Hezkirina we ruhê me dikuje!

Di vê serdemê de şerê di navbera du hêzên kapîtalîst û sosyalîst de gihiştiye asta herî jor. Êdî yên di navberê de mane, zêde xuya nakin, ya herî berbiçav şerê xêr û şerê ye dîsa. Ji bo hebûna xwe bidomînin, hêzên netew dewlet her ku diçe vedigerin cewhera xwe ya esasî ango faşîzmê. Ji bo meşandina desthilatdariya faşîzan û tekperest jî lazim e di serî de bi civakê bide qebûlkirin ku serdema têkoşîna şoreşgerî ya radîkal bi dawî bûye. Her kesî neçar dike bibe parçeyek ji pergala neoliberalîzmê ku ruh, mêjî û canê mirovan di bazaran de difroşe û wisa xwe xwedî dike. Di rewşek wiha de Kurd îsal pêşwaziyê li salvegera serkeftina berxwedana bi rûmet a Kobanê dikin. Di şertên ku hêzên zilhêz ên cîhanê perdeya reş a tarîtiya DAIŞ’ê bi ser tevahiya cîhanê ve kişandin, hest û kêliyên berxwedanê li Kurdistanê û pê re li Rojhilata Navîn ew neçar kirin di planên xwe de sererastkirinê çêbikin, gav paşde bavêjin. Neçar man vê vîna ji pola bibînin ji ber hemû cîhan bi carekî bi hêvî bû ku jiyana azad pêkan e. Şerê xêr û şer, şerê ronahî û tarîtiyê wek çawa bi hezarê salan berdewam kiriye, didome…

Lê mirov nikare bêje hêzên desthilatdar ji niyeta xwe ya qirkirina civakan dest berdane. Belê nekarîn vîn û hêza berxwedaniya civakan bişkînin lê li şûna wê dixwazin bi şêwazên gelekî hîlebazane, şoreş, berxwedanî û vîna derketiye holê, marjînal bikin û naveroka wê vala bikin. Ev pergalek wisa ne ku her tiştî dike amûrê propagandaya xwe. Bixwe dikuje, wêran dike û paşê wek mesîha (xilasker) behsa jiyan, azadî û avabûnê dike. Di şerê bi DAIŞ’ê re herî zêde bajarên dîrokî û qedîm ên Rojhilata Navîn hatin hedefgirtin. Erdogan jî herî zêde Sûra dîrokî û gelek şûnewarên din ên li Bakur di şerê dîktatoriya xwe de wêran kir û dike. Dixwazin di serî de bîr û hafizeya dîrokî ya gelan bi wan bidin jibîrkirin. Dibêjin; çiqas tu xwe ji bîr bikî, wek min bibî, ewqas wê şansê te yê jiyanê hebe. 

Ji bo famkirina vê rewşê mirov dikare nimûneyek wiha bide. Jina rastî destdirêjiyê tê û paşê bi darê zorê bi kesê tecavuzkar re tê zewicandin. Ji bo vê rewşê normal bikin, gelek rêzefîlmên bi vê naverokê hatin çêkirin û ev çanda kûr a destdirêjiyê di serî de li ser jinan hat ceribandin. Paşê dest avêtin welatan, bi erdê re kirin yek û wêran kirin. Di hinek medyayên Başûr de ku berdevkiya vê şerê qirêj dikin, rastî tabloyek wiha hatim. Vê mînakê nedim derbas nabim. Çend jinên Êzîdî yên ji destê DAIŞ’ê xilas bûne, behsa serpêhatiya xwe ya çawa hatine girtin û çi bi serê wan hatiye dikin. Ji serî heta binî cilê reş li xwe kirine, dibêjî qey li şîna bi hezaran jinên êşkişandî girêdane. Stûyê wan xwar bûye, ewqas giriyane rondik di kortika çavê wan de zuha bûye û ewqas hawar kirin, êdî dengê wan ketiye. Hemû tişta hatiye serê wan nikarin vebêjin, wê çawa bêjin? Kes heye fam bike gelo kêliya bi serê wan hatiye. Tişta trajedîk ku em jin nabe wisa bi hêsanî li kêlekê derbas bin, nabe em wisa ji bîr bikin, ew e ku kesên ew jin ji pencên DAİŞ’ê re hiştin, destek dan û xwe paşde kişandine. Kes behsa wan nake, berovajî hûn dizanin bi wan jinan çi didin gotin; Em spasiya Hikûmeta Herêmê û Serokê wê dikin ku em rizgar kirine! Û em wek jin wek Kurd wek ku haya me ji rastiya meselê nebe, jixwe re rûdinên û vê trajediyê temaşe dikin û bêdeng in. Ya herî bi êş ew e ku ew jin bixwe bêdeng in li hember celadên xwe! Ev çanda destirêjiyê ye ku bi awayekî gelekî kûr û bi zanebûn li ser tevahiya nirxên Rojhilata Navîn tê meşandin. Ev konsept û planeke li dijî jinan û netewan ji bo netew dewlet li ser piyan bimîne. Ev heman hêz in ku Palmîraya kevnar wêran kirin, Heleb bi erdê re kirin yek. Taxa Berbiroj a Şengalê ku Şengala kevin û esas e, li ser rûyê erdê rakirin. Wê demê em ê çawa xwe ava bikin, wek ku ew dixwazin yan wek ku em dixwazin. Ew dest davêjin bedena me, paşê wek ku tiştek nebûye, bêşermane behsa evînê ji me re dikin. Evîna wan kuştin û tinebûna me ye. Ev destdirêjiye, kuştina evînê û bêrûmetiya herî mezin e. Wê demê hema em ji çanda Bêrîtan, Sema û Arîn Mîrkanê ku ruh û bedena xwe teslîm nekirin, destpê bikin… Dîsa meşên li dijî Trump û pergala heyî… Ji bo em ruh û bedena xwe ji vê wêraniyê rizgar bikin, nabe rê bidin çanda ku laşê te yê mirî hez dike, çanda destdirêjiyê dermanê penceşêra pergala desthilatdar e. Me dikujin û paşê dilê wan bi me dişewite, wek durûtiya welatên derve ku Nadiye Murad himbêz dikirin û rondik dibarandin! Ji bo wê em bi hevre hewar bikin; Hezkirina we ruhê me dikuje!

Yazarın diğer yazıları