Hikûmetê nekir wan çêkir

MIHEMED HESEN / ROJNEWS/RANYA

Ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan re çênekir, gundê 10 mal lê dimîne bi alîkariya xêrxwazan bi zibare û palûteyê pira gundê xwe çêkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyên xizmetguzariyê negihandiye gundan. Lewma hatinûçûna şêniyên gundan zehmet bûye û xwendekar jî zehmetiyan dikêşin. Li gundê Dêrê ya ser bi bajaroka Serkepkanî ya Îdareya Raperîn pirek dar hebû. Ji ber ku xerebe bû du xwendekar jêketin û bizehmetî ji xeniqandinê rizgar kirîbûn. Lewma biryar dan bi xwe pirek hesin çêbikin ku yek ji pêwîstiyên sereke yên gund bû.

Li gundê Dêrê ya ser bi bajaroka Senkepkanî ya Îdareya Raperîn 10 mal lê hene.

Pêwîstiya çêkirina pirê bi 11 hezar û 500 dolar bû. Di nava 10 malên li gund de komkirina vî pereyî zehmet bû. Lewma daxwaza alîkariyê ji derdorê û kesên xêrxwaz kirin. Di encamê de pereyê pêwîst komkirin. Piştre di nava 90 rojan de pir temam kirin.

Pir gundên Dêrê, Nurê û Qelaseyde bi hev re girê dide. Ji bo hatinûçûnê gelek hêsankarî çêkir. Ji ber ku li gundê Dêrê Dibistan nîne, berî ku pir were çêkirin, xwendekarên gund divabû 8 kîlometre bimeşiyana, lê niha bi saya pirê riya wan 3 kîlometre nêzik bûye.

Yazarın diğer yazıları

    None Found