Hêza gotarê û Cembelî li Torê

Hêza gotarê (discourse) di sosyolojiyê de bi xêra Michel Foucault belkî jî bi awayekî mubalexekirî cihê xwe girt, lê gelek caran jî bêyî ku mirov îşaret pê bike nikare behsa hin tiştan bike, bi rengekî ku bên fêmkirin. Bi maneyeke giştî ev gotar îşaret bi wê yekê dikin ka em çawa li ser mirovan, tiştan, rêxistina civakî û peywendiyên di navbera hemûyan û ya hinan ji wan bi hev re difikirin û vê fikra xwe didin zanîn (yan jî radigihînin). Lê belê çima ev girîng e, ji ber tiştekî pirr besît, ji ber ku gotar bi awayekî ji rêûresmê ji wan dezgehên civakî yên mîna çapemenî/medya û siyasetê (helbet yên din jî hene) peyde dibin û ji ber xisleta xwe ya sazûmankirina û binîzamkirina ziman û fikrê, ew jiyanên me, peywendiyên me bi kesên din re û civaka me sazûman dike, nîzama wan diyar dike. Bi vê maneya xwe mirov dikare gotarê bi awirekî sosyologan weke hêzeke erênî binirxîne ji ber ku ew fikr, hizr, bawerî, nirx, nasname, danûstandinên me bi kesên din re û helwêstên me bi teşe dike. Yanî gava ku em bi vê maneyê gotarê qebûl bikin, hingê em dikarin bibêjin, ew pirraniya tiştên di nava me û ya civakê de diqewimin, hildiberîne.

Wexta wiha be, helbet sosyolog, gotarê di nava têkiliyên hêzê de bicihkirî û jê peydebûyî dibînin, ji ber ku ew ên ku sazî û dezgehên wê kontrol dikin, peydebûna wê jî kontrol dikin. Baş e bi maneyeke giştî ev kîn e? Medya/çapemenî, siyaset, hiqûq, tib û perwerde ji yên sereke ne. Bi vî rengê xwe jî naxwe, gotar, hêz (a siyasî) û zanîn ji nêz ve bi hev ve girêdayî ne û mirov dikare bibêje, ew bi hev re dixebitin da ku hiyerarşiyan ava bikin. Hin gotar dibin gotarên mainstream (gotarên domînant) û ji aliyê pirraniyê ve weke yên heqîqî, normal û rast tên nirxandin, lê hinên din jî marjînal û xitimandî ne, ev jî ji aliyê pirraniyê ve weke şaş, tundraw û heta bi tehlûke tên nirxandin.

Çima min evqas gotin dîsa li ser gotara bi awira sosyologan kirin? Ji ber ku aktorên gotaran pirreng in û tenê di çarçoveyên makro de nînin, di çarçoveyên civakî yên mîkro û yên di mezinahiyên cihê de, yên herêmî, û yên dureh û pirrehî de jî hene, mirov dikare li gelek gotaran bi awireke nû binihêre nexasim jî bi wê hîpoteza ku gotarê weke hêzeke erênî ya afirandin û hilberînê dinirxîne.

Mesela gotar çi qasî ji bo çêkirina hiyerarşiyan bi kêr bê, ewqasî jî ji bo rakirina wan a ji holê jî dikarin bi kêr bên. Di nava metnên cihê yên Şerê Cembeliyê (Kurê) Mîrê Hekariya de li herêma Torê em dibînin ku di nava metnê de pêşniyazeke nû tê kirin ji bo statuya civakî ya mitirban. Yan performer (kesê şer îcra dike) yan jî avakerê metnê (kesa/ê ku performer jê fêrî vî şerî bûye) bi awayekî eşkere di wan versiyonan de ku Bedranê Mala Alê û Reşîdo (Şerefxan Cizîrî jê re Reşîdê Omerî dibêje) dibêjin, hem karakterekî nû ku mitirb e, li metnê hatiye zêdekirin û hem jî xisletên nû ji bo heman mitirbî (Ehmedê Mitirb) hatine çêkirin.

Bi ya min ev yek bi xwe pêşniyaz in ji bo ku di civakê de bên minaqeşekirin. Yanî ya hatî çêkirin gotarek e. Lê ne gotareke ecêb û dûrî rastiyê ye. Li gelek cihan di performansan de bi gotinên, “malûm e mitirb…” agahiyên wê yekê tên dayîn ka civak mitirban çawa dibîne, nas dike û wan di nava hiyerarşiya xwe ya civakî de li ku bi cih dike. Ev tên qebûlkirin, lê di heman demê de roleke nû jî tê pêşniyazkirin; mitirbê mîrekî dûrî Torê dikare hebe. Ev mitirb dikare baş hay ji qaîdeyên eşîrî hebe, dikare ji bo mîrê xwe bi qasî zarokên eşîrê fedakar be, merd be, şervan be û dilsoz be. Ev pêşniyaz bi serê xwe jî tiştekî diguhere di nava kesên guhdar ên performansê bi xwe de. Ya ji vê jî muhimtir, em dibînin ku tiştekî mîna stratejiya çêkirina gotareke bi vî rengî li cem performeran peyde bûye. Ne tenê zêdekirina vê yekê li metnan, lê li nava civakê gotin û îcrakirina performansan jî mirov dikare di çarçoveya çêkirina gotarê de binirxîne. Hefteya bê ez ê hem bi van herdu veriyantên Cembelî û hem jî bi şerê Kalo û Heme Zerê dakevin ku li wir jî dewra karekterên mitirb di destpêka meseleyan de motor e.   

Yazarın diğer yazıları