Hez bike ji wî çiyayê tu di kaşê wî de westiyayî

Çiya ne bi tenê cihekî bilind e, çandeke resen û dewlemend e. Lê her çand berî her tiştî ya erdê xwe ye, ya wê deverê ye lê çêbûye, paşê ya tevahiya gerdûnê ye. Serdest û mêhtingeran her tim xwestine çandê ji awayê wê yê xwezayî qut bikin û naveroka wê piçûk bikin.

Ferda ÇETÎN

“Wey lê Dînê çiya bilind e

Te nabînim te nabînim

Wa qurbanê gul sor bûne,

Naçirpînim naçirpînim”

Çiya…

Bi Ârâmî “tûr”, bi Ibrî “hâr”, û bi Erebî jê re “cebel” tê gotin.

Di klamên me de ew in, ketine navberê û rê nadin, gazin ji wan tê kirin, sedema hesretê ne, û lema ji bo wan tê gotin, bila xira bibin û hilweşin.

Dikevin navbera aşiqan, bi hesret û xurbetê navê wan têne hildan, hesreta dê, bav û ewladan zêde dikin. Mîna ew ketibin navberê û sedema firqetê bin.

Di her dem û dewranê de, di her rojgarê de, li dijî desthilata zordar û zordestan, ew bûne penageh û dost ji bo bindestan, ji bo dozdarên heq û heqîqetê.

Çiya ew penayên ezelî û ebedî ne, kesên li ber xwe dane û serî rakirine, bi awayekî bi xwe bawer ji bo wan gotine, “Eger ferman a padîşah e, çiya jî yên me ne.”

Du kevalên ji kevir ên Xwedê bi xwe nivîsîn li çiyayê Tûrî Sîna pêşkêşî Hz. Mûsa kir.

Li Çiyayê Hîra´yê wehiya pêşî ji bo Hz. Muhammed hat şandin.

Li gorî Tewratê keştiya Hz. Nûh li serê Çiyayê Araratê (Agirî), li gorî Quranê li Çiyayê Cûdî rawestiyaye.

Li lûtkeyên Olîmpûs li nava ewran hê jî xwedayên Yewnan dijîn.

Her çiya li bejna gelê xwe tê

Çiyayê Kaîlasê çiyayê xwedayan e, û ji aliyê Bûdîzm, Hîndûîzm, Jaînîzm û gelek dînên din ve pîroz tê qebûlkirin. Xwedayê Hîndûyan Şîva tevî hevjîna xwe Parvatî li serê Çiyayê Kaîlasê medîtasyonê dikin û rûniştî ne.

Li gorî Japonan xwedayên mezin hemû li serê Çiyayê Fûjî yê 3.766 metroyan bilind tên cem hev. Lê her 300 salî carekê pev diçin, şer dikin û di vê cenga wan de teqînên erd û ezmanan dihejînin, rû didin.

Di nava van çiyayan de yê herî bê şens, bêguman Çiyayê Everestê ye, û bi bilindahiya xwe ya 8.848 metroyan li navbera Çîn û Nepalê cih digire. Navê wî yê resen ê ji erdên xwe yên xas û qedîm girtiye, ji alî mêhtingeran ve hatiye guhertin. Bi demê re navê wî yê rastî hatiye jibîrkirin, navê wî yê sexte weke rastî hatiye qebûlkirin.

Kesê nav li Everestê kiriye mudîrê giştî yê kadastro yê rêveberiya mêhtingeh ê Ingilistanê li Hindistanê Georg Everest e. Em ê paşê li vê mijara desteserkirina mezin a gerdûnî vegerin.

Çiyayên mîna Vezuvê jî xwedayên xezebê bi rê ve dibin. Pompei li Başûrê Îtalyayê ye, bajarekî bazirganiyê ye û di nava dewlemendiyeke mezin de ye. Li gorî rîwayetê li bajarê çar nikarên wî kerxane ne, bê exlaqî û bê edebî asayî bûye. Timî dixwazin bitamijin, ji bo vê jî piştî ku têr dixwin bi perîkên qazan mahdê xwe dixelînin vedirîşin û dîsa dixwin. Çiyayê Vezuvê 23´ê Tebaxa 79 P.Z. diteqe û Pompei “bajarê bê exlaqiyê” ji nexşeyê radike. Ji vê felaketa mezin kes sax nefilitî. 16 hezar şêniyên Pompei bi temamî bûn kevir.

Wekî din li Efrîkayê çiyayê Klîmanjaro heye. Di warê nav de jî dişibe çiyayê Kurê Jaro yê li bakurê navçeya Şêladizê. Ev çiyayê  herî bilind û serê wî bi berf ê Efrîkayê ji bo romana Ernest Hemîngway a bi navê “Berfa Klîmanjaro” bûye îlham. Heyranî û matmayîna nivîskar ne ji ezameta çiyê ye, bala wî tiştekî din dikişîne; “Pilingek çawa derketiye serê Klîmanjaro yê 6500 metro. Hestiyê pilingê qefilî li cihekî bilind ê çiyê hat dîtin û kes li vê serwext nabe.”

Heywan û balindeyên nêzî ewran difirin û ji jêr û beriyê hez nakin, esaleta xwe û çiyê digihînin hev. Piling ji ber vê derketiye serê çiyayê Klîmanjaro.

Eger hûn xwe bi qûntara çiyê ve bigirin, hingê divê hûn qîma xwe bi tenêtiyê bînin.

Helbestnûsê hê nû bi ziman ketiye, gotiye, “Min li qûntara çiyayê 3 hezar metro bilind dareke guwîjê ya gelek guwîjgirtî dît ku li bendê bû hinek keviran biavêjinê.”

Mirov dernakeve çiyê, hildikişê

Dema hûn derkevin serê çiyê, hûn dikarin pê re li hev bikin. Kengî we pê re li hev kir wê bi we re ya nava dilê xwe bide der. Dema xwêdana we bi sura bayê hênik zuha kir, tîrêjên rojê yê pêşî beriya kesî gihand we, hûnê mehdera dayiyekê his bikin.

Li deverên çiya tinene, mirov xwe ji bo nêzî Xwedê his bikin û vê pêdiviya xwe bi cih bînin, gelek birc ava kirine. Pîramîdên Misrê, Birca Babîlê, Zîguratên li Mezopotamyayê û Pîramîdên bi navê “Teocallî” yên li Meksîkayê encama vê pêdiviyê ne.

Kesên gotine, “Rêya tu di kaşê wê de westiyayî jê hez bike” rast gotine. Eger tu bi meşê derkeve serê çiyayekî ew çiya çiya nîne gir e. Mirov dernakeve çiyê, mirov hildikişe çiyê. Hilkişîn jî zehmet e. Mirov dihilkume, diweste, diçerixe, dişemite û dikeve. Hûn ji jêr ber bi jor ve diçin.

Eger hûn dixwazin nêzî Erş-î Ala bibin divê hûn xwe xwar bikin. Eger armanca we xwegihandina huzûrê be, eger miradê we xwenêzkirina roj, heyv û ewran be, divê hûn xwe li zehmetiyê ragirin û di huzûrê de qusûrê nekin. Hûn ê xwe ber bi çiyê ve xwar bikin û li serê lingê xwe binêrin.

Qanûneke girîng a çiyê ye: Çiyayê tu nikaribî jê bibihurî nikarî jê re tiştekî bibêjî. Eger merama we gotûbêjî û derdbêjî be, nabe hûn li qûntarê bimînin divê hûn derkevin serî!

Dibêjin “Çiyayê xuya dike pişta wî nêz e” lê qet ji vê bawer nekin. Dema hûn ji jêr ve li jor binêrin, hûn dikarin bawer bikin ku hûn dikarin bi carekê derkevin jor, lê kengî taqet di çongên we de nema hingê hûn ê fêhm bikin ku xwegihandin ewqasî jî hêsan nîne.

Ya rastî, çiya sir û raz e, raz jî nayê gotin. Ji bo xwegihandina razê şert e, mirov bi nava çiyê ve bimeşe û derkeve serê wî.

Çiya ne bi tenê cihekî bilind e, çandeke resen û dewlemend e.

Lê her çand berî her tiştî ya erdê xwe ye, ya wê deverê ye lê çêbûye, paşê ya tevahiya gerdûnê ye. Serdest û mêhtingeran her tim xwestine çandê ji awayê wê yê xwezayî qut bikin û naveroka wê piçûk bikin. Ev her finasê wan bû. Ji ber ku ew ji bo berjewendiyên xwe dixwazin rastiyê bixesînin, belovajî û çeloxwarî bikin, bixin xizmeta cîhana xwe ya madî û manewî. Çiyayê herî bilind ê dinyayê yê li ser sînorê Tîbet û Nepalê jî para xwe ji vê girtiye.

Navê resen ê çiyê bi zimanê Tîbetî Çomolûngma ye. Heya sala 1953´an jî li dinyayê bi vî navî hat naskirin. Çiyagerê New Zelandî Edmund Hillary û alîkarê wî Nagmal Kangi 29´ê Gulana 1953´an gihiştin serê çiyê.

Di nava raza çiyê de çîroka mêhtingeriyê

Li herêma çiyayê Çomolûngma xelkekî xwecihî bi navê Şerpayiyan heye. Şivanekî ji van xwecîhan bi navê Negmal Kangî heye. Ew bi dehan car derketiye serê çiyê. Edmund Hillary jî çiyagerekî New Zelandayî ye û bi saya vî şivanî derketiye serê çiyê. Negmal Kangî dema li qûntara Çomolungma (Everest) bizinên xwe çêrandiye, rêya di navbera serê çiyê û qûntara wî de ji bo avdana bizinên xwe bi kar aniye. Ango gelek caran, belkî çil caran derketiye serê çiyê û daketiye. Lê belê ji bo dîroka zanist û mêhtingeriya rojava (!) ma çi qîmeta derketineke wisa ya xwezayî heye?

Em niha dîsa li Zelanda Nû ya Edmund Hillary vegerin…

Li vî welatî xelkê xwecihî Maorî dimînin. Beriya ku Abel Tasman ê Hollandî di sala 1642´an de vir keşif bike, di zimanê Maoriyan de jê re Aotearoaya digotin. Maneya wê jî “Welatê Ewrên Spî” ye. Hollandiyan çawa gav avêtin vî welatî bi vê keşfa mêhtingeriyê ya navguhertinê dest pê kirin. Bêyî bipirsin an jî lê bifikirin ka xelkê xwecihî çi difikire ev navê Zeeland munasib dîtine. Zeeland navê devereke li Hollandayê ye. Maneya wê jî “herêma deryayî” ye.

Ev welat mêhtingeha Ingilistanê ye û roja me ya îro jî girêdayî qralîçeya Ingilistanê Elîzabethê ye. Ha Edmun Hillary jî endamê vî welatî ye. Di sala 1953´an de derket serê çiyayê Çomolûngmayê û ev qaşo serketina wî, heman salê di merasîma tacgirtina Elîzabetha 2. de bi nîşana dewletê hat xelatkirin. Ev “keşfa” mêtingeh û bi dizî piştî 12 salan bi navguhertinê kirin mayînde.

Tevî nerazîbûnan gişan jî dewleta Ingilistanê sala 1865 navê Çomolûngmayê guhert. Navê mudîrê giştî yê kadastroyê yê rêveberiya mêhtingeh ê Hindistanê George Everest li şûna navê bi sedsalan dihat bikaranî danî. Bi vî awayî navê çiyayê herî bilind ê cîhanê guhertin û kirin Everest.

Ma ne çiya û koh ne tenê cihekî bilind ê cografîk e. Çiya jî navekî xwe, nasnameyeke xwe, kesayet, rewan û esaleteke xwe heye. Çiya bi xweza, dar û ber, ruhber, heywan û mirovên dewrûbera xwe çandek e.

Pîrejina helbestvan a herî bi temen a Ermenistanê Sîlva Gabudîkyan di hevpeyvîneke xwe de bi rojnamevanê Tirk re li ser pirsa “Çiyayê Araratê ji bo we Ermeniyan çi îfade dike” gotibû: “Ew, çiyayek e, her em nagihîjinê ew bêhtir bedew dibe. Mîna Fûjiyamayê Japonan Araratê me ye. Ararat ji bo we cihekî bilind e, ji bo me kûr e.”

Ev têkilîdanîn û hûnandina Sîlva Gabudîkyan berevajî bûye. Êdî Ararat ne ew çiya ye ku mirov nikare bi nav de biçe. Belaya jê re dewlet tê gotin, ketiye navbera çiyê û Gabudîkyan û çiya kiriye mal û milk.

Gelo haya Xwedê jê heye, navê çiyayê herî mezin ê cîhanê yê wî afirandiye navê Çomolûngma hatiye guhertin û Çiyayê Araratê li Ermeniyan hatiye qedexekirin?

Qurana Kerîm di sûretê Neml ayetê 88´an de bi zimanekî zelal û vebirrî ber dilê me xweş dike;

“Hûn çiyan dibînin û dibêjin qey ew sekan in; lê ew jî mîna ewran tevdigerin. Ev hunerê ew Xwedayî ye, her tiştî bi rêkûpêk û tekûz çêdike. Bêguman Ew ji kirinên we bi temamî xeberdar e.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found