75 roj in li dijî wan dewam dike çalakî dikirin. Li şûna ku guh bidin daxwazên dayikan, gelek bê hurmetî li hemberî wan hatin kirin. Dayikan tevî şert û mercên zehmet yên demsala Havînê tam 27 rojan li ber benda asayîşa PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li ber xwe dan. Lê ne rayadarên herêmê û ne jî yên PDK’ê rojekê li xwe daneynin ku biçin serdana wan. Ji ber wê  dayik neçar man dawî li calakiya xwe bînin.

Ev 75 roj in bi hinceta kuştina sîxurekî MIT´a Tirk çûyin û hatina Xelkê wergeha Mexmûrê ya ji bo Hewlêrê qedexe ye. Xelkê wargehê ji lewma tên cezakirin. Ji ber girtina rê zarokên du dayikan ji ber wan çû. Di serî de Xelkê başûrê Kurdistanê, lazime xelkê Kurd û mirovên xwedî wijdan vê yekê qebûl nekin û bikin sedema Serîhildanê. Ne tenê weke Kurd ma gelo çi girêdana vê helwestê bi mirovbûnê re heye? Ez şîroveya wê ji we re dihêlim.

Yazarın diğer yazıları