Hikûmet çima deng nakin?

Mihemed Emin Pênciwêni

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî ji bo dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê rexne li hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê digire. Emîn Pênciwênî dibêje, derdê dewleta Tirk ne PKK’ê ye, dagirkirina Kurdistanê ye û wiha pê de diçe:”Pişt perdeya vê êrişê projeya ji bo parçekirina Iraqê heye ku di sadsala borî de daniye. Niha jî Tirkiye dixwaze cihê pê xwe li vir qayîm bike. Ji bo dema ku parvebûnek li Iraqê yan jî ji bo Kurdan tiştek çêbibe, wan bêxe jêr destê xwe de. Ev êriş di heman demê de binpêkirina serwerî û xaka Herêma Kurdistanê ye ye. Mal û milkê xelkê bombebaran dike û wêran dike. Ev erka hikûmeta herêmê ye xwedî lê derkeve. Lê, me dît ku tenê daxuyaniyek gelek şermezane û lawaz da. Eger helwestek cidî nebe, wê berpirsyartiyên dîrokî bikevin li ser milê wan.Lihevkirinên veşartî yên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hene, ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê. Lewma eger lihevkirinek nebe ji ber çi hikumet  li hemberî dagirkeriya Tirk bêhelwest e.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found