Hilbijartin yan dek û dolab qeșartin?

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Ev hilbijartina li Tirkiyê, ji hilbijartinê zêdetir di vê pêvajoya têkçûnê de rêya rewabûnê bidestxistine. Hêjmara parlamenterên serkariya AKP-MHP têra derxistina hemû biryarên di hêza zagonê de (KHK) dike. Hemû bend di destê wan de ne. Jixwe zagon jî nehîștine, çi û çawa dixwazin wisa diçerixînin. Ji hilbijartina asayî re jî hê sal û nîv heye. Ji bo çi ev hilbijartina di ser de girtî?

Serkariya dagirkerên Tirk ya di rengê AKP-MHP de demeke dirêj e ku di nava bala cihanê de rewabûna xwe bi her awayî wenda kiriye. Sermayedarên Tirkiyê jî êdî bi ti awayî bi vê serkariyê bawer nake, lema razandin û sermeya xwe derdixin derveyê Tirkiyê. Dewlet û sermayeyên derve jî naxwazin ti karî li Tirkiyê bikin. Dolar û Euro serê xwe girtiye û diçe, pêșî lê nayê girtin. Ti hêzên cihanî yê fînansê wekî IMF jî bi wan bawer nake ku qiredî bide wan. Ango aboriya Tirkiyê li ber têkçûnê ye. Vê serkariyê binê dewleta dagirker wisa vala kiriye, dewlet bi krîzeke aborî û darayî re rû bi rû ye, ha ket ha bikeve. Eger di vê dema kurt de manevreyekê nekirina, ev serkarî bi vê krizê re têkdiçû. Ev ji hilbijartineke pêșdem bêtir, manevrayeke rizgarkirina serkariya AKP-MHP û ya dewleta dagirker e.

Em baș dizanin ku li Tirkiyê tenê partiyeke dagirkeriyê heye, ew jî partiya nijadperest e. CHP û AKP ne partiyên cuda, baskên vê partiya nijadperest in. Partiyên din jî çêlikên van herdu baskên vê partiyê ne. Dewleta dagirker li gor konsepta parastina xwe herê carê yekî derdixe pêș û wekî hêvî difiroșe gel. Ji bo vê rastiyê mînaka herî balkêș partiya gelan HDP bi her awayî hedef girtine. Ew manevreyên CHPê bi sere xwe vê rastiyê li ber çavan radixîne:

1- CHPê bi așîkarî piștgirî da AKP û ji bo girtina parlamenteren HDP parêzbenda parlamenteran da rakirin, lê heman CHP ji bo ku Akșenera wezîra kuștinên qașo nediyar têke parlamentoyê 15 parlamenterên xwe da partiya Akșenera fașist.

2 – Dewletê baskên partiya xwe di du koman de civand û bi zelalî destnîșan kir ku ev benda hilbijartinê tenê ji bo HDPê ye, ango ji bo pêșî li kurdan girtinê, hatiye danîn. Ji ber ku hê pêdiviya dewletê bi serkariya AKP-MHP heye, wê bi her awayî hewl bide ku HDPê di bin benda hilbijartinê de bihêle, da ku hemû parlamenteren HDPê jî ji AKPê re bimîne. AKP-MHP ji bo sextekariyên hilbijartinê bi awayeke așîkar pêkbîne. Zagoneke nû ya hilbijartinê jî amadekir û da derxistin. Wê bi kotekekê dij mirovî re fend û fûtên hilbijartinê bi her awayî pêkbînin. Li gel wê hemû saziyên dewletê ji bo pêșî li gel û dengê HDPê bigire, ketiye nava tevgerê, dibe ku çek jî bikarbînin. Jixwe ji niha ve, qașo walî û fermandarên wan ên leșkerî gund bi gund digerin û gef li gel dixwin.

Li hember vê rastiya çewisandin, sextekarî, geflêxwarinan jî, divê em vê qada giring ji wan re nehêlin, vê çembera bêbext û xwînxwar parçe bikin, hilbijartinê wek firsendekê bibînin û bi vê boneyê; divê em li aliyekê birêkxistiniya xwe xurt bikin, gel di her warî de hișyar bikin, li aliyê din wê çembera îzolekirin, korkirin, pasîfîzekirinê bișkênin. Li gel wê gel li hember kemîna fașîzmê, dek û dolabên pașverûtiyê bidin agadarkirin, lew re hemû rêyên ragihandinên rast hatine girtin. Eger em hetani radeyekî bi ser bikevin wê ev bibe têkçûna wan. Boykot kirin ne rêyeke rast û hișmendi ye, heta daxwaziya dewletê ye. Divê ti kes nekeve vê kemînê. Bi hêviya em bikanin vê bêbextî û zordestiyê parçe bikin, serkeftin.

Yazarın diğer yazıları